'Em mîrateya berxwedanê ya hevrê Egîd ji xwe re dikin esas'

Gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Makû: Têkoşîna destpêkê ya ku piştî fîşeka destpêkê ya sala 1984'an hate destpêkirin, îro hîn jî li çiyayên Kurdistanê dewam dike. Em jî mîrateya hevalê Egîd ji xwe re dikin esas.

Gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Makû bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ku Cejna Vejînê ya Gelê Kurd e ji ANF'ê re axivî.

Bêrîvan Makû destpêkê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Beriya her tiştî Cejna Vejînê li Rêber Apo û her kesî pîroz dikim. Fermandarê nemir Egîd bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. Wateya 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û gerîlayên azadiyê jinûve vejîn e. Em jî gelê me jî bi hêz, moral û daxwaza berxwedanê ya Pêngava 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz dikin. Lewma xwedî wateyeke mezin e 15'ê Tebaxê. Têkoşîna çekdarî ya ku piştî teqandina fîşeka destpêkê bi rê ve çû, li çiyayên Kurdistanê hîn jî dewam dike. Em mîrateya berxwedanê ya hevalê Egîd ji xwe re dikin esas.

Hevalê Egîd ispat kir ku têkoşîna ji bo azadî û jiyana azad, şert û merc çi dibin bila bibin nepêkan nîne. Hevalê Egîd bi kesayetî û wêrekiya xwe lehengek bû. Em li ser mîrateya hevrê Egîd dimeşin û têdikoşin. Berxwedana li qadên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê tê meşandin, ruh û sekna tê nîşandan ruhê heval Egîd, Mazlûm, Kemal û Sarayan e. Ev berxwedan wê her tim hebe. Çi dibe bila bibe em ê hêjayî keda Rêber Apo bin. Em ê her tim bi Rêberê xwe re bin, bi fikir û felsefeya wî re bin."