Agirê ku bi zanebûn bi daristanan tê xistin!

Parlamenterê Şirnexê yê ji Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Şirnexê şewateke bi tenê ji ber xwe ve derneketiye û got, di çarçoveya operasyonên leşkerî de bi zanebûn agir bi qadê tê xistin.

Li Şirnexê şewata li daristanan dewam dike. Di 26'ê Tîrmehê de şewata ku li nêzî gundê Sorbitmeyê destpê kir, çar rojan bênavber dewam kir. Di şewatê de bi hezaran hektar qada daristanî ya di navbera Cûdî û Silopiyayê de şewitî. Şewata ku li hin deveran dewam kir, piştî 8 rojan bi temamî hate vemirandin.

Pêla duyemîn a şewatê ya li qadê di 11'ê Tebaxê de li Bêspinê destpê kir. Qada li nêzî gundê Bilbisê yê ser bi Bêşebabê ji ber operasyona leşkerî ya li herêmê hefteyekê dewam kir.

Parlamenterê Şirnexê yê ji Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

ŞEWATEKE BI TENÊ JÎ JI BER XWE VE RÛ NEDA

Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku şewateke bi tenê jî li Şirnexê ji ber xwe ve rû neda û destnîşan kir ku şewat hemû di çarçoveya operasyonên leşkerî de bi zanebûn û plankirî hatin kirin. Îrmez ragihand ku li gel şewatê her wiha dar li qadê hatin birîn û got, "Li herêmê ti şewat ji ber xwe ve rû nade. Heta niha rewşeke bi vî rengî nebûye. Di çarçoveya operasyonên leşkerî de agir bi qadê tê xistin. Lewma şewateke 'nikare bê kontrolkirin' nîne. Bi zanebûn agir bi qadê tê xistin û bi zanebûn şewat nayê vemirandin. Ji ber ku ketin û derketina li qadên şewatê qedexe ye, gel û şaredarî jî nikare şewatê vemirînin. Mijareke din ku divê bi taybetî bê destnîşankirin ew e ku li gel şewatan dar jî têne birîn. Hem li Cûdî, hem li Gabarê hem jî li Bestayê li gel şewatê dar têne birîn. Li Bestayê li gundikê Umyanis û Osiyanê ku li aliyê navçeya Berwarî ya Sêrtê ye hem şewat heye hem jî dar têne birîn. Ev der nêzî Herekolê ye. Dar di bin çavdêrî û parastina leşker û cerdevanan de têne birîn. Darên têne birîn jî ji herêmê têne birin û veguhastin li ser rêya Sêrtê tê kirin."

'ŞEWAT DI ASTA QIRKIRINÊ DE YE'

Îrmez diyar kir ku du hefte ne agir di dema operasyonên leşkerî de bi qadê tê xistin, dema ku operasyon tunebin jî bi gulereşandina ji kûle, qereqol û kalekolên leşkerî agir bi qadê tê xistin û got, şewata li daristana derdora gundê Bilbêsê yê Bêşebabê di encama bombardûman balafirên şer û helîkopteran destpê kir.

Îrmez ragihand ku hefteyekê ketin û derketina herêmê qedexe bû, lewma dest li şewatê nehate werdan û anî ziman ku di şewata li Şirnexê tê derxistin de her tim heman rewş rû dide, heta ku şewat ji ber xwe ve venemire tiştek nayê kirin, lewma şewat di asta qirkirinê de xisarê li xwezayê dike.

Îrmez di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo herêmên li derdora Cûdî ku agir pê hate xistin, ev mijar heye. Bêyî destûra jendermeyan gundî, xwediyên zeviyan nikarin biçin herêmê. Li herêmê hin gund hene ku di salên 1990'î de hatin valakirin. Mirov li van deveran nînin, bax û baxçeyên wan li wir e. Wan deveran diçînin. Şewat digihêje van gundên hatine valakirin, digihêje bax û baxçeyên mirovan. Heta ku dawî li dorpêçê neyê anîn û qedexeya li ser herêmê neyê rakirin nepêkane ku xisara şewatê ya li herêmê bê diyarkirin. Em bi Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê re civiyan. Gotin ku hem li ser şewata daristanan a li Şirnexê hem jî ya li tevahiya herêmê wê planeke çalakiyan a ji bo du mehan amade bikin. Weke partî jî me biryar dan ku tevlî vê planê bibin. Em ê li pêşberî talankirina xwezaya me ya bi şewatê bêdeng nemînin."