Kesên di komkujiya Tilezêr û Siba Şêx Xidir hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Bi boneya 16’emîn salvegera komkujiya Tilezêr û Siba Şêx Xidir bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê şehîdên komkujiya Tilezêr û Siba Şêx Xidirê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn.

Meşa ku ji ber Meclisa Gel ya Tilezêr despê kir, heta çarxerêya 14’ê Tebaxê dewam kir. PADE, YNK, TAJÊ, serok eşîr û endam û rêveberên Rêveberiya Xweser tevlî meşê bûn.

Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo li vir axivî û got: “Ji bo rê li ber fermanan bê girtin, yekane rêya me heye ew jî xwe rêvebirin û xwe parastin e. Heta niha tu kes li me xwedî derneketiye. Divê gelê me li xwe xwedî derkeve û hesabê fermanan ji dijminan bixwaze. Ev meh ji bo me hemûyan meheke reş e. Emê bi yekîtî û tifaqa xwe rê li ber hemû plan û konseptên qirêj bigirin.”

Li ser navê Koordînasyona hêz û partiyên siyasî yên Şengalê Hisên Hecî û Melbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî axivîn û banga vegera Şengalê li tevahiya civaka Êzidî kirin û ev peyam dan: “Ew qas sal derbas bûne lê heya niha hikûmeta Iraqê li me xwedî derneketiye û mafê civaka me ya Êzidî nedaye ku em bikaribin bigihîn mafên xwe yên netewî û rewa.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal jî axivî û diyar kir ku li gel hemû êrîşan jî xelkê Til Izêrê vegeriyane ser xaka xwe û got: “ Vegera xelkê Til Izerê ji bo dijmin peyama herî xurt û biwate ye. Dema em vegerîn ser xaka xwe û li derdora Rêveberiya Xweser ya Şengalê kom bibin, wê tu kes nikaribe careke din siyaseta xwe ya qirêj li ser me bide meşandin. Her kes dizane bi xiyaneteke mezin gelê me du caran di komkujiyên mezin re derbas bû û kesên bûne sedema her du êrişan jî heta niha nehatine cezakirin.”