Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di peyama xwe ya bi dîmen de ku li Stêrk TV hate weşandin, Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kir. Peyama Karayilan bi vî rengî ye:
"Em cejna vejînê li we hemûyan pîroz dikin. Bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 39'emîn salvegera pêngava 15'ê Tebaxê cejna vejînê li Rêber Apo pîroz dikin, bi rêzdarî silavên xwe, dilsoziya xwe pêşkêş dikin. Em cejna vejînê li tevahiya gelê Kurdistanê, gelên herêmê, li mirovatiya pêşverû, li tevahî xebatkar, kadro, şervan û gerîlayên azadiyê pîroz dikin. Tevahiya şehîdên şoreşê di şexsê fermandarê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) û fedaî Zîlan de bi bîr tînin, li hemberî bîranîna wan serê xwe bi rêzdarî ditewînin, soza me dane wan careke din dubare dikin. Em ê dilsozê xeta wan bin, bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn.
Pêngava 15'ê Tebaxê li hemberî siyaseta qirkirin û tunekirinê pêngava hebûnê bû û ya azadiyê bû. Pêngava 15'ê Tebaxê bi xwe re li Kurdistanê ronesansek çêkir, şoreşa fikrî ava kir. Li ser wî hîmî şoreşa civakî, şoreşa jinê, şoreşa siyasî li Kurdistanê bi pêş xist û bi xwe re civakeke nû ava kir. Em weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 39 sal in têkoşînê dikin ji bo parastina gelê Kurd, nirxên demokrasiyê di nava 39 salan de destanên qehremaniyê çêbûn. Bi taybetî ev 8 salên dawî dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo destketiyên gelê me ji holê rake, ji bo siyaseta qirkirinê bi ser bixîne li hemberî tevgera me, gelê me êrîşek berfireh destpê kir. Li ser hîmê pergala Îmraliyê siyaseta qirkirinê li tevahiya Kurdistane meşand. Li hemberî vê di serî de sekna Rêber Apo ya bi wate û dîrokî û li kêleka wê berxwedana siyaseta Kurd, berxwedana tevgerên demokratîk sosyalîst ên Tirkiyeyê, berxwedana tevahiya gelê me, li zindanan berxwedanên hevalên me, li kolanan berxwedana gelê me pêk hat. Lê tê zanîn dagirkeriya Tirkiyeyê êrîşên xwe herî berfireh li ser gerîla meşand. Êrîşên pir berfireh li ser hîmê teknolojiya serdemê li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, li ser Hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi pêş xist. Li hemberî van êrîşên dijmin di nava 8 salan de berxwedaneke pir mezin û dîrokî çêbû. Şopdarên fermandar hevrê Egîd û hevalbendên hevrê fermandar Fazil Botan berxwedanek meşandin. Em hemû şehîdên di vê berxwedana destanî de di şexsê hevrê Azad Sîser, Delal Amed, Atakan Mahîr, Zekî Şengalî, Dogan Sîpan, Çetîn Sêwereg, Çîçek Botan, Yilmaz Dersim û hevrêya hêja fermandar Leyla Sorxwîn de hemûyan bi bîr tînin. Wan destaneke dîrokî ava kir.
Bi taybetî 3 salên dawî dijmin ji bo ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî ji holê rake, ji bo ku li ser vî hîmî destketiyên gelê Kurd hemûyan tasfiye bike êrîşeke berfireh destpêkê li Garê û dûre jî li ser Zapê, Metîn û Avaşînê da destpêkirin. Bi esasî li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê êrîş kir. Di vir de bi taybetî li navenda Zap, Avaşîn û Metîna de berxwedana hate kirin di dîroka gelê me de, ya tevgera me de pelekî nû ye. Yekemcar 3 sal in li heman sengerê hêzên Kurd, berxwedêrên Kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê radiwestin, li ber xwe didin. Ev ji bo tevahiya Kurdan şerefeke, serbilindiyeke. Berxwedana tê kirin ne li hemberî bi deh hezaran leşkeran bi tenê ye, di vî şerî de di serî de teknolojiya hewayî tevahiya teknolojiya serdemê tê bikaranîn. Di heman demê de ev dijminê tirsonek, bêbext, çekên qedexekirî weke kîmyasal, taktîk nukleer jî li hemberî hêzên me bi kar anî. Lê belê tevî van hemûyan berxwedana a niha dewam dike li pişt me, heman demê di hunera şer de pelekî nû vekir. Ango hêzeke biçûk, bi zanist, bi taktîk, bi îrade çawa dikare li hemberî hêzeke mezin û xwedî hemû derfet li ber xwe bide û encamê bigire. Ji vê re nimûneyeke mezin e. Di vê berxwedanê de jî me gelekî bedel dan bêguman. Fermandarên hêja, milîtanên fedaî bi keda wan ev pêk hat, bi keda keç û xortên vî miletî pêk hat. Bi hêsanî pêk nehat. Em wan hemûyan di şexsê hevrê Şoreş, Cûmalî, Çavrê, Bager, Avzem, Delîl, Nalîn, Nûrî, Mizgînan de bi bîr tînin. Em ê şopdarên wan bin, wan rêya me vekir. Wan taktîk nîşan dan. Misogeriya vê berxwedanê bi ked, berxwedana xwe zelal kirin. Li ser vî esasî tevî ku dijmin ji hêzên biyanî yên derve destekê digire û tevî ku xeta hevkar a Kurd destek daye dijmin dewleta Tirk bi ser neket. Encamê sê salên dawî li ber çavan e. Vaye niha li wir şer hîna berdewam e. Ango dijmin eşkere ye ku di êrîşên xwe de xetimî ye. Li hemberî berxwedana milîtanên Apoyî îro dijmin di neçariyekê de ye. Dijmin bi esasî dixwest ku di sedsaliya komarê de serketina xwe îlan bike. Wisa li ser Kurdistanê siyaseta qirkirinê serwer bike û li ser gelên herêmê jî hîmaya xwe bi pêş bixîne. Bi taybetî li ser Sûriyeyê li ser Iraqê. Plana dijmin ev bû. Lê belê ev pêk nehat.
