Fermandara YJA Starê ya ku da ser şopa Viyan: Adar Amed

Adar Amed ku bi bandora çalakiya Viyan Soran di sala 2008'an de tevlî nava refên gerîla bû, bû yek ji fermandarên YJA Starê yên leheng ku li Kurdistanê bû sembol.

Fermandar Adar Amed (Hatîce Ay) sala 1990'î li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Adar Amed hîn 2 salî bû bavê wê Abdûllah Ay ji aliyê kontrayan ve hate şehîdxistin.

Piştî ku malbata wê ji gund bar kir navenda Pasûrê, cudahiya navbera jiyana li gund û bajêr, li dibistanê cudahiya navbera Kurd û Tirkan, rewşa jinê ya li nava civakê û cudahiya navbera jin û mêr hîn baştir dît. Hewl da bersivê ji pirs û nakokiyên xwe re peyda bike û gelekî ket bin bandora çalakiya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Viyan Soran a sala 2006'an. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebe ji bo gelê Kurd jiyanek nîne û bi vê biryardariyê di sala 2008'an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Adar Amed li nava refên gerîla wateya jiyanê dît, bi eşqeke mezin îdeolojî û felsefeya Apoyî ji xwe re kir esas.

Di navbera salên 2008 û 2014'an de li dijî êrîşên dewleta Tirk li Amedê têkoşîneke bênavber hate nîşandan. 6 salan di pratîka Bakur de gelek zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir. Bi îradeya xwe ya xurt li hemberî zehmetiyan rawestiya û di sala 2014'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Di têkoşîna her şoreşgeran de qonaxên gelekî girîng hene ku sedema guherîn û veguherînê ye. Perwerdeya li Akademiya Şehîd Bêrîtan ji bo Adar Amed jî bû qonaxeke diyarker. Biryardariya li ser kesayetiya jinê ya azad, encamên ji pêvajoya perwerdeyê ji bo pratîkeke xurt ji xwe re kir qonaxeke girîng.

TÊKILIYÊN HEVRÊTIYÊ YÊN LI NAVA PKK'Ê GELEKÎ BANDOR LÊ KIR

Adar Amed beşdarî perwerdeya li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda bû û piştre derbasî Akademiya Hakî Karer bû. Li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeya li ser bingeha projeya jinûve avabûnê ya HPG'ê bû û hewl da gerîlatiya serketinê di kesayetiya xwe de bi cih bike.

Adar Amed mîna bi hezaran şoreşgeran kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê yên li nava tevgerê. Li ser têkiliyên hevrêtiyê nirxandineke bi vî rengî kiribû: "Li gel fikir û felsefeya Rêber Apo, tiştekî din a ku mirovan tevlî vê jiyanê dike, hevrêtî ye. Yê ku girîngiyeke mezin dide têkiliyên hevrêtiyê Rêber Apo ye. Rêber Apo li dijî taybetmendiyên derewîn û xapandinê yên sîstemê şer kir û paradîgmaya PKK'ê di dil û mejiyê me de bi cih kir."

Adar Amed bi dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd û şehîdan re, bi meşa xwe ya şoreşê, eşqa azadiyê û daxwaza têkoşînê ji hevrêyên xwe re her tim bû mînak û xwe amade kir ku li warê ji dayik bû li dijî dijminê dagirker şer bike.

Adar Amed ku hevrêya Bêrîtan Şemzînan, Devrîm û Nûman Amed bû, zanîbû ku di jiyanê de kê ji xwe re bike mînak, li ser şopa kê bimeşe. Heta dawiyê ji van lehengan bawer dikir ku xeta rastî temsîl dikirin. Ji bo karibe tola wan û bi sedan hevrêyên xwe yên şehîd hilîne careke din çû qada şerê giran. Weke fermandara YJA Starê li eyaleta Amedê di asta fermandariay herêmê de bi rol û mîsyoneke girîng rabû, ji bo hêjayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan be bi şev û roj xebitî, her tiştên xwe feda kir.

Ji fermandarên YJA Starê yên leheng Amar Amed di 20'ê Îlona 2020'î de li herêma Pîranê di êrîşa dewleta Tirk de tevî hevrêyên xwe Dîcle Sêrt û Dîren Wan şehîd bû.