KCK: Divê Elewî hemû bi sekna Huseyînî li ber zilmê rabin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya bidawîbûna Rojiya Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan hemûyan kir ku li dijî zilmê bi sekna Huseyînî cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya bidawîbûna Rojiya Mûharremê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi wesîleya rojê em dixwazin bibîr bixin ku li gorî têkoşîna li dijî zalimtiyê ya ku bû sedema Yasi Mûharrem, divê Elewî cihê xwe di nava têkoşîna demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê û têkoşîna gelan bi taybetî gelê Kurd bigirin ku êrîşên qirkirinê lê têne kirin." KCK'ê bang li Elewiyan hemûyan kir ku bi sekneke Huseyînî li ber zilmê rabin û cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin.

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Mûharrem qediya ku berxwedana Kerbelayê bi îbadeta rojiyê hate bîranîn.

Em hêvîdar in ku rojiya bi wesîleya bîranîna Kerbela û loqmayên Aşûre yên di meha Yasi Mûharrem de hatin payê kirin, li lênûska mafan bê nivîsandin.

Em di wê baweriyê de ne ku dua û îbadeta Misilmanên Şîa yên ku berxwedana Kerbelayê bi bîr tînin wateya xwe ya Îslamî gelekî mezin e, em hêvîdarin ku îbadeta Misilmanên Şîa yên bi şîn û rojiyê şehîdên Kerbelayê bi bîr anîn, li qatê maf bêne qebûlkirin.

Em dixwazin destnîşan bikin ku yên berxwedana Hz. Huseyîn a li Kerbelayê bi belavkirina loqmayan, bi rojî û şêweyên din ên îbadetê bi bîr tînin, bi kûrbûneke navxweyêı bi bîr tînin, xwedî li nirxên gelekî mezin ên mirovahiyê derdikevin.

Lewma jî em dibêjin; bila rojiya 12 îmaman a Canên Elewî bê qebûlkirin, bila Hz. Huseyîn bibe hevrê, Xizir û alîkarê xêrxwaz û bedewîxwazan. Li gel şehîdên Kerbelayê em şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna şehîdan careke din dubare dikin.

KERBELA LI DIJÎ ZILMÊ HÊZA BERXWEDANÊ YE

Elewî, berxwedana li dijî zilma beriya hezar û çar sed salî ya li Kerbelayê, bîranîna wê weke tercîh û têgihiştinekê zanin û bi rojiyê, parvekirina loqmayan şehîdên Kerbelayê bi bîr tînin û dilsoziya xwe nîşan didin. Elewî bi vê helwesta xwe re di heman demê de refên xwe yên li dijî Kerbelayê di vê demê de jî diyar dikin. Berxwedana Kerbelayê ku kevneşopiya têkoşînê ya li dijî zilm û neheqiyê ya mirovahiyê temsîl dike, vê serdemê jî ji bo maf, eldaet, biratî, parvekirin û aştiyê hêzê didin gelan. Ji bo civakên Rojhilata Navîn, berxwedana Kerbelayê di vê demê de jî li dijî zalim, zordar û Yezîd bi hişmendî û ruhê berxwedanê hêzê dide.

Canên hêja rojiya Mûharremê ya îsal û parvekirina loqmayên Aşûreyê di nava rojeveke berfireh de tê kirin. Tifaqa dîktatorî û faşîst a AKP-MHP'ê ku weke tevgera Yezîd a vê serdemê dikare bê pênasekirin, li dijî gelan, jin, ciwanan bi taybetî jî li dijî Elewiyan di nava pratîkeke qat bi qat ji ya Kerbelayê girantir de ye. Lewma eger Elewî li ser xeta Kerbelayê tênekoşin, mejiyê dewleta Îslamîperest a desthilatdariyê wê li Cemxaneyan, li gundan, li taxan, bi kurtasî li her qada jiyanê zilmeke mîna ya dema Kerbelayê bîne serê civaka Elewî.

Kiryarên pratîkî yên ku li dibistanan di bin navê şêwirmendiya manewî ya xwendekaran de wezîfedarên olî tayîn dike, li gundên Elewiyan mizgeftan çêdike, îmaman tayîn dike, Cemxaneyan weke navendên îbadetê yên Elewiyan nas nake, Cemxaneyan di bin navê wezareta çandê de vedike, lê bi esasî bi wezareta karên diyanetê ve girê dide, di vê serdemê de Kerbelayên ji bo dewamkirina Yezîtan e.

HZ. HUSEYÎN PÎVANA BERXWEDANÊ YE

Ev kiryar hemû, dijminatiya senteza Tirk Îslamê û mejiyê dewleta Îslamî ya desthilatdar a li dijî Elewiyan e. Li dijî van kiryar û ferzkirinan eger bi rêbaza Hz. Huseyîn berxwedan neyê nîşandan, hingî trajediyên mezin li pêşiya Elewiyan e.

Eger Elewî bi hezaran sal in li gel zexta dewleta Îslamî ya desthilatdar xwedî li baweriya xwe derdikevin, çanda xwe bi hêz û îradeya xwe, bi derfetên xwe bi pêş ve dibin û dewam dikin, di vir de berxwedana Hz. Huseyîn a li Kerbelayê ji aliyê manewî ve çavkaniya hêzê ye. Di berxwedana li dijî zaliman de Kerbela û Hz. Huseyîn ji bo Elewiyan pîvan e. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê daxwaza mafên xwe yên welatiya wekhev û azad bikin, di têkoşîna bilindkirina têkoşîna demokrasiyê de vê pîvanê ji xwe re bikin esas, bi têkoşîna xwe ya demokrasiyê rewşeke welê biafirînin ku înkarkirina Elewiyan ji holê rabûye, îbadeta Elewiyan tê qebûlkirin, dest li warên pîroz, Jiyaran nayê dayin, dûrî zext û qedexeyê bi feraseta welatîbûna wekhev baweriya xwe dewam dikin û xwe îfade dikin.

Canên hêja;

Bi wesîleya rojê em dixwazin bibîr bixin ku li gorî têkoşîna li dijî zalimtiyê ya ku bû sedema Yasi Mûharrem, divê Elewî cihê xwe di nava têkoşîna demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê û têkoşîna gelan bi taybetî gelê Kurd bigirin ku êrîşên qirkirinê lê têne kirin. Em bang li Elewiyan hemûyan dikin ku li dijî zilma zaliman, bi sekna Huseyînî tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin.

Bi wesîleya bîranîna Mûharremê em bang li her kesên alîgirê azadî û edaletê dikin ku têkoşîna demokrasiyê bilind bikin. Di serî de Elewî û Misilmanên Şîa em bang li her gelan dikin ên ku baweriya xwe bi têkoşîna mirovahiyê ya Îmam Huseyîn tînin, vê berxwedanê rast û mafdar dibînin, ku li dijî rejîma senteza Tirk Îslamê ya ku rejîma herî faşîst a Rojhilata Navîn e, li eniya hevpar têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.

Bi vê hest û fikrî em careke din hêvî dikin ku Rojiya 12 Îmaman a canan hemûyan ku şehîdên Kerbelayê bi bîr anîn, bibe wesîleya dûrketina hemû nebaşî û şer, bibe wesîleya maf, aştî û biratiyê. Em dibêjin, bila xizmetên Elewiyan ên Yasi Mûharrem li lênûska maf bênê nivîsandin. Di serî de canên Elewî em her kesên ku ji bo maf û azadiyê li ber zilmê radibin bi vê hestê û vî fikrî silav dikin."