DYE û Îran wê roja Înê bicivin

Hate ragihandin ku 5’emîn hevdîtina DYE û Îranê ya têkildarî bernameya nukleerê ya Tehranê wê di 23’yê Gulanê de li Romayê pêk were.

Cih û dîroka hevdîtinê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Badr- al- Bussaidî ve ku navbeynkariya hevdîtinan dike, hate ragihandin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îran ev nêzîkî meh û nîvan e ji bo lihevkirineke nuklerî ya nû hevdîtinan dikin. Tê gotin ku armanca van lihevkirinan ew e ku ger Îran kiryarên xwe yên nukleerî sînordar bike wê li beramberî vê yekê pêkanînên aborî yên li ser Îranê werin kêmkirin. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmail Bakeyi di daxuyaniyekê de diyar kir ku girêdayî pêşniyara Ummanê wan hevdîtineke nû erê kiriye.

Ev hevdîtin, ji vekişîna DYE’yê ya lihevkirina nukleerî ya berê sala 2018’an heya niha weke hevdîtina aliyan a herî astbilind tê nirxandin.  

Welatên Rojavayî û Îsraîl guman dikin ku Îran çekên nukleerî bi dest dixe. Îran jî van îdîayan red dike û dibêje ku ew teknolojiya nukleerî bes ji bo armancên aşitiyane bi kar tîne. DYE li dijî Îranê derdikeve ku bi tu awayî ûranyûmê dewlemend neke û Îran jî vê daxwazê li dijî Peymana Pêşîlêgirtina Çekên Nukleerî dibîne û weke xeta xwe ya sor qebûl dike.

GUMAN Û BERTEKÊN HAMANEY

Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Hamaney roja Sêşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew bi guman li nêzî muzakereyan dibin û got: ‘’Em ne li bendê ne ku encamek ji van hevdîtinan derkeve.’’ Her wiha Hamaney înkarkirina mafê Îranê yê dewlenmendkirina ûranyûmê weke ‘’şaşiyeke mezin’’ pênase kir.  

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi jî roja Yekşemê di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ku lihevkirin pêk were jî û neyê jî ew ê dewlemendkirina ûranyûmê bidomînin.

Her wiha nûnerê Rojhilata Navîn ê DYE’yê Steve Witkoff jî beriya niha diyar kiribû ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin Îranê ku ew ûranyûmê dewlemend bikin.

Hamaney jî anîbû ziman ku divê rayedarên DYE’yî ‘’dûrîaqil’’ neaxivin û nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.

Li gel lihevkirina nukleerî ya piralî ya di sala 2015’an de hatî îmzekirin, dihat payîn ku ger Îran kiryarên xwe yên nukleerî sînordar bike wê li beramberî vê yekê pêkanînên aborî yên li ser Îranê werin kêmkirin. Lê belê DYE sala 2018’an ji lihevkirinê vekişiya û pêvajo têk çû. Lihevkirin wê dawiya Cotmeha 2025’an bi dawî bibe. Ger heya wê demê Îran berpirsiyariyên xwe bi cih neîne, pêkan e ku pêkanînên aborî ji nû ve bikevin dewrê. Îran a niha gelekî ji destûra dewlemendikirina ûranyûmê ya xwerû zêdetir ûranyûmê dewlemend dike ku weke ji sedî 3,67 destûr hatibû dayîn lê belê  bi qasî sedî 60’î dike. Ji bo bikaranîna armanceke leşkerî xwerûtiyeke ji sedî 90 hewce ye.