Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê êrîş dike

Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe û nikare li hember bisekine, bi piştgirî û hevkariya PDK'ê êrîş dike.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşên dijmin bi îrade û biryardariyeke mezin li ber xwe didin. Ji Garzanê heta bi Zapê bi ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîneke destanî dimeşîne. Artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana hêzên me bê encam maye, bi hevkariya PDK'ê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê yê Metînayê êrîşî hêzên me dike û hewl dide li qadê bi cih bibe."

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahiyên berfireh parve kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma rojava ya Zapê ya Şehîd Delîl;

28'ê Tîrmehê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

28'ê Tîrmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin û hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29'ê Tîrmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çeperên dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

29'ê Tîrmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

29'ê Tîrmehê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran lê hat xistin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29'ê Tîrmehê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li paneleke enerjiya rojê ya dagirkeran hate xistin û hate îmhakirin.

Herêma Metînayê;

29'ê Tîrmehê saet di 01:20'î de helîkpoter li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê geriyan. Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker 3 caran leşkerên Tirk ên dagirker li nuqteya PDK'ê ya li Girê Ortê danîn. Dagirkerên ji vê derê ketin nava liv û tevgerê dest bi êrîşeke ji bejahî kirin. Hêzên me bi çekên ferdî û nîv otomatîk li van dagirkeran xistin.

30'ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 û 04:00 de helîkopterên artêşa Tirk a dagirker 3 caran leşkerên Tirk ên dagirker danîn nuqteya PDK'ê ya li Girê Ortê.

Herêma Xakurkê;

29'ê Tîrmehê saet di 16:55'an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

29'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê 5 caran, Qada Kanîsarkê ya Garê carekê bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."