KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sabrî Ok: Têkçûna AKP-MHP'ê şikandina mejiyê sed salî yê komara dewleta Tirkiyeyê ye
Sabrî Ok qala girîngiya hilbijartinên vê carê yên li Tirkiyeyê kir û got, "Têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê şikandina mejiyê komara dewleta Tirkiyeyê ya sed salî ye. Bêguman rewşeke nû ye." Ok destnîşan kir ku dawiya desthilatdariya AKP'ê hatiye. -
Parêzer Şahîn: Hikumet li Îmraliyê sûc dike
Parêzer Mûharrem Şahîn anî ziman ku hikumeta AKP-MHP'ê li Îmraliyê sûc dike û got, hikumeta nû eger tenê qanûnan bi cih bîne wê dawî li tecrîdê bîne. -
Jîna Emînî li ser gora xwe hate bîranîn
Jîna Emînî ji aliyê xizmên kesên ku di berxwedanê de hatin qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. Di bîranînê de zextên dewleta Îranê hatin şermezarkirin. -
Xelkê Mexmûrê Fermandar Fazil Botan bi bîr anî
Mexmûriyan Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Fazil Botan bi merasîmek girseyî bi bîr anîn. -
Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 737’an de ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin Nobeta Edaletê didomînin, diyar kirin ku ew rêveberiyek ji bo jiyan û edaletê adil dixwazin. -
Dagirkeran bi çekên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê
Artêşa Tirk a dagirker 28'ê Adarê li qada Sîdayê bi çekên qedexekirî bombe li çeperên berxwedanê barand. -
Şîrketên petrolê yên li Başûr yek bi yek karê xwe disekinînin
Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê Tirkiye û Herêma Kurdistanê mehkûm kir, Kampanyayên derxistin û hinardekirina petrolê yek bi yek karê xwe disekinînin. Herî dawî Kampanya DNO ya Norwecî karê xwe sekinand. -
NPG: Heval Fazil Apoyîyekî heqîqî bû!
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar Fazil (Ahmet Şeker) bi rêzdarî bi bîr anî û got “Bi helwest, tevger û jiyana xwe xîtabî dilê mirovan dikir. Ew Apoyîyekî heqîqî bû.” -
Hevseroka PJAK’ê Vejîn: Em rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe zanin
Hevseroka PJAK'ê Vejîn destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û partiya wan e û got, "Partiya me jî di 4'ê Nîsanê de ava bû. Ev yek têkoşîna me hîn bi wate dike." -
Qeyûm îhaleyeke neyasayî ji bo kursa taybet ragihand
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, tevî ku neyasayî ye ji bo cihê kurseke taybet îhale ragihand. -
Îdianameya 20 rojnamegeran hat amadekirin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 9 meh û 10 rojan, lêpirsîna xwe ya derheqê 20 jê rojnameger bi giştî 22 kesan de temam kir û îdianame amade kir. -
Êrîşên dagirkeran didome
Artêşa Tirk a dagirker 19 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. -
Polîsên ku li Licê êşkence li zarok kirin, hatin berdan
2 polîsên Tirk ên ku li Licê êşkence li Y.D. kirin û biryara girtina wan hate dayin, hatin berdan. -
PDK piştî biryara dadgehê ya li ser petrolê bûye rêwiyê Bexdayê
Piştî Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bêyî Iraqê nabe ku petrol ji bo Tirkiye bê firotin, PDK'ê cara duyemîn berê xwe da Bexdayê. -
Karayilan: Şehîd Fazil Botan fermandarekî neteweyî bû
Fermandarê Biryargeha NPG‘ê Mûrat Karayilan Fazil Botan bi bîr anî û got: "Ew fermandarekî neteweyî bû. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Fermandar Fazil wê qet neyê jibîrkirin." -
PKK: Em ê xwedî li bîranîna fermandarê mezin Fazil derkevin
PKK'ê ragihand ku yek ji pêşengên tevgera azadiyê û têkoşîna gerîla Fazil Botan şehîd bûye. PKK'ê got, "Wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku her şaneya xwe tevlî rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û PKK'ê kiriye." -
Besê Hozat: Biryara rawestandina çalakiyan wê heta hilbijartinê dewam bike
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê ya ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku wan biryar dane biryara rawestandina çalakiyan heta dawiya hilbijartinê dewam bike. -
Delegasyona Navneteweyî: Ji bo demokratîkbûnê divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê Abdullah Ocalan divê teqez azad bibe û diyar kir ku tecrîd bandorê li girtiyan hemûyan û muxalefetê jî dike. -
Malbata Şenyaşar: Wê desthilatdarî li Rihayê derbeke giran bixwe
Malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de yegot “Li her dera Tirkiyeyê dengê AKP’ê kêm dibe û wê derba herî giran li Rihayê bixwe.” -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êrîş kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 26'ê Adarê 28 caran êrîşî qadên berxwedanê yên gerîla kiriye. -
Karayilan: Her Kurdek divê ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd bixebite
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bang li Kurdan kir ku ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd bixebitin û got, "Em ruhê şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê şad bikin û Kurdistana Azad ava bikin. Ya ji me tê xwestin ev e." -
Li Pirsûsê serdegirtina malan: 12 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de ku li dijî endamên HDP û DBP'ê hatin kirin, 12 kes hatin destgîrkirin. -
Leşkeran şeş gundên Cizîrê 10 roj in dorpêç kirine
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şeş gund bi hinceta 'îxbarê' 10 roj in ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin. -
'Divê li her derê fikrê Rêber Apo şîn bibe'
Ciwanê Êzidî Dexîl Xwedêda diyar kir ku sala 2014’an ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bûn û got: “Me bi fikirên Rêber Apo xwe zane kiriye û em xwe perwerde jî dikin.” -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Felat Rêhat li Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, ji bo gerîlayê HPG'ê Fêlat Rêhat ê li gel çar hevalên xwe li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.