Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, bi hezaran xwendekar bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya dawiya salê.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendekarên ji pênc dibistanên dayikê, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistana amadeyî, bi dawîbûna sala 2022-2023’yan a sala xwendinê bi kelecan û kêfxweşiyek mezin karnameyên xwe girtin.

Li dibistana Şehîd Salih Kendal merasîma dayîna karnameyan bi kombûna hemû xwendekaran, bi xwendina sîruda netewî dest pê kir.

Piştre xwendekarên ku di refên xwe de pileya yekemîntiyê girtibûn yek bi yek navê wan hatin xwedin û hatin xelat kirin.

Her wiha piştî wê xwendekarên ketin refên xwe, beriya ku karnameyên xwe bigrin mamosteyên wan têkildarî kêm û kurtiyên dersan a sala borî axivîn û da diyarkirin ku ji bo sererastkirina dersên ku têde kêm mane pêwîstî bi hîn zêdetir bi xebitinê heye.

Piştî wê karnameyên xwendekaran hatin dayîn.