Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk

Şewata daristanan û birîna daran a li Kurdistanê bi destê leşker, cerdevan û hêzên din ên paramîlîter ên dewletê têne kirin. Rêxistinên civakî yên sivîl jî dema mijar dibe Kurdistan xwe bêdeng dikin.

Qirkirina ekolojîk weke 'guhertinên neyînî yên ji ber xisara li xwezayê ya bi zanebûn' tê pênasekirin. Yek ji rêbazên qirkirina ekolojîk jî birîna daran e, hiştina bêdar e. Li herêmeke diyarkirî, birîna daran a bi zanebûn û bi rêk û pêk e. Li Kurdistanê ekolojî bi giranî bi destê dewletê tê qirkirin. Ev hewldanên dewletê ne xema saziyên civakî yên sivîl e.

LI KURDISTANÊ DARISTAN NAŞEWITE, TÊ ŞEWITANDIN

Li aliyê din, ji bê herêm bê dar bê hiştin, bi zanebûn agir bi daristanan tê xistin. Ji rojavayê Tirkiyeyê cudatir, li Kurdistanê bi destê dewletê polîtîkayeke bi zanebûn a bêdarhiştinê tê meşandin. Li Efrînê rakirina darên zeytûnê ji kokê ve, li Herêmên Parastinê yên Medyayê birîna daran bi destê cerdevanan, li Cûdî, Dersim, Licê û Bedlîsê di demên diyarkirî yên salê de ragihandina 'herêma qedexe ya leşkerî'. Li cihên ku weke 'herêmên qedexe yên leşkerî' têne ragihandin bi rêk û pêk agir bi daristanan tê xistin.

Yek ji bajarên ku herî zêde agir bi daristanên wê tê xistin Dersim e. Ji 28'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li Dersimê bi rêk û pêk 'herêma qedexe ya leşkerî', 'herêma ewlekariyê ya taybet' tê ragihandin. Her havînê 'bi rê û rêbazekê' agir bi daristanan tê xistin. Li Dersim/Xozadê di Tebaxa 2021'ê de şewata ku bi êrîşên leşkerî destpê kir, bi rojan dewam kir. Walîtiyê destwerdana li şewatê ya ji hewayê qet neanî bîra xwe û îdîa kir ku ji bo destwerdana ji bejahî ve rê nîne, nehişt ku gel jî şewatê vemirîne. Şewata ku bi êrîşên leşkerî li navçeya Xozatê ya Dersimê li gundên Tanzîg, Zoxar û gundikê Koçerî destpê kir û gihîşt heta gundê Ûzûnçeşme, qadeke ji dehan hektarî ya daristanê şewitand. Mirovên ku xwestin şewatê vemirînin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin astengkirin.

LI CÛDÎ LEŞKER LI XWE MIKUR HATIN KU BI ZANEBÛN AGIR BERDANE QADÊ

Li Cûdî piştî şewata li daristanê leşkeran li ser medya dîjîtal dîmen parve kirin û li xwe mikur hatin ku wan agir berdane qadê. Di dîmenan de ku 28'ê Tîrmehê hatin weşandin, leşkeran qebûl kirin ku li Cûdî û Bestayê wan agir berdane daristanê. Kesê ku tê gotin çawişê pispor e di dîmen de digot 'em koka wan diqelihînin' û dîmenê şewatê parve dikir.

Beriya niha di rapora Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamnayyê de hatibû ragihandin ku şewata li daristanên Kurdistanê bi destê dewletê bi zanebûn tê derxistin. Sala 2016'an li navçeya Licê ya Amedê piştî ragihandina 'qedexeya derketina derve' Meclîsa Ekolojiyê ya KCD'ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê 8'ê Hezîrana 2016'an raporek amade kirin û bal kişandin ser bûyerên li gund û gundikên Hûseynîk, Goma Saruxan, Goma Sofî Alî, Cenezûr, Goma Rîza, Mehle, Kerbes, Nenyas, Goma Kazo, Derxust, Henyat ên li herêma Sisê ya Licê. Di raporê de li gorî şahidên li gundan ên şewat lê rû da, şewat bi giranî di encama gulereşandina ji helîkopterên leşkerî de destpê kir.

