Bûyera Erdem Kavlak û beriya wê
Ne bi tenê Erdem Kavlak, aqûbeta gelek leşkerên hinceta mirina her yekî bi awayekê cuda hatiye gotin, ya rast ne diyar e, mirine yan hatine kuştin.
Ne bi tenê Erdem Kavlak, aqûbeta gelek leşkerên hinceta mirina her yekî bi awayekê cuda hatiye gotin, ya rast ne diyar e, mirine yan hatine kuştin.
12’ê Tîrmehê di binnivîseke kanaleke televîzyonê ya şerê taybet ê dewleta Tirk de nûçeya mirina leşkerê bi navê Erdem Kavlak ku li herêma operasyona Pencik-Kilîdê bi giranî birîndar bûye, dihat weşandin. Piştî xwendina vê nûçeyê, di nava xwe de me bi texmînî got ‘ev Erdem ya xwe kuştiye, ya jî serî li ber hin tiştan rakiriye û hatiye kuştin’. Sedema vê texmînê ku me dikir ew bû ku leşkerên nûçeya mirina wan berê wek ‘ji ber qezayekê bi çekê miriye, ji kendal ketiye, moz pê vedaye, di avê de fetisiye’ dihat weşandin, me bi caran dîtibû ya jî bihîstibû leşker bi çi sendroman ber bi mirinê ve hatine kişandin ya jî hatine kuştin. 13’ê Tîrmehê vîdeoya mexdûrê artêşa Tirk ê bi navê Erdem Kavlak ku gilî û gazincan ji fermandarên xwe dike hat weşandin.
NIHÊRTINA BI KURTÎ LI SEDEMÊN BÛNE SEDEMA QEWIMÎNA BÛYERA ERDEM KAVLAK
Artêşa Tirk, 23’yê Nîsana sala 2021’ê berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyona xwe ya herî berfereh a dagirkeriyê kir. Rojên ku operasyon dest pê bûn, di serî de Erdogan û çeteya wî ya wezîran roja ku wê ev operasyon biqede diyar dikir. Yên di vî warî de bi îdia diaxivîn, wan pêşbînî ew ku wê ev operasyon di nava du mehan de temam bibe û wê Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava du mehan de bi temamî bên dagirkirin. Lê ji leşkerên pereyî yên artêşa Tirk ta bi fermandarên herî astbilind serê xwe xurand û ketin vê operasyonê. Wezîrê sûcên şer ê hingê di kanalên televizyonê bi qêrîn reklama operasyona Pencik-Kilîdê dikir, lê rewşa leşkerên Tirk li Zap û Avaşînê, ne bi wî awayî bû ku dihat gotin.
Berê jî bi taybetî li ser xeta sînorê Zagrosê gelek operasyon hatin kirin. Pişta xwe dan kelehqol û eniyên xwe yên şer ku bi teknîka bipêşketî bi teçhîzat kiribûn û operasyon li derveyê sînor dikirin. Lê 23’yê Nîsana sala 2021’ê dest bi operasyoneke ku wê paşê li wan bibe wek sendrom, kir. Erdoganê şef ê faşîst her roj digot ku nizanim çend kîlometreyan bi pêş ve diçin, xwe wek cîhangîrê nû Rojhilata Navîn radigihand, lê leşkerên Tirk ku ber bi nava qadan ku gerîla her yek kiriye wek keleh, bi qasê lîderê xwe ji xwe ne bawer bûn.
