Li Bradostê di encama teqîna mayînekê de şivanek birîndar bû

Li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê li Geliyê Sinînê di encama teqîna mayînekê de şivanek birîndar bû.

Li gorî nûçeya RojNews’ê, danê sibê li Geliyê Sinînê teqînek pêk hat.

Hat ragihandin ku şivanê ku di encama teqînê de birîndar bû, piştî mudaxeleya ewil a li Sîdekanê rakirin Nexweşxaneya Lezgîn a Soran.

Li Geliyê Sinînê hê jî mayînên bi taybetî yên serdema rejîma dîktator Seddam Husên hene.

Hat ragihandin ku dema şivan diçû pezê xwe biçêrîne teqîn pêk hat.

Ji ber mayinên ku ji aliyê rejîma Baasê hatine dayîn her sal bi dehan kes tên kuştin an jî birîndarkirin.