Aniha sedsaliya komarê nêz bû. Ji niha ve dewleta Tirkiyeyê ji nû ve plana xwe çêdike. Ji bo sedsaliya duyem, stratejiya xwe niha eşkere dike. Pir balkêş e di van planên xwe yên nû de careke din qirkeriya li ser Kurdistanê kiriye xala yekem. Ango eşkere ye ku ev dewleta AKP-MHP û Ergenekon li ser xwîna Kurdan, tunekirina gelê Kurd dixwaze xwe bike hebûn. Ev siyaseta li ser xeta Îttîhat Terakkî ya nijadperest, şovenîst tenê ne ji bo gelê me xetere ye. Ji bo gelên herêmê jî xetere ye. Ew dixwazin bi dagirkeriya Mîsakî Mîlî û hîmaya li ser Sûriye û Iraqê îradeya gelê Ereb jî bipelixîne, yê gelê herêmê jî bipelixîne. Ev ji bo hemû gelên herêmê û gelê me xetereyeke mezin e. Li hemberî vê divê em weke gel xwe bi rêxistin bikin, yekîtiya neteweyî ava bikin. Lê divê li ser hîmê tifaqa Kurd û Ereb, hemû gelên herêmê, hemû sosyalîst, tevgerên demokratîk ên herêmê li hemberî vê pêla faşîzmê bêdeng nemînin, yekîtiyê çêbikin, têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bi pêş bixînin. Di vê demê de erka şoreşgerî ku neyê taloqkirin ev e. Bi şikê nebe nabe divê mirov vê erkê pêk bînin.
Tecrîda li ser Rêber Apo li Kurdistanê weke siyaseta qirkeriyê dikeve meriyetê. Li Tirkiyeyê weke tecrîda li ser azadî û demokrasiya Tirkiyeyê dikeve meriyetê. Heta ku em li hemberî siyaseta tecrîdê pêngaveke berfireh bi rê nexînin û wisa di tecrîdê de parçebûnê çênekin wê demokrasî û azadî neyê Tirkiyeyê û neyê herêmê. Ev rastî divê em pê zanibin. Niha hinek saziyên demokratîk ên mafên mirovan û sendîkayên Ewropayê ji bo Rêber Apo kampanyayên azadiyê îlan kirin. Ev tiştekî pir hêja û bi rûmet e. Silav ji bo sendîkayên Brîtanya, Karkerên Sendîkayên Brîtanyayê. Silav ji bo tevahiya sendîkayên piştevaniya kampanyayê kirine yên welatên cûrbecûr ên Ewropayê û hêzên demokrasîxwaz. Silav ji bo tevgerên pêşverû, demokratîk ên Latîn Emerîka, Efrîkaya Başûr. Silav ji bo gelê me yê li Ewropayê û derveyî welat û di têkoşînê de rol dilîze. Silav ji bo wan hemûyan silav. Silav ji tifaqa Kurd û Ereb re ku li ser bingeha Azîz Ereb û Dilşêr Reqa hate afirandin. Silav ji bo wan hemûyan.
