Seîd Milhim: Em bi saya şehîdan bûne xwedî îrade

Endamê Desteya Eşayîr a Şengalê û endamê KNK’ê Seîd Milhim diyar kir ku ew îro bi saya şehîdan vegeriyane Şengalê û got: “Şehîdên me îradeya me ya herî xurt ava kirin. Em ê her tim li ser rêya wan bimeşin.”

Endamê Desteya Eşayîr a Şengalê û endamê KNK'ê Seîd Milhim diyar kir ku eger ev qas berdêl nehatiban dayîn, em ti carî venedigeriyan Şengalê û wiha got: “Di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de fermana ku bi serê me hatî bi serê ti kesî nehat. Me di wê fermanê gelek berdêl dan. Weke ku mezinên me ji me re gotine, beriya 200 salî jî fermaneke bi vî rengê çêbû. Encama wê jî mîna vê bû, jin dibirin mêr dikuştin û zarok jî ji bo leşkertiyê bi darê zorê dibirin.”

Seîd Milhim bal kişand ser meha Tebaxê û got: “Di vê mehê de me gelek ezîz dan. Mam Zekî, Seîd Hesen Seîd, Dilşêr, Egîd, Çeko çend ji wan bûn. Dilê me gelekî diêşe, em ê çawa di vê mehê de kêfxweş bin? Mam Zekî 30 salên xwe ji bo vê xetê û vî gelî feda kir. Li her derê cîhanê geriya û herî dawî berê xwe da Şengalê. Ji bo xelkê Şengalê weke medereseyekê bû, wî ti carî ferq û cudahî nexist nava kesan de. Bi her her pirsgirêkê eleqeder dibû û heta ku çareser nekiriba ne di sekinî. Piştî şehadeta Mam Zekî niha di nava civaka me de bi sedan kesên bi navê Zekî hene. Ji ber ku tifaq û yekîtiya wî dayî me, ti kesî neda me û heya niha em li ser wî bingehî xwe li ser linga digirin û gav diavêjin.”

Seîd Milhim anî ziman ku tiştên ku bi serê wan hatî ji wan re bûye tecrube û got: “Em ê êdî xwe bi xwe bi rê ve bibin, niha bi hezaran leşkerên me hene û hemû jî ewladê vê civakê ne. Em bûn xwedî sazî û destgeh. Em bûn xwedî siyaset û dîplomasiyek. Em bi saya şehîdan îro vegeriyane Şengalê û bûyîne xwedî îrade. Ew Şehîdên ku canê xwe ji bo me û axa me dan, îradeya me ya herî xurt avakirin. Em ê heta dawiyê minetdarê şehîdên xwe bin û em ê li ser rêya wan bimeşin.”