Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya

Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya.

LI EGEYÊ ERDHEJ

Li gorî daxuyaniya ji aliyê AFAD'ê ve hate kirin, li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya. Erdhej bi dema herêmî saet di 06:19'an de bi 17.7 kîlometreyî li binê erdê qewimî.

Erdhejê bi 166 kîlometreyî dûrî navçeya Datça ya Mûglayê rû da û Îzmîr û bajarên derdorê jî pê hesiyan.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê bûyereke neyînî neqewimî ye.