Di dema nêz de jî daristanên li nêzî gundê Kerwes ê Licê hatin şewitandin, leşkeran nehiştin ku gundî şewatê vemirînin. Li herêma Kortê ya li Zengesorê ku gundekî din ê Licê ye 1'ê Tebaxa 2023'an şewat li qadeke welê destpê kir ku qereqol û baregehên leşkerî lê ne. Xelkê herêmê ragihand ku leşker nahêlin ew şewatê vemirînin.

JI BO 'RÊYA EWLEKARIYÊ' DARÊN JI SEDAN SALÎ HATIN BIRÎN

Parlamentera Bedlîsê ya Partiya Çepên Kesk Semra Çaglar Gokalp piştî ragihandina herêma qedexe ya li Bedlîsê li herêmê geriya û pêşnûme qanûnek li ser mijarê pêkêş kir. Di pêşnûme qanûnê de hate ragihandin ku li herêma weke 'ewlekariya taybet' hatiye ragihandin gelek binpêkirinên mafên mirovan qewimîne, çûn û hatina gundiyan a li nava zeviyan hatiye qedexekirin, bi kîlometreyan zerar li zeviyan hatiye kirin, gelek darên fêkî yên ji sedan salî bi hinceta çêkirina 'rêya ewlekariyê' hatine birîn, her wiha gef û zext li gundiyan hatiye kirin.

GERÎLA DÎMEN KIŞAND

Şewitandin û bêdarhiştina Kurdistanê ne tenê li Bakurê Kurdistanê ye. Artêşa Tirk a dagirker ji 24'ê Nîsana 2021'ê û vir ve dixwaze herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Êrîş bandoreke giran li qadên daristanê jî dikin. Bombardûmana hewayî, êrîşên bi obusan, bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla li aliyekî, li aliyê din armanc bêdarhiştina herêmê ye. Li Avaşînê leşker û cerdevanan dar birîn ku dîmenên wan hatin weşandin. Her wiha di Tebaxa 2021'ê de di dîmenên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li Qada Dola Mara ya Avaşînê kişandin, dihate dîtin ku leşkerên Tirk li Avaşînê daran dibirin, agir berdidin, dînamîtê li koka daran bi cih dikin û diteqînin.

RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL LI HEMBERÎ ŞEWATA LI KURDISTANÊ BÊDENG IN

Têkildarî şewata li daristanên li Kurdistanê ku bi destê dewletê bi zanebûn û bi rêk û pêk tê kirin, rêxistinên civakî yên sivîl xwe bêdeng dikin. Saziyên li qada navneteweyî dixebitin; Greenpeace, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, WWF, li Tirkiyeyê jî saziyên TEMA, Komeleya Parastina Xwezayê ya Tirkiyeyê, Komeleya Xwezayê, Weqfa Danasîn û Parastian Nirxên Çandî û Hawirdorê, Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî hene. Ev rêxistinên ku li ber birîna daran a li Daristana Akbelenê rabûn, dema ku mijar dibe Kurdistan xwe bêdeng dikin.

Baroya Şirnexê têkildarî şewata li Şirnexê serî li van saziyan da. Greenpeace bersiveke nivîsî da baroyê û ji bo birîna daran a li Şirnexê got, 'Mixabin mijar li derveyî qada me ya pisporiyê ye'. Heman Greenpeace nerazîbûn nîşanî birîna daran a li Akbelenê da û ev nerazîbûna xwe jî bi gotina 'Birîna daran zilm e' ragihand. Lê belê şewata li Cûdî ya ku leşkeran agir berdan qadê ji nedîtî ve hat.