KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bereya Piştevaniya Rojava li ser komkujiya Cindirêsê bang li qada navneteweyî kir
Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re komkujiya Cindirêsê şermezar kir û got: “Êdî gelê Kurd vê rewşê qebûl nake, divê hêzên hevpeyman, welatên Rojava, hemû azadîxwaz piştgirî bide xelkê Rojavayê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike derxîne.” -
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hat rawestandin
Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê, hat ragihandin ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hatiye rawestandin. -
Zarokê ku êşkence lê hate kirin 3 polîsên êşkencekar teşhîs kir
Y.D. ê 14 salî ku li navçeya Licê ya Amedê di 21'ê Adarê de êşkenceyeke giran lê hate kirin û ew avêtin nava çiravekê, 3 polîsên êşkencekar teşhîs kir. -
Li Geverê dorpêç û talana leşkeran dewam dike
Hêzên dewleta Tirk gelek gundên bajarokê Bajêrge yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç kirin, deriyên malan şikandin û darên fêkî yên gundiyan birîn. -
Artêşa Tirk a dagirker 59 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 59 caran ji hewayî û bejahî ve êrîşî çeperên berxwedanê kir. -
'Serdana Sûdanî ya li Tirkiyeyê wê bandorê li gelê Iraqê neke'
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku serdana Sûdanî ya li Tirkiyeyê wê ti bandorê li ser gelê Iraqê neke, ji ber ku ji sedî 75’ê xelkê Iraqê li dijî hebûna dewleta Tirk a li Iraqê ye. -
Li Xaneqînê erd hejiya
Li herêma Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê bi 3.1 pileyî erd hejiya. -
NPG: Di her şert û mercî de em ê li ser şopa xeta şehîdan bin!
Fermandariya Biryargeha NPG'ê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî pîroz kir û got, "Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de bi bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku li ser şopa xeta şehîdan bin." -
'Tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare gel ji pirsgirêkan rizgar bike'
Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, tecrîdkirina civakê ye û gotin: “Tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare gel ji pirsgirêkan rizgar bike.” -
Debara malbata xwe bi xwedîkirina sewalan pêk tîne
Li Wanê ku yek ji bajarên herî zêde ji ber krîza aborî bandor bûye, zehmetiya wê ya herî mezin jin dijîn. -
Jiyanek ji bo azadiyê
Sîdar ku ewladekî leheng ê Serhedê bû, bi h esta mezin a tolhildanê li herêma Botanê têkoşiya. -
'Meşaleya Newrozê wê ti carî venemire'
Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku meşale û agirê Newrozê wê ti carî venemire û gotin, li dijî Dehaq ên zalim ên vê serdemê wê ala azadiyê her li ba be. -
Xizmên Windayan ji bo Kursep û Tekçî hatin ba hev
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê aqûbeta Zeynel Kursep û Nezîr Tekçî pirsîn. -
Dagirker bênavber êrîşî çeperên berxwedanê dikin
Artêşa Tirk a dagirker bênavber bi balefir, helîkopter, obus, tank û çekên giran li çeperên berxwedanê dixin. -
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê 5 gerîlayên ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrêyên me bi berxwedana xwe ya dîrokî bûne nûnerên meşa azadiyê.” -
Gerîlayan li Xakurkê Newroz pîroz kirin
Li Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayan agirê Newrozê pêxist û govend gerandin. -
Gelê Agiriyê: Di vê hilbijartinê de wê zilm bi dawî bibe
Gelê Agiriyê dan xuyakirin ku, bi vê hilbijartinê re wê zilma sedsalê ya li ser gelê Kurd bi dawî bibe û wê AKP'ê destvala bişînin. -
‘Em bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan li hemberî dijmin şer dikin’
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin wê sala 2023’an bibe sala têkoşîn û berxwedaneke mezin û bal kişandin ser vî tiştî ku ew bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li hemberî dijmin şer dikin. -
‘Her milîtanên PKK’ê ji bo jiyana azad her tiştê xwe feda dike’
Gerîlaya Viyan Sema Aydin a ku di 23’ê Çileya 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke hewayî de şehîd bûbû di rojnivîska xwe de diyar dikir ku her milîtanên PKK’ê amade ne, ji bo jiyaneke azad û welatekî azad her tiştê xwe feda bikin. -
Li Makûyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Xelkê Makuyê bi sirûdên ”Şervano”, ”Berxwedan Jiyane” û ”Gerîla ha Gerîla” Newroz bi coş pîroz kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker gundê Sigêrê bombebaran kir
Balefirên dewleta Tirk a dagirker, gundê Sigêrê yê li devera Nihêlê ya dikeve rojhilatê navçeya Amêdiyê bombebaran kir û gund jî hate valekirin. -
Li Amedê êşkence û destgîrkirin hatin şermezarkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê têkildarî destgîrkirina kesên ku di roja Newrozê de hatin destgîrkirin û êşkenceya li zarokê 14 salî yê bi navê Y.D daxuyaniyek da û got: “Ev zîhniyeta tundîparêz dixwaze welat vegerîne rojên reş ên salên 90’î.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya: Herî kêm 6 kes birîndar bûn
Di erdheja bi pileya 5.6 a li Xoy a Rojhilatê Kurdistanê pêk hatî de, bi kêmanî 6 kes birîndar bûn û ziyan gihişte hinek malan. -
Li ser wargeha Mexmûrê balafirên keşfê digerin
Liv û tevgera balafirên keşfê ya li ser kampa penaberan a Mexmûrê van sê hefteyên dawî zêde bûye. -
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin ji sala 2018’an û vir ve Nobeta Edaletê digire û ji hikûmet û meclîsa ku nû were avakirin xwest ku ev komkujî were ronîkirin.