Ji nav 8 kesên destgîrkirî 3 kes hatin girtin

Mûstafa Tedbîrlî, Kerem Avras û Garîp Îpek ku li Peyindasê bi êşkence hatin destgîrkirin, hatin girtin; Serkan Îpek, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Velî Çelîk û Hîkmet Tedbîrlî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

10'ê Tebaxê li gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn çêbû û bi pişt re dest bi operasyonê hat kirin. Piştî operasyonê leşkeran girt bi ser malên gundiyan de 8 gundî destgîr kirin. 8 gundî 5 rojan di qereqolên leşkerî de hatin ragirtin. Gundiyên bi navên Serkan Îpek, Kerem Arvas, Heybet Çelîk, Velî Çelîk, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Garîp Îpek û Hîkmet Tedbîrlî yên stendina îfadeyên wan sewqî dozgeriyê hatin kirin, piştî îfadeya dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin. 

3 KES HATIN GIRTIN 

Mûstafa Tedbîrlî, Garîp Îpek ê şivantiya gund dike û Kerem Arvas ê bi êşkence hat destgîrkirin bi îdiaya “bi rêxistinê re bûne alîkar’’ ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û Serkan Îpek, Necîep Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Velî Çelîk û Hîkmet Tedbîrlî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.