KCK: Şehîdên meha Gulanê pêşeng in

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir li ser rêya azadiya gel û welat de, ji bo pêşketina çanda cesaret, fedakarî û qehremaniyê de Şehîdên Meha Gulanê pêşeng in.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelek şoreşger û welatparêz ku di destpêbûn û bipêşveçûyîna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi rolên dîrokî rabûne û gelê welatparêz ê Kurd wan ji nêz ve nas dike, di meha Gulanê de şehîd bûne. Tevgera me, ji ber vê taybetiya wê, meha Gulanê kiriye Meha Şehîdan. Em, di kesayetiya şehîdên Meha Gulanê de, şehîdên şoreş û demokrasiyê tevan, bi rêz û minet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin, careke din soz didin ku em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin. 

Cihê meha Gulanê, di Şoreşa Kurdistanê de gelek giring e. Hêj ku qonaxa destpêbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye, zarokên herî wêrek û fedakar ên hevrêtî bi Rêber Apo re kirine, her tiştên xwe danîne meydanê û bi Rêber Apo re tev li meşa pîroz bûne, di meha Gulanê şehîd bûne. Hakî Karer ku şehîdê pêşîn ê pêvajoya partîbûyîna tevgera me ye, Halîl Çavgûn ê pêşengekî berxwedana Hîlwan, Sêwrege ye û hevalên me Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ku di zindana Amedê de li dijî pergala neyara Kurdan a êşkencekar a faşîst, canên xwe dane ber agir û şehîd bûne, Mehmet Karasûngûr ku fermandarekî şoreşa leşkerî ya Kurdistanê ye û gelek qehremanên nemir, di meha Gulanê de şehîd bûne. Di bipêşveçûyîna çanda wêrekî, fedakarî û qehremaniyê ya ji bo azadiya gel û welat a li Kurdistanê, pêşengtiya hevrêyên şehîd ên meha Gulanê heye. Ji wê boneyê, bibîranîna meha Gulanê û hevalên di meha Gulanê de şehîd bûne, ji bo biryardariya me ya li ser rêya wan gelekî girîng e. Gelê me, li her dera ku lê ye, bi vê zanebûn û van hestan ji her demê bêhtir divê şehîdên meha Gulanê bi bîr bîne û li bibîranînên wan xwedî derkeve.

Bûyerek ji bûyerên meha Gulanê ku gelê Kurdistanê yê welatparêz wê bi bibîranîna wê tim bi hêrs bibe, Qetlîama Hewlêrê û şehîdên wê ne. PDK’ê, sala 1997’an bi dehan hevalên me yên birîndar ên di nexweşxaneyê de tedawî dibûn, qetil kirin. Ev qetlîam û xayîntiya PDK’ê kiriye, wê gelê me qet ji bîr neke. Mixabin PDK hêj jî li vê helwesta xwe xiyanetkar dewam dike, di nav dagirkirina Kurdistanê de û pêkhatina qetila Kurdan de, li ba dewleta Tirk cih digire, li dijî gerîlayên parastina Kurdistanê dikin, bi artêşa Tirk a dagirker re dibe alîkar. PDK, ji xeynî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî li vê helwesta xwe ya xiyanetkar dewam dike. PDK, xwe bi tevahî bi dewleta Tirk a dagirker a dijmin AKP-MHP’ê ku dijminên Kurdan in ve girê daye.

Meha Gulanê ji bo Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê jî giring e. Di serî de Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş û hevalên wî yên ji Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê, gelek şoreşger di meha Gulanê de şehîd bûne. Em, van şehîdên mezin ên Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê jî bi rêz û minet bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku em têkoşîna wan bidomînin.

Rêber Apo, her tim giringî bi Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê û têkoşîna xeta van şoreşgerên mezin daye û bi pratîka xwe nîşan daye ku wan dişopîne. Di pêvajoyeke wiha krîtîk de ku faşîzm li Kurdistanê û Tirkiyeyê ketiye hewila qayîmkirina xwe, pêdiviya Kurdan ji berê bêhtir bi bipêşvebirina piştevaniya yekitiya bi tevgera sosyalîst, demokratîk a Tirkiyeyê re û geşkirina têkoşînê li dijî faşîzmê heye.

Hêviya şehîdan ji me ev e, divê em ji bo vê bibin bersiv û miheqeq pêk bînin. Li ser vî asasî, divê her kes rastiya şehîdan hêj bi awayekê baştir fêm bike, bijî û têkoşînê geş bike.”