‘Hêviya azadiyê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re çêbû’

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Hewraman diyar kir ku hêviya azadiyê bi Pêngava 15'ê Tebaxê çêbûye û ji guleya yekemîn a fermandar Egîd heta îro 40 sal in li Kurdistanê têkoşîneke bênavber tê meşandin.

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Hewraman têkildarî salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re nirxandin kir û  diyar kir ku ji guleya yekemîn a fermandar Egîd heta îro 40 sal in li Kurdistanê têkoşîneke bênavber tê meşandin. Gerîla Hîwa Hewraman destnîşan kir ku bersiva herî mezin a ji dijminê ku 4 parçeyên Kurdistanê dagir kiriye, Pêngava 15’ê Tebaxê bû û got, “Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê hemû serhildanên Kurdan hatin pûçkirin. Dewleta Tirk li Kurdistanê gelek komkujî pêk anîbû. Îradeya gelê Kurd hatibû tepisandin û polîtîkayên qirkirinê hê jî dihatin meşandin. Lê piştî avabûna PKK’ê bi taybetî berxwedana zindanan bandorek mezin li gel kir. Pêngava 15’ê Tebaxê dengê berxwedana zindanan ji hemû cîhanê re ragihand.

Bingeha şoreşa Rojava ku îro çeteyên DAIŞ’ê lê hatin têkbirin, di 15’ê Tebaxê de hat avêtin. Êdî hemû cîhan gelê Kurd nas dike û hurmetê dide têkoşîna gelê Kurd. Ev hemû bi saya guleya yekemîn a heval Egîd ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêk hat. Pêngava 15’ê Tebaxê jî temsîla serhildana gelê Kurd dike. Hêviya azadiyê bi Pêngava 15’ê Tebaxê çêbû. Lewma 15’ê Tebaxê roja azadiya gelê Kurd e. Roja ji nû ve jidayikbûna gelê Kurd e. Bi vê minasebetê careke din cejna vejînê ya Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê me û gerîlayan pîroz dikim."