Li Şengalê meresima bibîranîna şehîdên meha Tebaxê

Ji bo Mam Zekî Şengalî û Seîd Hesen ku meha Tebaxê bûn şehîd û 8 kesên li Nexweşxaneya Sikêniyê hatin qetilkirin, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bernameya bibîranînê hat çêkirin.

Li Şengalê şehîdên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranin, di meresima li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Ş. Berxwedan pêk hat de, bi sedan kes amade bûn. Di meresimê de hate diyarkirin ku 15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên azadîxwaz roja vejînê ye, ji ber wê jî dijmin di vê rojê de pêşengan dike armanc û dixwaze roja wan tarî bike. Hate gotin ku ruhê 15’ê Tebaxê îro li Şengalê zindî ye û ew li ser xeta Egîdan li têkoşîna xwe dewam dikin.

15’ê Tebaxa 1984’an bi fermandariya Egîd (Mahsûm Korkmaz) PKK’ê yekem çalakiya leşkerî li dijî artêşa Tirk a dagirker bi serkeftî kir. Ev jî ji bo gelê bindest  li her çar parçeyên Kurdistanê bû pêngaveke şoreşgerî ya mezin û deng veda. Dengvedana vê çalakiyê îro li Şengalê geş dibe. Ji bo dewleta Tirk a dagirker ruhê 15’ê Tebaxê di nava civaka Êzidî de vemirîne, di meha Tebaxê de êrîşê pêşeng, şervan û zarokên vê civakê dike. 15’ê Tebaxa 2014′an DAÎŞ’ê ku destek ji dewleta Tirk digirt, li Koço komkujî pêk anî. Her wiha 15’ê Tebaxa 2018’an endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, 16’ê Tebaxa 2021’an, fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, 17’ê Tebaxê jî dewleta Tirk Nexweşxaneya Sikêniyê ji xwe re kir armanc.

Bi boneya van rojan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve meresimeke bibîranînê hate lidarxistin. Meresim bi tevlêbûna bi sedan kesan  tevî endam û nûnerên partiyên siyasî, tevger û saziyên civaka Êzidî, serokeşîr û oldarên Êzidiyan pêk hat. Meresim li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyayê Şengalê pêk hat.

'DIVÊ EM LI KEDA ŞEHÎDAN BIBIN XWEDÎ'

Piştî  deqeyek rêzgirtinê peyamên giring bi boneya van rojan hatin dayîn. Di serî de berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar axivî û got: “Dijmin her dem xwestiye vê mehê li me reş bike. Lê bi ked û yekitiya xwe em dikarin vê rojê bikin roja serkeftinê. Mam Zekî roja hat armanckirin, ji bo mirov bikare bi dengekî daxwaza mafê xelkê Şengalê bike, berê xwe da Koço û bû şehîd. Hedefgirtina Mam Zekî ji bo ku kar û xebatên yekitiya gelên Şengalê lawaz bibe bû. Ev vegera gel a li Şengalê, rêxistin û kombûna li derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê bi keda wan şehîdan e û divê em li vê kedê bibin xwedî.’’

'EM BER BI XEWN Û XEYALÊN ŞEHÎDAN VE DIÇIN'

Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Dilşêr Qîranî jî axivî û da diyarkirin ku ev roj di dîroka gelê Kurd  û hemû gelên bindest de watedar in.  Dilşêr got: “Di sala 1984’an de yekemîn çalakî li dijî  dijminê me yê dîrokî hat lidarxistin. Lewma dewleta Tirk dixwaze di vê rojê de me tune bike û rê li ber têkoşîna me bigire. Em dibêjin  her kesekê  pêşengiyê ji rêxistinbûna gelê me re bike, tê hedefgirtin û dixwazin gelê me bê pêşeng bihêlin. Niha em bi hezaran kes li ser xeta Mam Zekî, Seîd Hesen û Egîdan in.  Em ber bi xewn û xeyalên wa ve diçin. Em dizanin di vê rêyê de bedel hene û em amade ne bedelan bidin,  ji ber ku em dizanin ewqas şehadetên giran, ne ji lawaziya me ye, belkû ji ber hêza me ye. Dijmin ji vê  hêzê ditirse lewma êrîş dike. Dema em têne hedefgirtin çiqasî ji me re berdel giran be û em pê biêşin jî, lê em di wijdan de kêfxweş in, ji ber ku em dizanin me rêya rast hilbijartiye. Eger em li ser rêyê şaş bûna, em ê nehatina armanckirin.’’

 ‘Em dev ji axa xwe bernadin’

Li ser navê TAJÊ Kindê Xidir jî axivî û got: “Ji bo Şengal dest ji rêxistina xwe berde û  ji ser axa xwe koçber bibe, ev êrîş hat kirin. Lê bila dijmin baş bizane ku bi êrîşan em ê dest ji axa xwe bernedin û li ser xeta  wan şehîdan em ê têbikoşin. Cihê îxanetkaran li ser vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin nîn e. Şengal a şehîdan e û em ê li ser vê axê heta bi hetayê bijîn.’’

 ‘Dijmin nekarî gav bi me bi paş ve bide avêtin’

Li ser navê PADÊ’ê jî Hisên Hecî axivî û got; “Hevalên me ku şehîda ketine, di roja despêkê de şehadet dabûn ber çavên xwe, ji ber ku pêşengî ji vî gelî re dikirin û wan armanc ew bû ku Şengaleke xweser û azad ava bikin. Em jî dizanin ji bo gelê me bi awayekê xweser bijî û bibe xwediyê pergala xwe ew ê dijmin jî pêşengên vê pergalê bike armanc. Lê çiqasî dijmin êrîş kir û bi plana mîna peymana 9’ê Cotmehê xwest em dest ji vê dozê berdin, wan nekarî bi me gav bi paş de bidin avêtin û va îro em digihin xeyalên şehîdan.”

‘Divê tu Êzidiyek nekeve xizmeta dijmin û îxanetê li civaka xwe neke’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen jî got: “15’ê Tebaxê roja biryar dayîna gelên bindest e. Me jî wek civaka Êzidî ji bo em bikarin rê li ber fermanan bigirin, me bi ruhê 15’ê Tebaxê dest  bi têkoşîna xwe kir. Ev têkoşîn ji bo me pîroz e. Em dizanin ku avakirina xweseriya Şengalê bê bedel nabe, lê her kesekî di ber têkoşîna Şengala xweser û azad de canê xwe bide, ew dikeve dîroka gelê me û keda wan ji bîr nabe. Niha ji bo em dest ji vê têkoşînê berdin, dijmin li pilanên xwe dewam dike. Li Şengalê du xet bi hev re dimeşin. Yek xeta têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya vê civakê ye û ya din jî îxaneta dijmin e, divê tu kesekê Êzidî nekeve xizmeta dijmin û îxanetê li civaka xwe neke.’’

Piştî peyaman, dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ hat berzkirin û meresim qediya.