Nasnameya gerîlayê li Garzanê şehîd bû, hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garzanê şehîd bû eşkere kir û got: “Berxwedana wî ya 26 rojên dawî yek ji fedakariya herî mezin a dîrokê ye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê li Garzanê şehîd bû, ev tişt diyar kir:

“Artêşa Tirk a dagirker li qada Hîzan a Garzanê ji serê meha Tîrmehê û vir ve bê navber operasyon pêk anîn. Di van operasyonan de bi hezaran leşker û kontrayan, bi teknîka şer a di destê xwe de, balafirên şer ên hewayî û helîkopter, ji bejahî jî wesayîtên zirxî bi kar anî û bi rojan qada Hîzanê bombe kir. Li dehan gundan qedexeya derketina jiderve îlan kir û bi tirsekî mezin dîtiba ku zindiyek li arazî tev digere, bombe kir. Êrîşên artêşa Tirk ên ku mehekî bê navber li Garzanê pêk anî, car din nîşa kir ku dijmin çiqas ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ditirse.

Komek hevalên me qasî mehekî li dijî êrîş û operasyonên dijmin li ber xwe da û tevî ku çend caran li hemberî artêşa Tirk şer kirin jî, hemû êrîş pûç kirin. Hevrêyê me Rêdûr di vê pêvajoyê de di şerekî li dijî dijmin de birîndar bû. Lê bi biryardariyeke mezin têkoşiya, qet pes nekir û di şerê dawî yê li dijî dijmin de bi lehengî li ber xwe da. Dijminê tirsonek nekarî li hemberî gerîla sing bi sing şer bike. Di encama bombebarana zêde ya dijmin de, hevrêyê me Rêdûr 27’ê Tîrmehê şehîd bû.

Hemû jiyana têkoşînê ya hevrêyê me Rêdûr û berxwedana wî ya 26 rojan, yek ji fedakariya herî mezin a dîrokê ye. Tevî ku dewleta Tirk bi hezaran leşker, bi dehan balafirên şer, helîkopter û wesayîtên zirxî êrîş kir, cesaret û îradeya ku van hevrêyên me yên egîd raber kirî, derbasî dîrokê bû. Gelê me wê ti carî van lehengên gel ku bûn xwediyê berxwedaneke pir bi wate û bi nirx, ji bîr neke. Ev mîlîtanên fedayî ku di dilê gelê welatparêz ê Kurdistanê de cih girtin, wê timî li bîra me bin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Rêdûr Sîser bi vî rengî ye:

Nasnav: Rêdûr Sîser
Nav Paşnav: Guven Ozcan
Cihê jidayikbûnê: Bidlîs
Navê Dayik – Bav: Gulhayat – Sabrî
Cih û dîroka şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2023’an/ Garzan

Hevrêyê me Rêdûr Sîser li navçeya Norşîn a Bidlîsê hat dinê. Li gundekî Norşînê bi exlaq û çanda gelê Garzanê mezin bû. Kesayeta hevrêyê me Rêdûr ku di derdorek welatparêz de mezin bû, ji zarokatiya xwe û vir ve weke karakterekî sade, dirûst û samîmî şêwe girt. Li dibistanên dewleta Tirk qasî 8 salan xwend, lê hîn zêdetir tercîh kir ku li gundê xwe bimîne û bi xwezaya Kurdistanê re bijî. Ji bo ku alîkariyê bide malbata xwe şivantî kir, weke karkerekî di karên cuda de xebitî. Mamê wî û kurê mamê wî tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne û hevrêyê me Rêdûr ji zarokatiya xwe ve guhdarî destanên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike. Ev yek bû wesîle ku di mejî û dilê wî de welatparêziyeke xurt ava bibe. Hevrêyê me Rêdûr ewladekî dirûst û xwedî cewher ê gelê Garzanê ye. Li hemberî têkoşîna hebûn û azadiyê ku gelê me bi rengekî bêhempa dimeşîne, xwe bepirsyar dît. Mîna her Kurdekê bi rûmet û xwedî wijdan, berpirsyariyên ku dikevin ser milê wî dîtin û ti carî xwe paş de nekişand. Lêgerînên jiyana şexsî neda pêşiya berpirsyariyên civakî û dîrokî û bi hestekî mezin biryar da ku bibe şoreşgerê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Hevrêyê me Rêdûr bi vê zanebûn û hestê sala 2015’an li xaka Garzanê ku lê ji dayik bû, tevlî nava refên gerîla bû.

Li Garzanê perwerdeya destpêkê ya gerîla dît û bi lez dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me Rêdûr bi tevlîbûna xwe ya sade, dirûst û cewher zû pêş ket, zimanê pratîkê fêm kir û karî ji vê yekê re bibe bersiv. Ruhê esil ê hevrêyê me Rêdûr û kesayeta wî ya hêja ew kir şoreşgerekî serkeftî. Li gelek qadên Garzanê kar û xebat meşand, tevlî çalakiyan bû, di kêliyên herî zehmet de berpirsyarî girt ser xwe û fedakariyên mezin kir. Hem ji pêvajoyên pratîkê re bû bersiv û hem jî li aliyê din xwe li ser bingehê îdeolojiya Apoyî perwerde kir û pêş xist. Hevrêyê me Rêdûr ku cewher, gotin û pratîka wî yek bû, weke mîlîtanekî Apoyî li Garzanê qasî sê salan kar û xebatên pratîkî meşand. Êrîşên dijwar û hemû operasyonên artêşa Tirk pûç kir, tevlî çalakiyên ku derbeyên giran li dagirkeran hat xistin bû û pêşengî kir.

