Qirkirina xwezaya Cûdiyê û Akbelenê, li Rihayê hat protestokirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, bertek nîşan da ku çima artêşa Tirk daristanên li Cûdiyê dişewitîne û daristanên li Akbelenê li bo rantê tên birîn û got: ‘’Canê me ku li Akbelenê ye, bi şewitandina daristanan li Cûdiyê, dixwazin behnê li me biçikîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bertek nîşan da ku çima artêşa Tirk daristanên li Cûdiyê dişewitîne û şirket darên Daristana Akbelenê ya li navçeya Mîlas a Mûglayê dibirin. Daxuyanî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê ya Rihayê hat dayîn. Ji xeynê pêkhateyên platformê nûnerên partiyên siyasî û gelek kes bûn beşdar li daxuyaniyê.

Gava dayîna daxuyaniyê pankartê li ser ‘’Agir bi Cûdiyê dikeve, deng bide, dest nede Akbelenê’’ nivîsandî hat vekirin. Li ser navê platformê birêvebira Şaxê Rihayê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) Selma Ateş, axivî, got: ‘’Canê me ku li Akbelenê ye, bi şewitandina daristanan li Cûdiyê, dixwazin bêhnê li me biçikînin.’’

NAHÊLIN XELK AGIRÊ BI DARISTANAN KETIYE VEMIRÎNIN

Selma Ateş, diyar kir ku li dest di agirê li Cûdiyê bi daristanan ketiye nayê werdan û nayê hiştin ku gel jî agir vemirîne û wiha axivî: ‘’Bêyî veqetandina Liceyê ji Marmarîsê, Gabarê ji Îkîzdereyê, Dersimê ji Çiyayên Qazan, Cûdiyê ji Akbelenê, me bang li hemû gelan e ku li dijî birîn û şewitandina daran bi hevparî têbikoşin.’’

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Piştî daxuyaniyê ji bo protestokirina şewitandina daristanan li Cûdiyê û birîna daran li Akbelenê, çalakiya rûniştine hat lidarxistin.

Dirûşmeya ‘’Ranezê Riha, agir bi Cûdiyê ketiye’’ hat berzkirin û çalakî qediya.