Cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê radestî malbatên wan hatin kirin

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Şehmûs Aykol, Ahmet Demîr û Muhammed Fûad Nûsret ên ku li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê şehîd bibûn, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Şehmûs Aykol (Serxwebûn Amed), Ahmet Demîr (Avareş Pirsûs) û Mûhammed Fûad Nûsret (Raman Sine) ên ku li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê şehîd bibûn, radestî malbata wan kirin.

Malbatên her sê HPG'iyan di 3'yê Tîrmehê de ji bo wergirtina cenazeyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dan. PIştî testa DNA'yê ya ferdên malbatan û cenazeyan li hev derketin cenaze îro radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê Şehmûs Aykol ber bi Amedê, yê Ahmet Demîr ber bi Pirsûsa Rihayê hatin birêkirin.

Cenazeyê Mûhammed Fûad Nûsret jî piştî destûra dozgeriyê dê li Taxa Ormanê ya Gever a Colemêrgê bê definkirin.