Em weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her sal di salvegerê de soz didin ku em ê gelê xwe, welatê xwe biparêzin. Li her derê em erkdar in ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê. Em dilsozê vê sozê ne. Em niha jî careke din dubare dikin, heta niha weke gerîla sozên me dane ji bo em pêk bînin bi berdêla canê xwe jî be, me pêk anî ye. Em weke milîtanên Rêber Apo soz naxwin, sozê me dane em ê pêk bînin. Em wisa fêr bûne. Em dikevin sala 40'emîn. 39 sal in li ser hîmê felsefeya Rêber Apo, li ser tecrûbeya 39 salan gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê îro gihîştiye astekê. Bi taybetî li ser esasê projeya jinûve avakirinê pêşxistina nûkirin, vekirina taktîk, kûraniya taktîk, hakîmiyeta teknîk. Îro performansa gerîla hîn zêde xurt e. Ev di pratîkê de jî xuya dike. Gerîla heta niha ispat kiriye ku ew hêzeke neketî ye. Lê dijmin israr dike. Niha îro asta ku gerîla gihîştiye li ser erdê li binê erdê û li gorî derfetên xwe li ezmanan parastina vî gelî bike. Li hemberî dijmin li ber xwe bide. Divê ku dijmin jî baş zanibe, wê nikaribe. Her çiqas hinek Kurd pê re jî be lê wê nikaribe me weke gel, tevger tune bike. Divê dest ji vê siyaseta xwe ya qirkirinê berde. Wisa leşkerê nexe êrîşê, neşîne ser sengerên hevalên me. Dema wisa êrîş bike û were ser sengerên hevalên me ku ew leşker bimire, berpirsyarê wê ne em in. Yên ku vê fermanê didin ew berpirsyar in. Vaye divê gelê Tirkiyeyê hemû zanibe, em şerekî parastinê dikin me êrîşî kesî nekiriye. Divê rayedarên Tirkiyeyê zanibin bi siyaseta qirkirin û kuştinê ew nikarin biçin encamê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê neketina xwe wê careke din wê ispat bike. Di sala 40'emîn de wê xwe bigihîne asta gerîlayên serketinê. Hedefa xwe wisa ye.
Gerîla di serdema nû de di sala 40'emîn de wê rola xwe bilîze. Bingehek bi keda Rêber Apo û bi keda fedakariya şehîdan ava bûye. Li ser vî esasî wê rola xwe bilîze. Lê belê vaye em di serdemeke girîng de ne û xeta divê em li ser tevbigerin xeta şerê gel ê şoreşgerî ye. Divê gelê me beşdar bibe, di vê dema girîng de li erkên xwe xwedî derkeve, hemû welatparêz xwe erkdar bibînin. Di serî de ciwan û jinên Kurdistanê divê rol bilîzin, xwe bi rêxistin bikin, pêla serhildana gelêrî bi pêş bixînin. Weke destpêka şoreşa vejînê. Di vê der barê de banga me ji bo gelê me ev e: Yekîtiya xwe çêbikin. Rast e, yekîtiya neteweyî li çar parçeyan jî pêwîst e, lê belê her parçe di hundirê xwe de divê yekîtiya xwe çêbike, rêxistiniya xwe ava bike û li hemberî kiryarên dijmin bêdeng nemîne, xwe biparêze. Dijmin bi cûrbecûr şêwazan êrîşan li jin û ciwanan dike. Divê li hemberî van em bi rêxistinî bersivê bidin. Wisa em ê karibin şerê gel ê şoreşgerî geş bikin, em ê karibin êrîşên dijmin berevajî bikin, rêya azadkirina Rêber Apo, Kurdistanê vekin. Divê em bi vê bawer bikin. Li ser vî esasî em zanibin em hêz in, em îrade ne. Hêza herî mezin gel bi xwe ye, em bi xwe ne. Her welatparêzek di vê bi vê bawer bike. Kurdistan bi hilbijartinan azad nabe. Ew taktîkeke. Esas azadî bi hêza gel, bi tevgerîna gel e. Bi şer e, bi şerê gel ê şoreşgerî ye. Bi têkoşîna siyasî, civakî ya bi her cûreyî ye. Têkoşîna demokratîk, neteweyî ye. Divê her kes vê bimeşîne. Ger ku vê bimeşîne em bawer dikin sala 40'emîn wê bibe saleke mezin. Di sala 40'emîn de têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bilind bibe. Hêviya me baweriya me ev e. Li ser vê hêvî û baweriyê em di meşa serdemê de, meşa azadiya Rêberî û azadiya Kurdistanê de ji niha ve ji bo hemû xebatkaran, gelê me yê welatparêz, ji bo hemû hevalan bi ruhê 15'ê Tebaxê em serketinê dixwazin. Li ser vî esasî dibêjin di sala 40'emîn de wê ruhê Egîd, Zîlanan, ruhê 15'ê Tebaxê hîn zêde geş bibe, bilind bibe. Li ser vî esasî em careke din cejna we, cejna vejînê pîroz dikin û ji bo we hemûyan bi rêzdarî silavên şoreşgerî dişînin. Em dibêjin bijî bijî ruhê 15'ê Tebaxê, bijî bijî şerê gel ê şoreşgerî, jin, jiyan, azadî, bijî bijî Serok Apo."