6 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

HPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyan dest bi sala 40'emîn a têkoşînê kirin. Di çalakiyên hêzên me de; 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Her wiha mobesseyek hate îmhakirin û derb li gelek çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên xurt dest bi sala 40'emîn a têkoşînê kirin. Di çalakiyên hêzên me de; 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Her wiha sîstemeke kamera ya mobesseyê hate îmhakirin û derb li gelek çeper û kel û pelên leşkerî hate xistin.”

Têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev tişt hatin diyarkirin:

“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

14’ê Tebaxê di saet 06.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

14’ê Tebaxê di saet 07.00 û 19.30’an de bi çekên giran li çeperên dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

14’ê Tebaxê di saet 15.30’aan de bi çekên nîv otomatîk û giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

15’ê Tebaxê di saet 01.30’an de bi çekên giran li dagirkerên ji du aliyan ve li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

15’ê Tebaxê di saet 02.00’an de bi çekên giran li çeperên dagirkeran ku kel û pelên wan ên leşkerî bûn ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

15’ê Tebaxê di saet 02.50’an de bi çekên giran li çeperên dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li çeperekî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

15’ê Tebaxê di saet 05.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin ba hev, bi çekên giran lê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

15’ê Tebaxê di saet 06.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek birîndar bû. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

15’ê Tebaxê di saet 06.05, 13.55, 14.10 û 18.05’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.

15’ê Tebaxê di saet 20.00 û 22.30’an de hêzên me 7 caran mudaxeleyî helîkoptera ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di nava tevgerê de bû, kirin.

16’ê Tebaxê di saet 02.10’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek birîndar bû. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

16’ê Tebaxê di saet 02.10, 02.30 û 03.00’an de bi çekên giran ji du aliyan ve bi koordîneyî li çeperên dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 2 çeperan hate xistin.

16’ê Tebaxê di saet 03.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Herêma Zapê;

14’ê Tebaxê di saet 19.30’an de bi taktîka sekvaniyê li sîstemeke kamerayê ya mobesseyê ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin û hate îmhakirin.

16’ê Tebaxê di saet 07.00’an de bi çekên giran kepçeya ku hewl dida çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate hedefgirtin. Piştî çalakiyê xebitîna kepçeyê hate rawestandin.

Herêma Xakurkê;

14’ê Tebaxê di saet 16.07’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

14’ê Tebaxê bi balafirên şer 3 caran Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, qada Sinînê ya Xakurkê, qadên Komatê û Kendekolê 4 cara; bi giştî 7 caran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”