BI PIŞTRE ME FÊM KIR KU MESELE NE ‘DANÎNA LEŞKERAN’, LÊ RAKIRINA LEŞKERAN’ BÛYE
Leşkerên Tirk ku sala 2021’ê bi awazên serkeftinê û sirûda mehterê ber bi Zagrosan ve hatin birin, cara pêşi li Mamreşoyê ketin şokê. Lewra gerîla ku bi pêwistiyên awayê şer ê serdemê dizanî, wê mîna berê şer nekira. Tûnelên şer ku bi keda bi salan hatin avakirin, bûn cihê berxwedanên bi heybet bi gerîla û artêşa Tirk ket şokê. Hingê tiştekê giring jî ew bû ku artêşa Tirk her şev bêyî sekin leşker datanîn. Me didît ku di şevekê de zêdeyê 50 caran leşkeran datînin. Me jî digot qey alav û amûr ya jî cebilxane datînin û gava em sibehê rabibin û li Girê Mamreşo binihêrin, em ê gelek alavên teknîkî, alavên ji bo jiyanê û çekên giran bibînin. Lê sibeha şevê leşkeran dihatin danîn, dîsa ji xeynê leşkeran tişt xuya nedikir. Me paşê fêm kir ku li Girê Mam Reşo bi tenê leşker nayên danîn, lê tên rakirin jî. Artêşa Tirk, leşkerên xwe li Girê Mamreşo mîna çerezan xerc dikir, her şev leşkerên xwe yên mirî dibirin Qereqola Rûbarokê û yên nû dianîn cihê wan. Bi skorskyan ne bi tenê cenaze dihatin hilgirtin, leşkerên li qada şer zêdeyê du rojan li ber xwe nedidan jî dihatin hilgirtin. Artêşa Tirk, her şev neçar dima ku leşkerên xwe biguhêre.
ENCAX LEŞKEREKÎ JI HER TIŞTÎ ACIZBÛYÎ BÊYÎ ÇEK Û TAZÎ LI QADA ŞER BIGERE
Rastiya li qadê û propagandaya “Mehmetçîkê qehreman” ku televizyonan de dihat kirin, hev û din nedigirt. Leşkerên Tirk bi derewa “Ev kar di du mehan de temam e, du meh bi şûn de hûn ê vegerin mala bavê xwe” dihatin qanihkirin. Lê ev kar du sal in berdewam e… Erda Zagrosan zor e, asê ye. Zivistanan bi qasê mirov biqerise sar e, havînan jî germahiya wê nayê kişandin. Encax kesên li vê erdnîgariyê çêbûne û mezin bûne û bi salan li vir in bikarin li vir bijîn. Leşkerên sala 2021’ê bi hemû teçhîzatên xwe li qadê hatin danîn, ber bi mehên havînê ve bêyî cil, bê çêk li qadê dest bi gerê kir. Mîna leşkerê 24’ê Gulanê li Girê Cehnem ê girêdayî Zapê hat kuştin û bi tenê cilên bin lê bû. Tiştê ku leşkerekê bi salan li ser bihîstyarî, xweveşartin, nepenî û hişyariyê perwerde dibîne dike vê rewşê çi ye? Encax leşkerekê dev ji her tiştî berdayî, ji ruhê xwe acizbûyî, bê çêk û tazî li qada şer bigere. Tiştê ew bêzar kiribûn helbet ne bi tenê hewaya germ bû; berxwedana gerîla û biserneketina wan a li dijî berxwedanê bû. Helbet leşkerekî di encama êrîşeke nebiserketî de, fermandar xwe pê re bixeyidîne û lê bixe wê rewşa wî ya derûnî pir giran bibe.
Li aliyekî jî artêşeke fedaî ya gerîla ye ku bi bîrdoz, girêdan, ji bo armanca xwe her roj canê xwe dide. Artêşa gerîla, artêşeke daye ser şopa Zîlanê ku gotiye ‘Xwezî ji xeynî canê xwe tiştekê me yê din hebûya ku me bidaya. Û dilpak. Me bi dehan şehîd li çiyayên Kurdistanê nas kirin ku gava hevalê/a li cem bûye şehîd, rakiriye çêka hevalê/a xwe, zûtir çûye bi ser dijmin de, bêhtir şer kiriye. Me bi dehan şervanên wêrek nas kirin ku bi dîtina perçebûna laşê hevrêyê/a xwe saw negirtiye. Îstiqrara şer û bipêşveçûna gerîla ji vir tê. Di vê mijarê de mirov leşkerên artêşa Tirk û gerîlayan bide ber hev, helbet bêrêzî ye li gerîlayan. Lê pir balkêş bû ku li qadeke çalakî lê dihat kirin û skorskyan dihat ku miriyan bibe û bi tenê ne cenazeyan lê heman rojê herî kêm 20 leşker bi xwe re dibirin û yên nû dianîn şûna wan. Skorskyan her şev leşkerên Tirk ku ne amadeyê derûniya giran a vî şerî, bedêl û şertên wê bûn, dil û mêjiyê bi qasê yê gerîla ne qewîn bû, ji derekê dibirin dereke din.
