Salvegera 80'yî ya Komkujiya 33 guleyan: Kujer Mûglali kirin qehreman

Di ser komkujiya Qelqeliyê re 80 sal derbas bûn ku 33 gundî bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Neviyên qurbaniyan diya rkirin ku dewlet li şûna ku ji ber komkujiyê lêborînê bixwaze, Mûstafa Mûglali yê ku komkujî da kirin, xelat kir.

Di 28’ê Tîrmeha 1943’an de (li gorî hin çavkaniyan, sibeha 30’ê Tîrmehê) li navçeya Qelqelî ya Wanê yek ji mezintirîn qetlîamên Kurdan ên dîroka Komara Tirkiyeyê pêk hat. Tevî ku 33 gundiyên kurd ji aliyê dadgehê ve hatin berdan jî, bi fermana Orgeneral Mustafa Muglalî birin Geliyê Sefo û piştre bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Komkujî piştî salekê, bi vegotina gundiyek ku bi şans sax filitî derket holê. Hikûmeta Menderes ji bo tola Orgeneral Mustafa Muglali ku di bûyerên Menemenê de Serokê Dadgeha Îstiqlalê bû hilîne, piştî vê qetlîamê derket û di encama darizandinê de cezayê darvekirinê hat dayîn. Demek dirêj cezayê îdamê hat guhertin û cezayê muebetê hat girtin û li girtîgeha Muglali jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina xwe bi danasîna navê xwe li kolan û baregehan wek qehreman hat îlankirin.

XIZMÊN KESÊN HATINE QETILKIRIN HÊJ NEKARÎN XWE BIGIHÎNIN HESTIYÊN WAN

Di ser komkujiyê re 80 sal derbas bûn. Heta hestiyên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane jî nehatin bidestxistin. Herêma ku komkujî lê hat kirin weke qada qedexeya leşkerî hat îlankirin. Li ser sînorê Rojhilat niha dîwar tê lêkirin û hewl didin Kurdên li herdu parçeyan ji hev qut bikin.

DEWLET XWEDÎ LI MÛGLALIYÊ KUJER DERKET

Navê kujer Mûglalî cara ewil di sala 1967’an de li kolaneke Mûglayê hat kirin. Di sala 1987'an de dewletê itibara wî teslîmî wî kir û cenazeye wî bi merasîmekê birin goristana dewletê. Di sala 1997’an de li baxçeyê Akademiya Fermandariya Şer bîrdariya wî hate danîn û di sala 2004'an de navê Mûglalî li leşkergeha li Qelqeliyê hate kirin. 

Bi wesîleya 80. salvegera komkujiyê, neviyên kesên jiyana xwe ji dest dane hestên xwe ji ANF'ê re anîn ziman.

Ji neviyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane Omer Işik diyar kir ku, piştî dewlet komkujî pêk anî, hewl da vê bûyerê weke meseleyek qaçaxçîtî û eşîrtiyê nîşan bide. Her wiha Işik anî ziman ku, komkujî ne li dijî eşîrekê, li gelê Kurd hatiye kirin û got; “Di salên ku ez rêveberê ÎHD’ê bûm malbatên mexdûran serlêdan kirin. Di qetlîamê de gelek direm hatibûn jiyîn. Gelek diramên ku bên vegotin hene. Weke malbat hêj jî me nekarî xwe bigihînin hestiyên xizmên xwe. Di serdema DP’ê de mijar kete rojeva Meclîsê û Mûglalî hate darizandin. Lê belê her çendî ev komkujî li ser kesekî hatibe kirin jî, komkujiyeke dewletê ya rêxistinkirî bû. Dewlet polîtîkayên xwe yên ji jor ve li tiştan dinêre didomîne. Karsaziyek bi vî rengî tune, mantiqek wisa tune. 80 sal derbas bûn, hêj gelek doz berdewam in. Ji DMME’ê re hat şandin, lê heta niha ti encam bi dest neketiye. Desthilatdariya niha carekê navê Mûglalî pejirand û mafê paşabûnê hat vegerandin. Yê vê dike AKP’ê ye.”

‘NE KUJERÊN KOMKUJIYA 33’Ê GULEYAN NE JÎ YA ROBOSKIYÊ NEHATIN DARIZANDIN’

Ji mexdûrên komkujiyê Cizeyîr Ozkaplan jî wiha got: “Tîrmehê ji bo me meha şînê ye. Bapîrên me hatin qetilkirin. Bapîrên me bi neheqî hatin qetilkirin. Komkujiya 33 guleyan ne ya yekem û ne jî ya dawî bû. Em dixwazin ev komkujî bi dawî bibin. Komkujiya Roboskî di sala 2011’an de pêk hat. Dîsa di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê 33 ciwan hatin qetilkirin. Weke me berê jî diyar kiribû, em dixwazin li cihê komkujî ji bo mam, bapîr û xizmên me yên di Komkujiya 33 Gulan de jiyana xwe ji dest dane, abîdeyek bê çêkirin. Lê belê ev daxwaza me pêk nehat. Em dixwazin lêborîn bixwazin û abîdeyek li wê herêmê bê çêkirin. Lê belê berovajî vê yekê Mûglalî piştî mirina xwe hate xelatkirin û navê wî li her derê hate kirin. Wek neviyên wan mafê me heye ku em derbasî wê herêmê bibin û ji bo miriyên xwe Fatîha bixwînin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

PARÊZER JIYAN OZKAPLAN: KOMKUJIYA 33 GULEYAN ŞÎN Û HÊRSA GELÊ KURD E

Parêzer Jiyan Ozkaplan ê di komkujiyê de 12 xizmên xwe winda kirin anî ziman ku komkujiya 33 guleyan birîn û êşek bêdawiye û wiha got; “Ev ne komkujiya yekem û ne jî ya dawî bû ku gelê Kurd jiyaye. Em ketin salvegera 80' emîn. Drama mirovên bi îdîaya qaçaxçitiyê hatine destgîrkirine. 33 kes tên destgîrkirin, kesek ferq dike ku dê bên înfazkirin û xwe rizgar dike. Îtirafên leşkerên ku wê demê beşdarî vê bûyerê bûne eşkere kir ku çawa li wê navenda polîsan êşkence pêk anîne. Sibehekê piştî êşkenceyên giran, bi fermana Mustafa Mûglalî 32 kes li Geliyê Sefoyê hatin gulebarankirin. Komkujiya 33 guleyan, dram, şîn û hêrsa gelê Kurd e.”

'KUJER QEHREMAN TÊN ÎLANKIRIN'

Ozkaplan da zanîn ku bi hinceta kujer Mûglalî temenê wî mezin bûye cezayê îdamê veguheriya cezayê girtîgehê ya 20 sal û wiha domand, “Mûglalî di girtîgehê de dimire. Dosyayên kesên ku qetlîamên wiha kirine her tim wiha ne. Îro jî bi hinceta domborî û efûyê ev sûc bê ceza tên hiştin. Her çendî komkujiyan veşêrin û bi zagonên curbecur hewl bidin veşêrin jî, li erdnîgariya me gelek komkujiyên bi vî rengî hene. Komkujiya Roboskî ya ku herî dawî hat kirin jî bi heman sedeman pêk hat. Yên komkujî kirin her tim bê ceza hatin hiştin. Sedema ku navê Mûglalî li kolan û baregehan hatiye dayîn jî, armanca wê travma bi gelê Kurd bidin jiyîn e. Tê xwestin ku bi qehremankirina kujeran peyamek bê dayîn. Li şûna kujer bên darizandin, tên xelatkirin.”