Cenazeyê Bahoz Çiya yê HPG’yî bi mehan bi şûn de radestê malbatê hat kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bahoz Çiya ku 2’yê Gulanê li Nîsêbînê bû şehîd û tevî ku malbatê cenaze nas kir, li goristana bêkesan hat veşartin, çar meh bi şûn de radestê malbatê hat kirin.

Cenazeyê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê Bahoz Çiya (Erdal Marangoz) ku di şerê dewleta Tirk ê li Bagokê de bû şehîd, çar meh bi şûn de radestê malbatê hat kirin.

Tevî ku malbatê nas kir, bi boneya ku encama DNA’yê derneketiye cenazeyê Çiya ku li cihê bêkesan ê Goristana Kamor a Bajêr a li navçeya Artûklûyê hat veşartin, piştî derketina encama DNA’yê radestê malbatê hat kirin.

Malbat ji bo wergirtina cenaze serê sibehê ji Wanê hat Mêrdînê. Malbatê kar û barê wergirtina cenaze temam kir lê malbat bi saetan hat rawestandin, cenaze nehat radestkirin.

Roj çû ava, cenaze hêj radestê malbatê hat kirin. Malbat ji bo cenaze vebişêre, ber bi Wanê ve bi rê ket.