Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma sêyemîn didome.

Çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, bi dewir girtina koma sêyemîn berdewam kir. Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan çalakî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma duyemîn Emîn Mijînî axivî.

Emîn Mijînî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn ev demek dirêje ku tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê ferz kirin. Ev tecrîd li ser giştî gelê Kurd û Kurdistanê tê pêkanîn. Pêwîste gelê Kurd li hember vê tecrîdê yekîtiya xwe çêbike. Xwezaya Kurdistanê talan dikin, dişewitînin û welataparêzên Kurd qetil dikin. Dijmin nikare li hember gerîlayên serdemê şer bike, ji ber vê çekên qedexekirî bikartîne. Em van êrişên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikîn.”

Piştî axaftinê çalakî ji aliyê koma Meclîsa Îştar ve hat dewir girtin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.