Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo 9’emîn salvegera fermana 3.8.2014’an di nav amadekariyên berfireh de ye. Vegera gel a li Şengalê, xurtkirina tifaq û yekîtiya hêzên siyasî û civakî, amadekariyên ji bo pêvajoya mehkemekirina DAÎŞ'ê, karên ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê, rêxistinkirina çalakiyên bîranîna fermanê rojevên esasî yên Rêveberiya Xweser a Şengalê ne. Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim têkildarî vê rojevê û plansaziya wan a dema pêş ji ANF'ê re axivî.
'ŞENGAL JI ÇAR ALIYAN VE HATE DORPÊÇKIRIN'
Xalid Qasim destpêkê destnîşan kir ku civaka Êzidî ne ji ber hêza xwe ya siyasî û leşkerî lê belê tenê ji ber baweriya xwe ya qedîm rastî fermanan hatiye û got, hedefa dijminên êzidiyan ew e ku vê baweriyê ji kokê ve rakin. Xalid Qasim behsa rojên beriya fermanê jî kir û got: "Dema DAÎŞ bi ser Şengalê ve hat tenê 2 rê dan pêşiya me. Yan wê Êzidî bibin Misilman an jî wê werin kuştin. Di dema rejîma Beasê de jî civaka Êzidî êş dîtin lê piştî şikestina rejîmê xeteriyên ewlehiyê zêde bûn. Ruxmê ku daxwaza civaka Êzidî ya desthilatdariyê nebû jî gelek ji wan hatin girtin an jî kuştin."
Xalid Qasim bi bîr xist ku beriya Şengalê, DAÎŞ'ê Mûsil dagir kir û bi derfetên ku bidest xistin berê xwe da Şengalê û rewşa wê demê wiha şîrove kir: "Piştî ku 2’ê Tebaxê pêşmerge xwe ji Zemarê jî vekişand ti rêyeke me nema. Weke Şengal çar aliyê me hate dorpêçkirin. Hêzên Iraqî û pêşmerge jî şer nekirin û reviyan, vî gelî bê parastin hiştin. Li hemberî hêzeke weke DAÎŞ'ê em bêhêz hiştin."
'PDK'Ê NEHIŞT EM AMADEKARIYÊN PARASTINÊ BIKIN'
Xalid Qasim da zanîn ku beriya fermanê civaka Êzidî ji ber êrîşan dest bi amadekariyên xwe parastinê kirine û ev agahî dan: "Hinek xortên me yên ku tecrûbeya xwe ya leşkerî hebûn, yên karibin parastinê bikin komî hev bûn. Asayîşa PDK’ê nehişt ku ev rêxistinî pêk were. TEVDA’yê xwest perwerdeyê bide ciwanan, dîsa pêşmergeyan nehiştin. Hejmarek xort derbasî Rojava kirin ji bo perwerdehiyê. Hê dewreya wan berdewam dikir, ferman bi ser me ve hat."
Xalid Qasim diyar kir ku armanca DAÎŞ'ê ew bû ku hemû Êzidiyan tine bike û wiha pê de çû: "Eger ew rêya Rojava nehatana vekirin wê bi dehan qatî zêdetir şehîd, birîndar û êsîr çêbûna. Ferman hatibû ku Êzidiyan nehêle, plana DAÎŞ'ê ev bû. Ez bawer im dewlet nebû ku ne di nav vê planê de bin. Li Rojava, 2 dewreyên perwerdehiyê hatibû dayîn ku bû zemîna parastinê. Dîsa hatina gerîlayên HPG’ê û hêzên Rojavayê Kurdistanê nehişt ku ev plan biçe serî. Fikrê azadiyê rê li ber kuştin, destdirêjî, kirîn û firotina însanan girt. Dîsa berxwedana gelê me yê li Girzerik û Sîba Şêx Xidirê berxwedana ruhê Ezdatiyê bû. Mayîna însanan a li Çiyayê Şengalê jî berxwedaneke mezin bû. Ev berxwedana giştî, rê li ber planên wan girt."
'CIVAKA ÊZIDÎ WÊ JI IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ HESABÊ FERMANÊ BIXWAZE'
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim, dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê weke berpirsyarên esasî yên fermanê bi nav kir û wiha axivî: "Bi sed hezaran însanên me derbeder bûn, bi hezaran wenda ne, derdora 90 gorên komî hene, di rêya koçberiyê de canê xwe ji dest dan. Sebeba vê çi bû, civaka êzidî bê parastin ma. Ev milet wê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê hesabê vê tiştê bixwaze. Ji bo ku civaka Êzidî nikaribe hesabê fermanê bixwaze, Iraq jî Herêma Kurdistanê jî naxwazin em bibin xwedî hêz û îrade."
'DESTÛRA IRAQÊ RÊ DIDE KU ÎDAREYA HERÊMÎ WERE AVAKIRIN'
Xalid Qasim diyar kir ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê weke îradeya gel hatiye avakirin û hedefên wê wiha rêz kirin: "Ya yekem ji bo parastin Êzidiyan, ya duyem ji bo daxwaza mafên rewa ya civaka Êzidî, ya sêyem jî însanên ku di fermanê de kêmasî û berpirsyariya wan heye hesab ji wan were xwestin. Ji ber van hedefan ev îrade hatiye avakirin. Ji bo xurtkirina hêza siyasî û leşkeri ya Şengalê hatiye avakirin. Daxwazên me li gorî destûra Iraqê ye. Xalên destûra Iraqê rê dide ku îdareyên herêmî werin avakirin. Li gorî destûra Iraqê Şengal dikare xweser be."
'HÊVIYA GEL TIFAQ Û YEKÎTÎ YE'
Xalid Qasim her wiha derbarê xebatên yekîtî û tifaqa hêzên siyasî yên Şengalê jî nirxandin kirin û ev agahî dan: "Yek ji armancên esasî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ew e ku em tifaqê pêş bixin. Em dikarin yekdest bin ku em karibin parastina xwe bikin. Piştî kedeke mezin hin pêşketin hene. Em hemû mihtacê hev in, hêviya gelê me ew e ku em tifaqê çêbikin. Hêzên siyasî yên Şengalê mecbûr in li gorî hêviya gel tifaqa xwe çêbikin."
'DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ DI DADGEHKIRINA DAÎŞ'Ê DE AMADE BE'
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim di dawiya axaftina xwe de biryara Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ya mehkemekirina çeteyên DAÎŞ'ê jî nirxand û got: "Mehkemekirina DAÎŞ'ê gaveke girîng e ji bo Şengalê. Em dixwazin bibînin ku kîjan dewlet li pişt vê fermanê ne û çima ev ferman rakirin. Hikmê wan çi be lazim e were dayîn. Lazim e civaka Êzidî jî di vê mehkemê de hazir be. Iraqê mixabin heya niha ti mehkemeyeke fermî ji ber fermanê nekirine. Em hêvî dikin Iraq jî sûcên fermanê mehkeme bike. Çi ji destê me were em ê bikin da ku DAÎŞ li Iraqê jî were mehkemekirin."