HPG'ê şehîd Çekdar Şoreş bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Çekdar Şoreş bi bîr anî ku sala 2020'î li Botanê şehîd bû û got, "Bû lehengek ku li nava refên gerîla her tim li ser xeta qehremaniyê meşiya."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Ji fermandarên pêşeng ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hevrêyê me Çekdar Şoreş Tîrmeha 2020'î de li Botanê şehîd bû. Hevrêyê me Çekdar ku di nava 14 salên gerîlatiya xwe de mohra xwe danî binê serketinên mezin û li gelek qadên welatê me Kurdistanê têkoşiya, bû yek ji milîtanên mînak ên felsefeya Apoyî. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer û jiyana xwe ya bi rengê derwêşane ji bo azadiya gelê me bi kêliyekê jî nesekinî, kar kir û bû yek ji fermandarên pêşeng ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Hevrêyê me Çekdar li Kelareşê dest bi gerîlatiyê kir û ji lûteyên Zagrosan heta bi deştên bihuştî yên Botanê bênavber gerîlatî kir, bi enerjiya xwe ya bê dawî daxwaza azadiyê ya di dilê xwe de timî xurt kir, bi vî rengî têkoşiya. Bû lehengek ku ji nava xelkê Şaxê, ji eşîra Xelîlanê rabû û li nava refên gerîla her tim li ser xeta qehremantiyê meşiya.

bi dilxwaziya xwe ya azadiyê ya mezin a di dilê xwe de, bi lêgerîna xwe ya li rastiyê hevrêyê me Çekdar Şoreş bû fermandarekî wêrek. Di salvegera şehadeta wî de em wî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata wî ya hêja bila serê xelkê me yê Şaxê yê welatparêz, eşîra Xelîlanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em sozê didin ku ji bo bîranîna şehîdên xwe, têkoşîna wan bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Çekdar Şoreş bi vî rengî ne:

Nasnav: Çekdar Şoreş
Nav paşnav: Harûn Îtah
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Halîme-Seyfettîn
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2020 / Botan

Kesayet tenê bi civakê heye û bi wate ye. Gelê me ku yek ji gelên herî qedîm ên dîrokê ye û hezaran sal in li cografya Kurdistanê bi ahengiyeke mezin dijî, zimanê xwe hatiye qedexekirin, nasnameya xwe tune hatiye hesibandin û çaçnda xwe ya ku bi şoreşên herî mezin ên dîroka mirovahiyê hatiye afirandin bi rengekî bêrehm bi êrîşên asîmîlasyon û tunekirinê re rû bi rû mane. Di nava wan şert û mercan de ku mêtingeran jiyan gihandibûn ber tunebûnê û bêdengiya mirinê hebû, Rêber Apo dest li dîrokê werda û bi tespîta 'Kurdistan mêtingeh e' destana berxwedanê ya herî bi heybet a dîrokê da destpêkirin. Şehîdên me yên nemir ku xwe ji bo paşeroja azad a gelê me feda kirin û xwîna xwe rijandin, bûn temamiya nirxên herî bi wate yên PKK'ê, bi qetandina tarîtiyê, hêviya azadiyê jinûve afirandin. Xeta berxwedanê ya bêhempa ku tovên xwe yên destpêkê li Zindana Amedê hatin çandin û pêl bi pêl li her bihosta Kurdistanê belav bû, gelê me yê welatparêz ê li hêviya azadiyê, xwedî lê derket. Ev kevneşopiya berxwedanê ya ku bi serhildanan gihîşt asteke nû, bi fîşeka destpêkê ya ku fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) berda dagirkeran Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê afirand û li çiayyên Kurdistanê veguherî gerîla. Gelê me bi dilxwazî tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, di nava têkoşînê de mezin bû û veguherî mînaka şênber a rastiya gel ê şerker.

Bajarê me yê Wanê ku li gel êrîşan hemûyan dilsozê nirxên Kurdistanî yên qedîm û esîl ma, hêvî û baweriya xwe ya bi paşeroja azad tu carî winda nekir û bû yek ji deverên destpêkê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê girseyî bû, têkoşîna me û şehîdên me yên nemir ên têkoşîna me bi serhildanan hembêz kir. Xelkê me yê Şaxê yê welatparêz ku bi çanda berxwedanê ya PKK'ê nifşên nû afirand û bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir, ji dil baweriya xwe bi xeta serketinê ya PKK'ê anî û ti carî ji dayina berdêlan xwe neda alî. Hevrêyê me Çekdar li nava malbateke welatparêz a eşîra Xelîlanê ji dayik bû ku ev kevneşopiya berxwedanê ya xurt lê serdest e ji dayik bû, ruhê serhildanê ji malbata xwe wergirt û di temenekî zû de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir, bi vî rengî mezin bû. Ji ber ku li nava derdoreke welatparêz û malbateke welê mezin bû ku tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê Kurdistanê Çêbûbû, hevrêyê me gihîşt asteke hişmendiyê û danheviyê ya xurt. Hevrêyê me Çekdar ti carî li hemberî têkoşîna paşeroja azad a gelê me xemsar nema, di nava têkoşînê de cih girt û ji xwe re kir esas ku di nava pratîkê de kûr bibe. Ji aliyekî ve feslefeya jiyanê ya Rêber Apo û rastiya şehîdan a PKK'ê xurt dike pejirand, li aliyê din jî rastiya dijmin nas kir. Li hemberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî ciwanên Kurd, hevrêyê me Çekdar bi tevlîbûna hîn çalak a li têkoşînê hewl da bersivê bide û beşdarî nava karên ciwanan bû, di demeke kurt de bû pêşeng. Hevrêyê me ciwanên Kurd kişand nava refên têkoşînê û li hemberî êrîşên dijmin parast. Ji aliyê dagirkeran ve gelek caran hate destgîrkirin, tevî vê yekê jî dest ji têkoşînê berneda, têkoşîna xwe mezintir kir û bersiva pêwîst da dagirkeran.

