Leşkerên Tirk li xwe mikur tên ku li Cûdiyê bi qestî agir bi daristanê xistine

Dîmenek derket holê ku li herêmên Cûdî û Besta yên Şirnexê bi qestî daristan hatine şewitandin.

Di dîmenan de tê dîtin ku leşkerên Tirk qadên hatine şewitandin nîşan didin û bi kêfxweşî qala sûcê xwe dikin.

Nehate tespîtkirin ku dîmen kîngê û ji kîjan qereqolê hatine kişandin lê leşkerên ku dîmenan qeyd dikin, li xwe mikur tên ku daristan ji aliyê wan ve hatiye şewitandin.

Leşkerek dibêje ‘Ev jî halê dawîn ê Bestayê ye.’ Leşkerekî din jî lê zêde dike û dibêje ‘Operasyon qediya’

Bi qasî ku ji axaftina leşkeran tê fêmkirin tê dîtin ku Çiyayê Besta û Cûdiyê yên Şirnexê tê şewitandin.

Di dûmahîka vîdeoyê de leşkerek dibêje ‘Hevalên me ev der bi hawanên 80 hezarî teqandin.’

Ji van dîmenan jî diyar dibe ku daristanên li herêmên din ên Kurdistanê jî ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ‘operasyonê' tê şewitandin.

Çend roj berê leşkeran daristana li gundê Sorbitme û Gera Mihetê ya nêzî Çiyayê Cûdî jî şewitandibûn. 

Ev herêmên ku tên şewitandin nêzî qereqolê ne û destûr nayê dayîn ku gel şewatê bitefînin.