Hevserokê PADÊ Hisên Hecî: Em ê planên dijmin pûç bikin

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide şervanên ku parastina Şengalê dikin û got: “Em ê planên dijmin pûç bikin û ti carî teslîm nabin.”

Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî di derbarê êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li dijî pêşengên civaka Êzidî de ji ANF’ê re axivî.

Hecî diyar kir ku xwestin bi hedef girtina pêşengan wan dawî li siyaseta û pêşketina wan bînin û wiha got: “Lê wan nezanî ku her şehîdek bi hezaran şagirt û şopîner li pey xwe hiştin e. Ji ber ku şehîdên me şehîdên xeta azadiyê ne û ne şoreşek û ne jî azadiyek bêyî van şehîdan dibe. Em ji bîr nekin ku heya niha plan çi navnetewî dibin û çi jî heremî dibin, li ser me û gelê me hene û wê êrîş jî hebin. Lê em li vir didin diyarkirin ku xweseriyek û azadiyek bê berdêl nabe û em hemû ji wan berdêlan re amade ne.”

Hisên Hecî destnîşan kir ku ew li hemberî êrîşan bêdeng namînin û wiha got: “Di her kêliyê de em bersiva dijmin didin û bersiva me ya herî xurt ew e ku em şehîdên xwe ji bîr nekin, sazî û destgehên rêveberiya xweser xurt bikin. Em mil bidin milê şervanên ku niha parastina Şengalê dikin. Em li dijî her plana ku li hemberî civaka me were kirin, amade ne ku bersivê bidin. Çawa ku me planên beriya niha têk birine, em ê planên wan ên werin jî pûç bikin. Em ti carî teslîmî dijmin nabin.”