Ciwanên Şêladizê 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Ciwanên li nehiya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Ciwanên ji Şêladizê yên welatparêz, ku dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk û zextên giran ên PDK'ê, di salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de fîşekên hewayî teqandin.

Ciwanan diyar kirin ku ew vê pîrozbahiyê di heman demê de ji bo silavkirina berxwedana gerîla ya li Zapê dikin û wê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin.

Dewleta Tirk a dagirker demeke dirêj e koçberiyê li ser xelkê bajarokê Şêladizê yê Amediyê ferz dike. Li derdora bajarok bi piştgirî û destûra PDK'ê 10 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hatin avakirin. Meha Nîsanê ji gundên Şêladizê 2 kes dema ku pincar kom dikirin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin.