Dorpêça li Xîzanê di roja 26’emîn de didome

Gundên navçeya Xîzanê 26 roj in di bin dorpêça dewleta Tirk a dagirker de ne û herêm tê bombekirin.

Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kûran û Mezra Pisyan ên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlisê di 2’yê Tîrmehê de qedexeya derketina derve hate îlankirin. Piştî qedexeyê bi tevlibûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyonek hate destpêkirin. Biryara qedexeyê di 6’ê Tîrmehê de hate bidawîkirin lê operasyonê berdewam kir. Dema operasyon berdewam dikir, herêmeke berfireh a gundên Xûlepûr û Kekulan digire nava xwe vê carê di 14’ê Tîrmehê de weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexe wê heta 28’ê Tîrmehê (îro) bidome.

JI BER BOMBERDÛMANÊ BI SEDAN DAR ŞEWITÎN

Di dema operasyonên piştî qedexeya derketina derve hatin destpêkirin de welatî hatin astengkirin ku ji malên xwe derkevin. Sewal bi rojan di govan de birçî hatin sekinandin û destûr nehate dayîn ku berhemên çandiniyê bên komkirin. Çoltera gundên Xûlepûr û Kekulan ên operasyon lê berfireh bû bi rojan bi dijwarî hate bombekirin. Di vê navberê de kamerayên MOBESE’yê û fotokapan li gundan û derdorên wan hatin bicihkirin. Ji ber bombeyên li herêma operasyonê hatin avêtin bi sedan dar şewitîn û bi maşîneyên kar ên leşkeran bi xwe re biribûn jî zirareke mezin dan xwezayê. Bi sedan dar li qadên daristanê birîn û rê çêkirin. 

PEVÇÛNÊN GIRAN

Di dema talankirina ekolojîk û mexdûriyeta mezin a gundiyan jiyan de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Bi taybetî piştî biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” pevçûn dijwar bûn. Pevçûnên herî dijwar di navbera dîrokên 26-27’ê Tîrmehê li herêma di navbera gundên Sûreh û Hûzeran rû dan. Herêm bi helîkopter û balefirên biçek û bêmirov (SÎHA) bi dijwarî hate bombekirin. Hate diyarkirin ku di pevçûnan de leşkerek birîndar bûye. 

Bombebarana li herêmên çolterê didome. Di 27’ê Tîrmehê de goveke li gundê Hûzeranê hate dorpêçkirin. Di vê navberê de derdora gund bi temamî hate dorpêçkirin, ketin û derketin hate qedexekirin. Dema dorpêç berdewam dikir, malbata Ozcan a sala par bi hewldanên midûriyeta polîsan anîbûn ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê jî anîn gund. Hate îdiakirin ku kesên tê diyarkirin endamê HPG’ê ye û piştî birîndar bûyî xwe spartiye govê, ji malbata Ozcan e. 

Ji aliyê malbatê û leşkeran ve demekê banga “teslîm bibe” hate kirin. Hate zanîn ku kesê tê diyarkirin endamê HPG’ê ye bi dengekî bilind gotiye teslîm nabe. Hate diyarkirin ku di vê kêliyê de li govê dengê teqînekê hat û piştî teqînê di paceyan de bombe avêtin govê û gov hatiye gulebarankirin. 

Di govê de cenazeyê kesê tê diyarkirin endamê HPG’ê ye hate dîtin. Cenazeyê kesê navê wî nehate zanîn bi ambûlansê birin. 

Ji ber teqînan dîwarên gelek xaniyên li gund derizîn. Hin dîwarên malan jî hilweşiyan. Hêj jî ketin û derketina gund qedexeye û li hemû noxteyên gund bi sedan leşker û cerdevan tên sekinandin. 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya yê di hesaba xwe ya twîtterê de daxuyanî da, da zanîn ku kesê bi jiyana xwe ji dest daye Guven Ozcan ê bi nasnavê “Rêdûr Sîser” e. Yerlîkaya diyar kir ku Ozcan “di kategoriya gewr de ye.