Li Washingtonê du xebatkarên sefaretxaneya Îsraîlê hatin kuştin

Li nêzî Muzeya Yahûdî ya li Washingtonê, du xebatkarên sefaretxaneya Îsraîlê hatin kuştin. Kesekî gumanbar hate girtin.

Wezîrê Ewlekariya Hundirîn a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku du xebatkarên Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li DYE'yê êvara Çarşemê li ber Muzeya Yahûdî ya li Washingtonê hatin kuştin.

Gumanbarê destpêkê demeke kurt piştî bûyerê hate binçavkirin. Li gorî rayedaran, kesekî ku beriya êriş bike li dora muzeya li paytexta DYE'yê geriya, mêrek û jinek qetil kir. Gumanbar hate binçavkirin û hate ragihandin ku di dema binçavkirinê de got 'Azadî ji Fîlîstînê re'. Li gorî polîsan gumanbar Elias Rodriguez ê 30 salî yê ji Chicagoyê ye.

Serokê DYE'yê Donald Trump li ser tora Truth Social daxuyaniyek da û got, "Ev kuştinên li Washingtonê yên ji ber antîsemîtîzmê divê tavilê rawestin." Trump got, "Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê cihê nefret û radîkalîzmê nîne."

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio jî anî ziman ku berpirsyarên êrîşa çekdarî wê bêne dîtin.

Ruibo li ser hesabê X'ê daxuyanî da û got, "Ev yek çalakiyeke tundiyê ya tirsonek û antîsemîtîk bû. Bila gumana we nebe; em ê berpirsyaran bibînin û radestî edaletê bikin."