'Em dixwazin rêxistinên enternasyonalîst ji sûcên çekên kîmyewî agahdar bikin'

Ji beşdarên konferansa nîqaşkirina karûbarên OPCW Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku ew hewl didin têkiliyên bi saziyên enternasyonalîst re xurt bikin, sûcên li dijî gelê Kurd bi wan re nîqaş bikin û piştevaniyeke navneteweyî bi dest bixin.

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî yê li ser navê Rêxistina Mafê Mirovan (RMT) li bajarê Lahey ê Hollanda tevlî Konferansa Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bû li ser naveroka civînê ji ANF’ê re axivî.

Kakayî diyar kir ku ev Konferansa 5’an a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li bajarê Lahey a Hollanda 15’ê Gulanê destpê kiriye û heta 19’ê Gulanê dom bike. Konferans di roja duyemîn de bi nîqaşên germ dewam dike. 

‘KONFERANS LI SER RÊXISTINKIRINA KARÊ OPCW YE’

Li ser konferansê Parêzer Kakayî ev got: “Ji salên din cuda ev konferans ew e ku rêxistinkirina karên OPCW ye. Li vir zêdetir ji bo dawîkirina çekên qedexe li nava welatan e. Heman demê li hev kombûna rêxistinên cuda li ser vê mijarê nîqaş bike ye. Nîqaşa esasî ya vê konferansê ew e ku zêdetir nîqaş li ser karûbar û şêwazê karkirina vê rêxistinê ye.

‘HEWLDANÊN ME EW E KU KONFERANSÊN BÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û SÛCÊN WÊ BIKIN ROJEV’

Ev konferans konferanseke navneteweyî ye, li gelek welatan kesên şareza û pispor cihê xwe di konferansê de girtine. Li ser du astan tevlîbûn hene, yek li ser asta nûnerên hikûmeta welatan û ya din jî li ser asta sazî û dezgehên cuda ne. Em li ser asta rêxistinan tevlî bûne. Ev konferansên wiha ji bo me girîng e. Li vir derfetê wê heye, binpêkirinên çekên kîmyewî û qedexe yên li ser gelê me hatin bikaranîn nîşan bidin. Her çendî konferans li ser rêxistinkirina OPCW be, em dixwazin bi hevkariya saziyên enternasyonalîst û navneteweyî yên tevlî konferansê bûne kar li ser nasnadina çekên kîmyewî yên li ser gelê Kurd hatine kirin bikin. Her çendî qada navneteweyî heta asteke baş ji bikaranîna çekên kîmyewî ya rejîma Baas a Seddam Huseyîn hebe, em niha zêdetir kar li ser binpêkirin û bikaranîna çekên qedexe yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û gelê Kurd dike, kar dikin. Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistan mijarên me yên li konferansê ne. Hewldanê me ew e ku li vê konferansê bikin ku ev mijar û mijarên din bikin naveroka konferansên bê, bên lidarxistin.

‘BI BELGEYÊN LI BA XWE DIXWAZIN NÎQAŞÊN BI RÊXISTINÊN ENTERNASYONALÎST RE XURTIR BIKIN’

Di konferanên salan e yên berî niha de me gelek belge û dîmenên bikaranîna çekên qedexe ya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Başûrê Kurdistan û gerîlayan hate kirin, nîşan dabû. Ji ber ku ev konferans konferansa rêxistina karûbarên saziyê ye, dîsa jî me gelek belge û dokument li gel xwe aniye ji bo li vir bi saziyên din re nîqaş bikin.”

‘EM DIXWAZIN ROLA SAZIYAN XURTIR BIBE LI SER BIRYARÊN OPCW’

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî anî ziman ku ev du roj in konferans dewam dike, nîqaşên baş tên kirin û wiha domand: “Ji ber ku em sazî weke çavdêr in. Di vê konferansê de nîqaş li ser wê bê kirin ku divê sazî jî di mijarê de xwedî biryar bin. Ev jî girînge ji bo saziyan ku bikarin çalaktir bin û bandorê li biryarên li OPCW bikin. Ji ber ku heta niha welatan li ser OPCW xwedî biryar in, ev welat derbarê berjewendiyên xwe de biryar didin. Ji ber berjewendiyên xwe çavên xwe li wan sûcên bi çekên kîmyewî tên kirin, biryar digirin. Niha hemû hewldanên me ew e ku li vir têkiliyên xwe bi saziyên din re xurt bikin ji bo bikarin têkiliyek baş hebe, her wiha sûcên li ser gelê me tê kirin, bi wan re nîqaş bikin. Dîsa piştevaniyeke navneteweyî  di asta rêxistinan de pêk bînin.” 

OPCW KETIYE BIN BANDORA WELATAN

Herî dawî Kakayî bal kişand ser bandora welatan a li ser biryarên OPCW û ev got: “Bandora gelek welatan li ser OPCW heye, lidarxistina konferansên wiha jî ew e ku bandora van welatan li ser vê saziyê kêm bikin. Her wiha rêxistinên civaka sivîl jî tevlî biryarên OPCW bibin. Em vê mijarê bi rêxistinên enternasyonalîst re bikin ji bo wan vexwînin Kurdistan û dîsa Rojava. Eger ku ev rêxistin bixwazin lêkolînê bikin, dibe ji ber ewlekarî nekaribe bên, dîsa bi rêya hikûmeta Iraqî divê têkilî dane, li aliyê din hikûmeta Herêmê jî parçeyek ji Iraqê ye û ew jî di konferansê de cihê xwe digirin, lê ji ber naxwazin ev mijar bê lêkolîn kirin, rêgirin.