Bi keda jin a pêşeng civak bi pêş dikeve

Divê mirov timî bîrdoziya Rêber Apo weke çavkaniya çareseriya hemû pirsgirêkan esas bigire, xwe di vê bîrdoziyê de pêş bixe. Li şûna zanista pergala sermayedar a pozîtîvîst jî pêwîst e zanista jineolojiyê ji xwe re bike bingeh.

Dema mirov qala têkoşîna jinên kedkar dike, wê demê diyar dibe bê jin çiqasî li hemberî pergala mêrperest û desthilatdar li ber xwe dane û têkoşiyane. Jixwe fedakarî, sebir, bîrewerî, tehemûl, kedkarî û lêgerîna heqîqetê her li cem jinê xurt e. Çavên wê qet ji pêşveçûnan netirsiyane, li hemberî despot û zaliman têkoşîn kiriye. Lê weke hatiye tespîtkirin mêrê desthilatdar bi rê û rêbazên cuda vîna jinê şikandiye û ew kiriye koleya xwe ya bêdeng û sernerm. Ev jî bi mebesta jin timî ji wan re serê xwe bitewîne, qet li hemberî pergala wan a desthilatdar dernekeve û koletiyê bike. Pir zelal tê dîtin bê pergala mêrperest û desthilatdar çawa xwe di her qelîştok û ziraviyên civakê de didin jiyandin, jin û civak kirine nav pencên xwe. Gelek dem di ser koledariya jin û civakê re derbas bûye. Ev koledarî gelekî kûr û xeternak e.

Di nav van 5 hezar salan de gelek şer, pevçûn û komkujî pêk hatin. Cîhana me sê şerên mezin û navendî dîtin, bi milyonan mirov mirin û birîndar bûn. Her tim encamên şer û pevçûnan dijwar û bi êş e. Ji dema şaman bûn desthilatdar mirovan xêr û xweşî nedîtin. Her di nav tarîtiyê de dinalin. Ew pergala desthilatdar a ji rahibên sumeran dest pê kir û weke giloka berfê her ku herikî zilm û asta wê mezin bû. Ew pergala desthilatdar a bûye mîna dêwekî, kêm maye tevahî gerdûnê daqurtîne. Piştî tiştek nemîne bixwe jî wê bi serê dûvikê xwe vede û xwe jî tine bike. 

Ew dêwê bi ti qeyd û zincîran jî nayê zeftkirin, tenê bi siyaset û exlaqê civaka mirovahiyê û wijdanê wê dikare were bêtesîrkirin. Jinên têkoşer û azadîxwaz jî her di nava xebat û lêgerîna jiyaneke wekhev û azad de ne. Ew jinên dilsozên paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ne, bi awayekî ji xwe bawer her di nav têkoşînê de ne. Bi keda jina şoreşger û pêşeng civak û mirovatî pêş ket û pêş dikeve. Ez careke din balê dikişînim ser vê mijarê û dibêjim: ku tekez divê şaş neyê fêmkirin û neyê gotin ku jinan bi hesanî serê xwe li hemberî pergala mêrê serwer û desthilatdar tewandine. Di mîtolojiyan de qala şerê di navbera xwedawend û xwedayan tê kirin. Ev jî  jî vê rastiyê dide diyarkirin û mirov fêm dike jinan wer ji ber xwe ve û bi hesanî koledarî qebûl nekirine. 

Ez careke din destnîşan dikim ku koledarî tiştekî wer mirov besît qebûl bike nîne. Kolekirina mirovan û bi taybet a jinan bi darê zorê çêbûye. Hewce ye em ji bîr nekin ku kolekirina mirovan a ji hêla fikrî û zîhnî ve ji ya bedenî xerabtir e. Em ji mamoste û fîlozofê hemdem Rêber Apo fêr bûn ku mirov di aliyê fikrî de jî tên kolekirin. Dema em parêznameya Rêber Apo ya Ji Dewleta Sumer Rahib ber bi Şaristaniya Demokratîk ve dixwînin, siyaseta koledariyê ya Rahibên Sumeran û heqîqeta dîrokê tê fêmkirin. Hewce ye jin û civak jî vê rastiya bi jan zanibin û têkevin nava hewldana wê koledariya tarî ji ser xwe rakin û di asta evîndariyê de têkoşîn bikin. Ji ber jiyana wan li holê ye. Divê were zanîn ku koledarî sedema tevahî şer û pirsgirêkan e.

Di Mîtolojiya Yewnan de tê gotin ku hemû pirsgirêk û xerabî di nav qutiya Pandora de bû û dema devê wê hatiye vekirin hemû şer, koledarî, nexweşî, xerabî û fesadî derketiye û belavî cîhanê bûye. Mixabin ev 5 hezar sal in em wê xerabiya li ser jin û civakê hatiye ferzkirin dijîn. Naxwe divê were fêmkirin bê ka jin û civak li ku derê û çawa wenda kirine. Hewce ye were zanîn ku heqîqet di nava mîtolojiyan de veşartiye. Rêber Apo diyar dike ku rastî di hûrgiliyan de veşartiye. Weke jin û civak divê em dîrokê bi hûrgilî lêkolîn bikin û bikevin nav dahûrandinên kûr. Weke kesayet jî divê em jehra bi navê şerbetê pergalê serwer daye me vereşin da kuem hinavê xwe ji gemara pergalê û siyaseta wê ya xapandinê paqij bikin. Ji bo em hişmendiya xwe ya desthilatdar biguherin û bibin mirovên demokrat û sosyalîst (civakî) ev xisûs pir girîng e. 

Li ser van bingehan divê mirov timî bîrdoziya Rêber Apo weke çavkaniya çareseriya hemû pirsgirêkan esas bigire, xwe di vê bîrdoziyê de pêş bixe. Li şûna zanista pergala sermayedar a pozîtîvîst jî pêwîst e zanista jineolojiyê ji xwe re bike bingeh.