Kamaç: Divê em bala xwe bidin ser serkeftinê

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Amedê Mehmet Kamaç bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên herêmî û got: “Divê em tenê bala xwe nedin ser têkbirinê, divê em bidin ser serkeftinê jî.”

Partiya Çepên Kesk piştî encamên hilbijartinê ket nava pêvajoyekî nirxandinê de. Ev civînên ku li ser bingehê rexne-rexnedayînê hatin lidarxistin, weke destpêka xebatên hilbijartina herêmî ya li pêşiya me jî tê destgirtin.

Ji pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Parlamenter Mehmet Kamaç têkildarî stratejî û taktîkên hilbijartina herêmî ji ANF’ê re axivî.

‘PÊVAJOYEKÎ ZEHMET LI BENDA ME YE’

Kamaç diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de negihiştin armanca xwe û ev tişt got: “Encamên hilbijartinê ji aliyê me ve hem ji bo niha hem jî ji bo demên pêşiya me peyamên gelekî cidî digire nava xwe. Me jî bi cidiyet ev peyam girte dest û pêvajoyekî nîqaş, muzakere û nirxandinan da destpêkirin. Em di wê ferq û zanebûnê de ku wê bibe pêvajoyekî zehmet.”

‘EM Ê JI BO HILBIJARTINÊN HERÊMÎ BIXEBITIN’

Kamaç destnîşan kir ku divê xwesteka bawerî û xwesteka me ya têkoşînê lewaz nebe û got: “14’ê Gulanê bi kêmasiyên xwe li paş ma. Em ê ji kêmasiyên berê ders derxînin û ji bo hilbijartinên herêmî bixebitin. Hilbijartinên herêmî piştî encamên hilbijartinên giştî, wê zehmettir bibe. Em dizanin ku wê zehmet be û em motîvasyona xwe li gorî wê yekê amade dikin. Di bin navê Tifaqa Demokratîk û Azadiya Kurd de me cihê xwe di hilbijartinên giştî ya 2023’an de girt.”

‘DIVÊ EM TENÊ DI POZÎSYONA PARASTINÊ DE NEBIN’

Kamaç ragihand ku divê yek ji nêzîkatiyên civakê ya esas ew be ku guh bide dengê kolanê û ev tişt bilêv kir: “Em ê pêngav û armancên kesê li hemberî xwe hesab bikin, lê divê em qet tenê di pozîsyona parastinê de nemînin. Di demên berê de siyaseta bi hinek kesan dayîna windakirinê û paşde birinê, di esasê xwe de tiştek bi me neda qezenckirin. Berovajî fatûreya wê yekê giran bû. Lewma divê em bala xwe bidin ser serkeftinê. Ji dervey vê yekê divê me eleqeder neke ku kî/ê têk çû, kî/ê paş de ma yan jî kî/ê bi ser ket.”