Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê Şehîd Serhat bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê di salvegera şehadeta şehîd Serhat de wî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê xeyalên wî pêk bînin.

Daxuyaniya Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê wiha ye:

“Em di serdemeke têkoşînê de ya ku di dîrokê de mînakên wê kêm in re derbas dibin. Li pêşberî bîranîna şehîdên xwe yên ku bi afirandina nirxên mezin em gihandin roja îro bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi taybetî di qada xweparastinê, bîrdozî, siyasî û civakî de di hemû aliyan de pêşketiye û pêş dikeve. Qada çand û hunerê bi saya şehîdên pêşeng ên ku bi qehremanî li ber xwe dan û huner xurt kirin, gihîştiye van rojan. Ev têkoşîna ku bi saya Şehîd Mizgîn û Şehîd Sefkan destpê kir, bi Şehîd Serhat, Şehîd Alî Temel, Şehîd Hogir, Şehîd Berçem, Şehîd Elenya, Şehîd Delîla, Şehîd Îiler, Şehîd Xelîl û Şehîd Esmer re dewam kir.

Hevrêyê me Şehîd Serhat ku salvegera şehadeta wî 22 'ê Tîrmehê ye, di pêşketin, kûrbûn û rêxistinbûna çalakiyên çand û hunerê yên gelê Kurd de roleke girîng lîst û bi çar parçeyên Kurdistanê re xwe gihand hemû cîhanê. Em şehîd Serhat bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin û em dixwazin diyar bikin ku bîranîna wî mîna ronahiyeke bêdawî rêya me her tim ronî dike û yek ji çavkaniya me ya sereke ya îlham û perspektîfê ye.

Şehîd Serhat li dijî pêkanînên şerê taybet ê dewleta Tirk a asîmîlekirina çanda Kurd, Tirkkirina nirxên çand û hunerî û dejenerekirina çanda gel, bi tevlîbûna nava têkoşîna azadiya Kurdistanê helwesteke radîkal nîşan da. Hem bi xweparastinê hem jî bi hunera xwe têkoşîna şoreşgerî li dijî faşîzmê meşand. Li ser milekî wî tembûra ku çanda xwe diparast û bedew dikir, li ser milê din jî çeka ku gelê xwe ji qirkirinê diparast hebû. Şehîd Serhat yek ji sembola herî girîng a ku çand û hunerê dispêre berxwedanê ye.

Şehîd Serhat di sala 1991’an de derketiye ser çiyayan û piştre li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdehiya bîrdozî ya Rêber Apo dîtiye. Helwesta hunermendê şoreşger bi felsefeya Apoyî hate xurtkirin. Şehîd Serhat ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû erkdarkirin, li ser hemû endamên Koma Berxwedan bû xwedî kedeke mezin. Ji bo pêşketina akademîk ya Hunerkomê gelek ked da û li ser vê bingehê jî pêşengiya xebatên çand û hunerê kir. Tevî hemû afirînerî û jêhatiya xwe ya li dijî çanda popîler, ji hunera takekesî bêtir helwesta hunera kolektîf, keda hunerî ya kolektîf derxist holê. Afrîneriya di tembûra wî de, ketiye xizmeta hemû hunermendên derdora wî û gelê wî. Muzîka wî bi vê helwesta şoreşgerî, resen û azad bû.

Bi xebatên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê bû yek ji pêşengên ku li kampa Etrûş û Başûrê Kurdistanê hêmanên bingehîn ên xebatên çand û hunerî danî. Dibistana muzîkê ya Şehîd Serhat ku li ser navê wî li Wargeha Mexmûrê ji aliyê Şehîd Devrîm ve hate vekirin û Koma Muzîkê ya Şehîd Serhat a li Başûr ji bo bîranîna wî ya xebatên çendê daîmî bibe hatin vekirin. Şehîd Serhat ku çanda Soran û Behdînan bi nirxên şoreşgerî û azadiya netewî li Başûrê Kurdistanê hunand, li aliyê din rastiya îxaneta ku li Hêwlerê pêk hatiye bi hunera xwe derxist holê. Şehîd Serhat bû strana lehengiya jinên Agiriyê. Hesta kûr a êşên gelê xwe, di her şert û mercî de bû melodiya têkoşîna bi prensîb û estetîk. Şehîd Serhat bû hunermendê nemir ê gelê Kurd.

Weke Komîteya Çand û Hunerê em Şehîd Serhat di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin, destnîşan dikin ku çi dibe bila bibe em ê xeyalên wî pêk bînin û soz didin ku têkoşîna me wê li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna wî re mezin bibe."