'Em zarokên xwe bi çand û zimanê xwe perwerde bikin'

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Şengalê weke bersivek li fermanê bang li xelkê Şengalê kir ku zarokên xwe tevlî perwerdeya bi ziman, çand û baweriya xwe bikin.

Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ku di salvegera 9'an de ye bandora herî giran li zarokan kir. Bi sedan zarokên Şengalî di dema fermanê de ji tîna û birçîna jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran hatin revandin. Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Şengalê ji ber salvegera fermanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di dema fermanê de bi sedan zarok ji tîna û birçîna mirin, bi hezaran zarok ji hemû mafên xwe yên jiyanê bêpar hatin hiştin û hate gotin, "Bi hezaran zarok sêwî man."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zarokên Şengalî yên ji ber fermanê koçber bûn, ji ziman û çanda xwe dûr ketin, ji mafê xwe yê jiyanê dûr ketin û hate gotin, "Ji bo em birînên zarokên Şengalê bipêçin, divê em zarokên xwe bi ziman û çanda vê civakê bidin perwerdekirin."

Saziyê diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê civakê bi demê re dest bi jiyaneke nû kir, gel xwe bi rêxistin kir û got, "Di wan kêliyan de meclîsên gel û sazî hatin avakirin. Yek ji wan saziyan jî Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Şengalê bû ku ev sazî bi komeke ji ciwanên xwebeşx ê civaka me dest bi kar kir. Armanca xwe jî ew bû ku zarokan bêperwerde nehêlîne. Li çiyayê Serdeştê û Çilmêran bi sedan zarok di binê konan de hatin perwerdekirin. Ew zarok di nava şert û mercên herî giran de hatin perwerdekirin. Niha bi sedan zarok têne perwerdekirin. Beriya her tiştî em zarokên xwe bi çand, bawerî û zimanê xwe perwerde bikin da ku zarokên me rastiya xwe nas bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên fermanê hatin bîranîn.