HÊZA ARTÊŞA TIRK A HERÎ PIR JI RUHÊ XWE ACIZ BÛBÛ, HÊZA LI GIRÊ WERXELEYÊ BÛ
Leşkerên Tirk, bi heman derûniyê tev li operasyona 17’ê Nîsana sala 2022’yan li Zap û Avaşînê dest pê hat kirin jî bûn. Lê rastiyên ku me par ji liv û tevgera wan tespît kirin, îsal me ji wan bixwe bihîst. Hêza artêşa Tirk a herî pir ji ruhê xwe aciz bûbû, hêza li Girê Werxeleyê bû. Dengê leşkerên ji der ve bi hev re diaxivîn, diçû gerîlayan. Axavtineke bi hev re ya leşker û fermandarekî wiha ragihandin: ‘Yê fermandar ji leşker re dibêje ‘Dê! Dora te ye, dê, şêrê min, bikeve hundir bi pişt re hêsan e, lêşker jî dibêje ‘min canê xwe li erdê nedîtiye, ez nakevim bila ew bikeve’ û hevalên xwe nîşan dide.
Dawiya dawîn bi hev û din dikevin. Berxwedêrên Werxeleyê digot ku leşker her roj bi hev re şer dikin. Hema bibêje roja sedemîn a berxwedana Werxeleyê bû, fermandarekê rayedar peşniyaz li gerîla dikir. Vê carê ne pêşniyaza ji bo radestbûnê lê wiha digot: “Erê, me fam kir, tu xwe nadî dest, qet nebe vê çeperê berdin û herin, em dest nadin we, em tiştekî ji kesî re jî nabêjin.” Di vê pêvajoya berxwedanê de ewqas tişt bi serê leşkerên artêşa Tirk de hatibûn ku, bêyî ku haya yên ser wan jê hebe pêşniyaz li gerîla dikir ku vî karî bi hêsanî çareser bikin. Ên ku bêriya xwarina dêya xwe kiribûn, ji xwarina konserve aciz bûbûn, ên gilî ji neşûştina serê xwe dikir, ê ku destgirtiya xwe dianî bîra xwe, ên ku di nobetê de radizan û xafil dihatin girtin, leşkerên bi cilên li bin çeperan bigirin, helbet nikarin serî artêşa herî fedaî ya gerîlayên Apoyî re derbixin!
HER LEŞKEREKÎ BI GERÎLA RE ŞER BIKE, DIVÊ MIHEQEQ BIÇE NAVENDA REHABÎLÎTASYONÊ
Mirov dikare behsa gelek bûyerên cuda yên li her çeperekê qewimîne bike. Wek encam; tişta dixwazim bibêjim ew e ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rewşa leşkerên Tirk qet ne baş e. Û ev rewş bi encamên îro derdikevin pêşberê îspat dibin. Erdem Kavlak ku ‘di encama qezayekê de’ mir ya jî hat kuştin, got; “Li vê derê tiştek bi min bibe, berpirs fermandar in.” encameke berxwedana mezin a Zapê û Avaşînê ye. Ne bi tenê Erdem Kavlak, aqûbeta gelek leşkerên hinceta mirina her yekî bi awayekê cuda hatiye gotin, ya rast ne diyar e, mirine yan hatine kuştin. Gelek leşkerên derûniya giran a vî şerî ranekiriye û xwe kuştiye, ya jî ji ber ku li ber yên ew kişandine ber bi vê tarîtiyê ve rabûne û hatine kuştin. Ên sendrom li wan çêbûye, xwe kuştiye, cardin adapteyê civakê nebûne, dîn bûne ya jî wekî din. Her leşkerekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîla re şer kiribe, şert e ku biçe navendên rehabîlîtasyonê. Nexwe, rewşên mîna ‘qezayên’ di bûyera Erdem Kavlak de qewimîne, dibe ku hêj pir biqewimin.