KURDISTAN
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li qadên gerîla bi merasîmekê hate pîrozkirin. Di merasîmê de hate destnîşankirin ku di sala 47'an a têkoşînê de wê derbên hîn giran li dagirkeriyê bixin.
Endamên TEV-ÇAND'ê di salvegera 46'emîn a damezrandinê de qala Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, sala 47'an a têkoşînê wê bibe sala têkoşîneke gelekî xurt a ji her alî ve.
Koordînasyona KJK'ê têkildarî salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sala têkoşînê ya 47'an wê serketinên mezin bi xwe re bîne.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û ji bo sala 47'an a têkoşînê jî serketin xwest.
Hemû Nûçe
-
-
-
HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir
Li dijî hêzên gerîla yên ku ji ber erdhejê biryara rawestandina çalakiyan dan, meha Sibatê ji bejahî û hewayî ve bênavber êrîş hatin kirin. 142 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombardûman hate kirin.
-
'Pîr Çeko xelekek ji zincîra mêrxwasan bû'
Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd diyar kir ku ji ber dijminên civaka Êzidî naxwazin Êzidî xwe birêvebibin pêşengên wan dike hedef û got: "Her ku fermandarek me pêş dikeve û civaka Êzidî bi hêza xwe bawer dibe, ew tê hedefgirtin."
-
-
-
-
-
HPG: Guh nedin nûçeyên derewîn ên medya şerê taybet a Tirk
HPG'ê diyar kir ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviya û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, beriya 2 mehan radestî dewleta Tirk bû. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derewîn ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk.
-
HPG'ê şehîd Ferhat Xizginos bi bîr anî
HPG'ê gerîla Ferhat Xizginos - Mehmet Yanar bi bîr anî ku sala 2021'ê di encama qezayekê de şehîd bû û got, "Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertî re milîtanekî Apoyî yê mînak bû."
-
AKP'ê li Agiriyê dest danî ser alîkariyê
Hikûmetê û ÎHH’ê alîkariya Kurdên ji Agiriyê ya ji bo mexdûrên erdhejê, asteng kir. Qeymeqamtiya Panosê bi hincetên pûç, bargilgira alîkariyê ya Şaredariya Panosê desteser kir.
-
-
-
'Divê dewleta Iraqê Şengalê jinûve ava bike'
Skender anî ziman ku divê dewleta Iraqê, Şengalê jinûve ava bike û got: “Eger nikaribe Şengalê ava bike, bila penaberan vegerîne ser cih û warên wan, yan jî bila çarenûsa keç û jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bibîne û wan li malbatên wan vegerîne."
-
-
-
YBŞ: Fermandarên me Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek ragihand di encama êrişa balefira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li Şengalê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û şervanekî wan jî birîndar bûye.
-
-
-
-
HPG: Bi şehadetê mîrateya berxwedanê li pey xwe hiştin
HPG'ê nasnameya gerîlayên di sala 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Van hevrêyên me yên fedaî bi şehadeta xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê li pey xwe hiştin û ji bo gelê me û hevrêyan bûn hinceta tolhildanê."
-
-
-
Ji malbatekê 35 kes di erdhejê de mirin
Li Semsûrê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ji sedî 80'ê hilweşiya, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji hin malbatan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji malbata Filikî 35 kes mirin.
-