HPG'ê Aram Sîrvan bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîla Aram Sîrvan ku 16'ê Kanûna 2022'an li Zapê di êrîşa hewayî de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîla Aram Sîrvan de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"16'ê Kanûna 2022'an de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ku li rojavayê Zapê kir, hevrêyê me Aram Sîrvan şehîd bû. Hevrêyê me Aram ê ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hişmendiyeke xurt a neteweyî tevlî nava partiya me PKK'ê bû, di nava partiya me de paşeroja azad a gelê me dît û li ser vê bingehê bi rengekî fedakar tevlî bû. Li dijî polîtîkayên hêzên dagirker ku hewl didin gelê me ji aliyê fîzîkî û ruhî ve ji hev qut bikin û Kurdan qir bikin, têkoşîna azadiyê ya li qadên din ên Kurdistanê weke têkoşîna xwe ya azadiyê dît û xwedî lê derket.

Di serî de malbata hêja ya ku lehengekî bi vî rengî gihand û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê xelkê Sine yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye bi vî rengî ne:

Nasnav: Aram Sîrvan
Nav paşnav: Mîhrîdad Rahimyan
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Şehnaz-Nasir
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Kanûna 2022 / Zap

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, sînorên çêkirî yên ji bo parçekirina welatê me û tunekirina gelê me hatin danîn, ti carî qebûl nekir û têkiliya xwe ya bi herêmên din ên welatê me parast. Ji ber vê yekê her tim xwedî li hemû rêxistin û partiyan derket ku ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyan. Tevlî nava refên têkoşînê bû, bi vî rengî wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anî. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku hişmendiya xwe ya welatparêziyê gelekî xurt e, hîn di dema destpêkê de xwedî li partiya me PKK'ê derket, ewladên xwe yên herî hêja tevlî nava refên me yên partiyê kir.

Hevrêyê me Aram jî weke ewladê gelekî bi vî rengî yê hêja li bajarê berxwedanê Sine ji dayik bû. Lê belê ji ber zextên rejîma Îranê malbata wî neçar ma koçî Tehranê bike û ji ber vê yekê hevrêyê me Aram li vir mezin bû. Lê belê dilê wî timî li welatê me Kurdistanê lê da. Ji ber bingeha xurt a çandî ya malbata wî, taybetmendiyên Kurdîtiyê parast, weke kesayetekî welatparêz mezin bû. Piştî ku demeke dirêj li Tehranê ma, vegeriya warê xwe û di dema ciwantiyê de kete nava lêgerînan. Bûyerên ku şahidî jê re dikir û nakokiyên xwe bi vê lêgerînê hewl da bi wate bike. Her wiha siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me fêhm kir û hewl da têkoşînên azadiyê yên berê fêhm bike. Têkoşînên vê serdemê jî ji nêz ve şopand, weke ciwanekî Kurd kete nava wê lêgerînê ku berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê xwe bi cih bîne. Di encama van lêgerînan de destpêkê sala 2013'an bi şehadeta hevrêya me Sara (Sakîne Cansiz) a li Parîsê, partiya me PKK nas kir. Her ku li ser partiya me xwend û lêkolîn kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan, kete bin bandora analîzên Rêberê me yên li ser ol û welatparêziyê. Her wiha parêznameya Rêberê me ya bi navê 'Parastina gelekî' xwend û gihîşt wê biryarê ku azadiya gelê me bi îdeolojiya Rêber Apo dibe. Lewma tevlî nava karên ciwanan bû û hewl da wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bvîne. Di her karî de bi daxwaz û coşeke mezin xwe da pêş. Lê belê ti carî karên heyî ji bo xwe têr nedît, her tim dixwest hîn bêhtir têbikoşe. Fêhm kir ku ev yek jî li nava refên gerîla li çiyayên Kurdistanê dibe. Piştî ku li nava karên ciwanan kifş bû û dijmin lê digeriya, hevrêyê me Aram ev rewş ji bo xwe weke firsendekê dît û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Aram ku bi rengekî têgihiştî tevlî nava refên greîla bû, bi perwerdeyên li nava partiyê asta vê têgihiştina xwe bilind kir. Ji ber vê yekê zû hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi daxwazeke mezin tevlî nava perwerdeyan bû û hewl da ku di demeke kurt de tevlî şerê li dijî dagirkeran bibe. Di heman demê de têgihişt ku ev yek jî bi wê yekê dibe ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza bike. Ji ber vê yekê jî demekê li gel hevrêyên me Şehîd Kasim Engîn û Şehîd Helmet ma, sûd ji tecrûbeyên van hevrêyên me, ji jiyana wan a derwêşane ya îdeolojiya Apoyî wergirt. Hevrêyê me Aram avantaja mayina li gel hevrêyên bi vî rengî baş nrixand û di vê demê de xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş ve bir û gihîşt ast û biryardariya milîtaniya pêşeng. Ji bo karibe di nava şer de wezîfeya xwe pêşengiyê bi serketî bi cih bîne û li dijî dijmin pêwîstiyên milîtaniya Apoyî pêk bîne, xwest di gerîlatiya serdema nû de xwe kûrtir bike. Li ser vê bingehê giranî da ser perwerdeya pisporiyê, weke gerîlayekî profesyonel derbasî herêma Avaşînê bû. Li herêma Avaşînê bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar li pêş bû, li vir tevlî gelek çalakiyan bû ku derb li dijmin hatin xistin. Di van çalakiyan de bi roleke girîng rabû. Bi tevlîbûna xwe ya durust û dilnizm a li hevrêtiyê, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Aram li herêma Avaşînê diyar kir ku asta wî ya heyî ya tevlîbûnê têrê nake ku şert û mercên dîlgirtinê yên Rêbertî ji holê rake û Kurdsitana azad misoger bike ku hesreta şehîdan bû, lewma jî bi bandora hevrêyên fedaî ku bi çalakiyên xwe li dijî dijmin bûn goga ji agir, xwest ku bi vê rêbazê tevlî bibe û hêjayî Rêbertî û hevrêyên xwe yên şehîd bibe. Li ser vê bingehê di sala 2019'an de tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.

Di nava Hêzên taybet de bi perwerdeyan xwest ku li ser xeta fedaîtiyê xwe bi pêş ve bibe û bi vî rengî tevlî pêvajoya heyî ya şer bibe. Ji bo vê jî timî xwe kûr kir, ji bo kûrbûna xwe derbasî meriyetê bike kedeke mezin da. Bi taybetî li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de li Zapê li gelek qadan kete çeperên berxwedanê. Di vê pêvajoya berxwedanê de ku bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî bû, bi israr bi ser dijmin ve çû û bi vê sekna xwe ya wêrek li nava hevrêyên xwe bû mînak. Weke hevrêyên wî, ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrê Aram û hemû hevrêyên bêteredût bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bikin."