'Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serketinê misoger bikin'

"Weke gerîlayên YJA Starê em ê weke Bêrîtanan şer bikin, weke Zîlanan di warê îdeolojîk û rêxistinî de li ber xwe bidin. Em ê bibin xwedî pîvanên Egîd, Zîlanan, Bêrîtanan, Heqiyan, Kemalan. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serketinê misoger bikin."

Gerîlaya YJA Starê Zelal Agirî bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî. Nirxandina gerîlaya YJA Starê bi vî rengî ye:

"Di serî de 15'ê Tebaxê li rêberê rêberan li Rêber Apo, hemû şehîdên şoreşê pîroz dikin.

Di 15'ê Tebaxê de fîşeka destpêkê ji bo gelê Kurd, ji bo vejînê, ji bo hebûnê hate teqandin. Gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar kir. Li ser vî esasî sekna hevalê Egîd di warê îdeolojîk, hevaltî, leşkerî de bi rastî jî li Kurdistanê ji bo kesî bû mînakek. Her kesî sozeke wisa da ku çi dibe bila bibe wê li vê dozê xwedî derkeve.

Ji bo me gerîla jî 15'ê Tebaxê baweriyeke bi wî rengî afirand ku em karibin rêxistinê xurt bikin. Bi taybetî di warê leşkerî de, di hunera leşkerî de xwe ava bikin, xwe mezin bikin. Dema ku mirov bala xwe didin ser vê serdemê jî, berxwedana ku îro tê kirin bi taybetî sekna milîtanên Rêbertî mirov nikare ji 15'ê Tebaxê, ji ruhê Egîdan qut binirxînin. Îro bi hezaran kes li çiyayên Kurdistanê di nava berxwedanê de ne û dixwazin derbên mezin li dijmin bixin.

Em dibêjin 1'ê Hezîranê pêngava 15'ê Tebaxê ya duyemîn e. Ji bo me wateya wê ev e. Li ser vî esasî me xwe xurt kir. Çawa ku di 15'ê Tebaxê de heta pêngava 1'ê Hezîranê di warê leşkerî de hûrbûn çêbû, îro jî rastiya gerîlayên modernîteya demokratîk û gerîlayên nûjen îro li çeperên berxwedanê li ber xwe didin. Dixwaze dijminê xwe têk bibin. Li ser vê bingehê jî em xwedî biryar in, wekî şexs jî eger îro em di van çiyayan de li ber xwe didin, em dixwazin rast şer bikin û li vê xwedî derkevin ev jî mîrateya 15'ê Tebaxê ye. Li ser vî esasî em careke din soz didin, berdêla xwe çi dibe bila bibe di roja me ya îro de em ê her tim li ked û sekna hevalê Egîd xwedî derbikevin. Em weke gerîlayên YJA Starê jî em ê weke Bêrîtanan şer bikin, weke Zîlanan di warê îdeolojîk de, di warê rêxistinî de li ber xwe bidin. Em ê bibin xwedî pîvanên Egîd, Zîlanan, Bêrîtanan, Heqiyan, Kemalan. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serketinê misoger bikin."