Hevrêyê me Rêdûr ku di sala 2017’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji bo ku Gerîlaya Modernîteya Demokratîk di şexsê xwe de pêk bîne, bigihêje asta taktîkî ya serdemê û şêwaza gerîla ya serkeftî bi dest bixe, li Akademiyên Apollo tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Perwerdehî li ser çekên otomatîk ên navîn dît û pispor bû. Helwesta wî ya mînak a di akademiya leşkerî de, beşdarbûna wî, dilsoziya wî ya ji bo serketina xeta Apoyî û îdiaya wî ya bilind a serketinê, taybetmendiyên wî yên balkêş bûn. Hevrê Rêdûr ê ku piştî perwerdeya akademiyê tevlî xebatên cuda yên Fermandariya Biryargeha me ya Navendî bû, her berpirsyariya ku dabû ser milê xwe bi cidiyet, dîsîplîn û hevgirtî bi cih anî. Ew bû mînakek berbiçav a karsaziya serketî û encamgir. Ji xebatên avakirinê heta amadekirina çeperên şer di gelek xebatan de cih girt. Hewldan, ked û fedekariya wî ya mezin di van xebatan de hem ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak û hem jî di demeke kurt de encamên erênî derxist holê.

Hevrê Rêdûr ku weke lehengekî ku mohr li dîrokê xist têkoşîna xwe dewam kir, ti carî meşeke ji rêzê ji bo xwe qebûl nekir. Armanca wî ew bû ku bibe şoreşgerê awarte û bahoz ên demên awarte. Hevrêyê me Rêdûr ku her tim li gorî vê armancê pratîk kiriye, ji bo serkeftinên mezin bi dest bixe, ji dewleta Tirk a qirker a mêtinger hesab bipirse û têkoşînê bilind bike, xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Li ser vê bingehê di sala 2020’an de tevlî pêvajoya perwerdehiyê ya li Akademiya Şehîd Îbrahîm bû. Li ser taktîkên gerîla yên serdemê û rêyên serketinê lêhûrbû. Ji bo lêhûrbûn û asta îdîaya xwe ya serkeftinên mezin pêk bîne, berê xwe da Çiyayên Garzanê ku lê ji dayik bû û tevlî gerîla bûbû. Hemû astengî, kemîn û operasyonên dijmin vala derxist, berpirsyariya koma hevrêyên xwe rakir û bi awayekî serkeftî gihand Garzanê. Hevrê Rêdûr diyar kiribû ku, ew ne ji bo ku bibe bar, ji bo barekî hilde beşdarî têkoşîna azadiyê bûye. Bi rastî jî bû şoreşgerekî ku li ser soza xwe sekinî û di her kêliya jiyana xwe de barê hevrêyên xwe hilda.

Hevrê Rêdûr bi erka milîtan û fermandarekî fedaî yê Apoyî vegeriya xaka xwe, zû hînê şêwaya gerîlatiya Bakûr bû û berpirsyarî hilgirt ser milên xwe. Hevrêyê me Rêdûr fermandarekî pêşeng bû ku ti astengî nas nedikir, gelekî ji xwe bawer bû, xwedî însiyatîf bû, li pêşberî pirsgirêkan ti carî nedixetimî û xwedî wê qabîliyeta çareseriya pirsgirêkan bû. Her çendî her tim xwedî pratîk û serketinên erênî bû jî, ji pratîka xwe qet razî nebû, xwe têr nedidît. Bi xebat û jîyana xwe ya evdalî her tim zanibû ku bi fedekarî û dilnizmî bijî. Bi helwesta xwe ya mînak hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist.

Di hemû rewşên ku artêşa Tirk bi awayekî hovane bi êrîş û operasyonên bê rawestan dihatin birêvebirin de, dijmin têk bir. Hevrêyê me Rêdûr êrîş û operasyonên dijmin ên mehekê dom kir, li herêma Xîzanê ya Garzanê ku cihê wî yê dawî bû vala derxist. Her çiqas di pevçûna bi dijmin re birîndar bibû jî bi îrade û berxwedaneke mezin kariye xwe biparêze. Mehekê li hemberî hemû teknîk, bomberdûman û êrîşên dijmin bi lehengî li ber xwe da. Di şerê dawî yê 27’ê Tîrmeha 2023’yan de bi dijmin re bi birîndarî bi saetan şer kir û sekneke fedaî nîşan da û gihişte şehadetê. Hevrêyê me Rêdûr navê xwe di dîroka têkoşîna me de weke lehengekî fedaî yê ku tirs xist dilê dijmin û ruhê berxwedêr ê PKK'ê di şexsê xwe de veguherandiye heqîqetekê nivîsand."