Partiya me PKK li nava refên têkoşînê kevneşopiyeke welê afirand ku berxwedana her hevrêyekî şehîd dibe û çeka wî ji aliyê milîtanên Apoyî yên nû tên ve têne dewr wergirtin û bi ser xistin. Gelê welatparêz ê Kurdistanê xwedî li vê kevneşopiyê derket. Hevrêyê me Çekdar jî li nava refên gerîla pratîkeke bi milîtanî kir û ji bo bersivê bide şehadeta pismamê xwe Şehîd Dara Kato (Şakir Îtah) ku sala 2006'an li Botanê şehîd bû, bi daxwazeke mezin li dijî êrîşên li ser Rêber Apo ji bo karibe wezîfeya xwe bi cih bîne, heman salê bêteredût tevlî nava refên gerîla bû. Di demekê de ku êrîşên li ser Rêberê me û têkoşîna me giran bû, 4'ê Nîsanê di rojbûna Rêberê me de beşdarî nava refên gerîla bû û wateyeke mezin da gava xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê. Hevrêyê me Çekdar li Kelareşê beşdarî nava refên gerîla bû û pratîka xwe ya destpêkê di pêvajoya şerê giran de pêk anî. Bi îradeya xwe ya xurt hemû zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û cihê xwe li refên herî pêş girt. 5 salan li qada Kelareşê veguherî gerîlayekî şareza û fermandarekî pêşeng, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist. Piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên medyayê bû, bi perwerdeyê ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir û ji aliyê leşkerî ve jî bû fermandarekî pispor. Piştî ku demekê li herêma Heftanînê ma berê xwe da Zagrosan, li qadên Cîlo, Çarçella û Zapê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me Çekdar ku yek ji fermandarên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî bû ku sala 2010'an destpê kir, li qada Çarçellayê kedeke mezin da ku derbên giran li dagirkeran bê xistin. Hevrêyê me bi rengekî fedaî xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me, bêrawestan ked da û her tim li eniya herî pêş cih girt, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Li ser şopa Şehîd Reşîd Serdar meşiya û her firsendê derbên giran li dagirkrean xist. Hevrêyê me Çekdar bû yek ji wan hevrêyên me ku ruhê milîtaniya demê bi rengê herî xurt di pratîkê de nîşan da. Piştî pratîka serketî ya li Çarçellayê hevrêyê me Çekdar derbasî Cîlo bû û hevrêyên xwe li ser xeta milîtaniyê perwerde kir, ji bo kûrbûna wan a li ser xeta Rêbertî kedeke mezin da. Hevrêyê me Çekdar di perwerdekirin û gihandina bi sedan milîtan û bi dehan fermandaran de ked da, bi danheviya xwe ya kûr, bi çand û exlaqa xwe ya Apoyî gihîşt asteke bilind û bû mînak ji hevrêyên xwe re.

Dema ku dewleta Tirk a mêtinger 24'ê Tîrmeha 2015'an ji bo tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku îradeya azad a gelê me ye dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, hevrêyê me Çekdar bersiva destPêkê da û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Çekdar weke milîtanekî bi ruhê serketinê wezîfeya xwe her tim bi serketî bi cih anî. Li qadên Cîlo, Çarçella û Zapê 7 salan bêrawestan şer kir, derbên giran li dagirkeran xist û tevî fermandarê me yê fedaî Şehîd Elî Piling li Zapê bi rengekî çalak tevlî pêvajoya lêdana derbên giran a li dagirkeran bû. Ji bo taktîkên gerîla yên dema nû bi cih bîne û bi ser bixîne timî kûr dibû, her tim bi israreke mezin xwest li dilê Kurdistanê li Botanê gerîlatiyê bike. Bi perwerdeyên li akademiyên leşkerî re gihîşt asteke fermandariyê ku pêwîstiyên şer bi cih bîne û sala 2019'an derbasî Botanê bû, li gel hevrêyên xwe li dijî mêtingeriyê têkoşîneke destanî meşand. Hevrêyê me Çekdar li ser şopa Şehîd Delal Amed meşiya, li her derê bû tirsa dilê dijmin û wezîfeya fermandariya eyaleta Botanê bi serketî bi cih anî. Di dem û cihê ku dijmin texmîn nedikir bi alakiyên afirîner hesabê gelê me ji dijmin pirsiya, bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm li her qadê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Çekdar ji bo karibe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr bibe û bigihîne hevrêyên xwe her tim hewl dida, ji bo nirxên têkoşînê mezin bike ku ji aliyê şehîdan ve bi fedaîtî hatin afirandin, her tim kete nava hewldanan.

Hevrêyê me Çekdar ku li çiyayên Kurdistanê xwe gihand cewhera xwe, bi moral, zindîbûn û coşa xwe her kêliya jiyana gerîlatiyê bi wate kir. Ji Zagrosan heta Botanê li her derê ruhê xurt ê PKK'ê gihand her deverê û li ser xeta fedaîtiyê bêteredût meşiya. Hevrêyê me Çekdar weke fermandarekî pêşeng ê ji nava gelê me rabû, bû xwedî tevlîbûn û jiyaneke bi milîtanî Em weke hevrêyên hevrê Çekdar û şervanên wî, em soz didin ku li gorî mîrateya têkoşînê ya şehîdan, berxwedana xwe teqez bi ser bixînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be."