PDK'ê êdî bi rêya çapemeniyê bang li dewleta Tirk dike ku li Başûr komkujiyan bike

PDK ku bi gelek rê û rêbazê hevkariyê bi artêşa dewleta Tirk a dagirker re dike, vê carê bi rengekî eşkere û li ser çapemeniyê bang li dewleta Tirk kir ku bikeve nava Başûrê Kurdistanê û êrîşan bike.

PDK ku bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re di nava raya giştî ya Kurdistanê de bûye cihê nerazîbûnê, ji aliyê tetîkkêşiya dewleta Tirk ve sînoran nas nake.

Herî dawî dîmenê yek ji endamên Komîteya Navendî ya PDK'ê Elî Ewnî hate weşandin ku yekser bang li dewleta Tirk a dagirker dike ku bikevin nava xaka Başûrê Kurdistanê û êrîşan bike.

Di dîmen de ku ji aliyê Medya Haberê ve hate weşandin, ji serkêşên PDK'ê Elî Ewnî ji televîzyoneke nêzî PDK'ê re diaxive û bi rengekî eşkere dagirkeran vedixwîne axa Başûrê Kurdistanê ji bo komkujiyan bike.

Ji serkêşên PDK'ê Elî Ewnî ji dewleta Tirk dixwaze ku di bin navê êrîşa li dijî kadroyên PKK'ê de bi droneyan, bi rêya ezmanî û gelek rê û rêbazên din êrîşî bi hezaran geştiyarên li herêma Ahmedawa bike.

Serkêşê PDK'ê her wiha herêmên Ranya, Derbendîxan, Qeladizê û Bradostê ji bo dewleta Tirk a dagirker dike hedef û ji dewleta Tirk dixwaze ku li van herêman êrîşan bike.