Denîz Bulbun di 40'emîn roja qetilkirina xwe de li Hewlêrê hat bibîranîn

Denîz Bulbun ê bi hevkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve hat qetilkirin, li Hewlêrê bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de banga dîtin û cezakirina kujeran hat kirin.

Li Hewlêrê ji bo Nûnera KNK’ê Denîz Bulbun ê 40 roj berê hat qetilkirin, bi beşdariya endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), nivîskar, rewşenbîr û aktîvîstan merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîma 40 rojiya şehadeta Denîz de beyannameyek araseyê hikûmet û aliyên peywendîdar hate kirin ku 40 rojin Endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun di roja nîvro de li paytexta Herêma Kurdistanê di êrişeke terorî de hate qetilkirin lê heta niha kujer ji raya giştî û gelê Kurd re nehatiye eşkerekirin.

Her wiha di merasîmê de hate gotin ku şehîd Denîz Cevdet birçiyê azadiyê û yekîtiya netewî ya gelê Kurd bû, ew xemxwerê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bû, di vê oxirê de li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi salan xebatên netewî kir.

Di merasîmê de hat bibîrxistin ku hikûmet û hêzên ewlekariyê ji ewlekariya endamên KNK’ê berpirsiyar in û wiha hate gotin: “Em doza şehîdkirina endamê xwe ji nêz ve dişopînin. Divê saziyên ewlekariyê demildest kujer û hêzên destê wan di êrişê de hene û piştgiriya kujer kirin ji raya giştî re eşkere bikin. Eger kujer neyê eşkerekirin û aliyên li pişt vê êrîşê neyê zelalkirin em ê vê dozê bibin saziyên navneteweyî.”

Di merasîmê de hat bibîrxistin ku ji ewlekariya endamên KNK’ê hikûmet û hêzên ewlekariyê berpirsyar in û wiha hat gotin: “Em dosyaya şehadeta endamê xwe ji nêz ve dişopînin. Divê hêzên ewlekariyê demildest kujer û kesên ku destê wan di vê êrîşê de heye bi raya giştî re parve bikin. Ger kujer û hêzên li pişt vê êrîşê neyên eşkerekirin, em ê vê dozê bibin dadgehên navneteweyî."

Nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun di 18’ê Îlonê de li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin. Tevî ku 40 roj bi ser qetilkirina Bulbun re derbas bûye jî ji aliyê PDK'ê û asayîşa wê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.