Serdana şîna şehîdan hatin kirin

Bi girseyî çûn serdana şîna ku ji bo şehîdên HPG û PKK’yiyan hatiye danîn.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Serdar Meçîn (Berxwedan Farqîn), Şehmus Akyol (Serxwebûn Amed) û Mustafa Ekîncî (Gernas) ên di dîrokên cuda de şehîd bûne, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) şîn hatin danîn. Serdana şînan hatin kirin.

Rêveberên parêzgeh û navçeyan ên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî serdanê bûn.

Şande ewil serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serdar Meçîn (Berxwedan Farqîn) ê di 19’ê Tîrmehê de li Metînayê şehîd bibû, kirin ku li gundê Çekuya ê Farqînê hatiye danîn. Piştre serdana şîna gerîlayê HPG’ê Şehmus Akyol (Serxwebûn Amed) ê di 20’ê Hezîranê li navçeya Gever a Colemêrgê di encama êrîşa hewayî de şehîd bibû, kirin ku li Mala Şînê ya Hazroyî hatiye danîn. Herî dawî serdana şîna gerîlayê PKK’ê Mustafa Ekîncî (Gernas) ê di sala 1998’an de şehîd bûye, kirin ku li Mala Şînê ya gundê Şeklat a Huzurevlerê hatiye danîn.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di serdana şînê de axivî û got: “Em bi rêzdarî bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînin.”