Ji Amedê bang hate kirin: Divê Abdullah Ocalan karibe xwe bigihîne gelan

Li Amedê 172 saziyan deklarasyonek bi navê 'Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê' eşkere kirin û gotin, "Roj ew roj e ku Abdullah Ocalan karibe yekser xwe bigihîne gelan."

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de bi giştî 173 sazî li Hotêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” eşkere kirin. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve ya tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik ve hate xwendin.

Metna deklarasyonê wiha ye: “Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tesfiyekirin û têkbirin. Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste tu car li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.

Van sûcan, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav e. Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn,yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin.  Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rû bu rû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên qefqas û balqanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin.

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê  girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî  çareser bike. Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.

Birêz Ocalan pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên pêşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tespît bike. Di sala 2019 an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî anibû ziman ku “Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim” û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû. Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.

Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wek çarenûs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê. Nêrîn û pêşdîtînên Birêz  Ocalan, baş hatiye fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.

Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye. Birêz Ocalan ê bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo pêşerojê ne.

Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên birêz Ocalan, li hember pergala kapîtalîst bûne alternatîf û hêviya çareseriyê. Her çiqas birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş  xistiye. Xwestin ku bi rêya tecrîdê birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê. Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê  aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye.

Brêz Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e.  Ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin. Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Birêz Ocalan Azadiya me ye. Ev tespit nişan dide ku her têkoşîna were meşandin ji jiyana wan jî ne dû re.

Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan  bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwiste demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Birêz Ocalan jî divê pêk werin.

Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Birêz Ocalan ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehan zêdetir e tu agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin. Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwiste şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Birêz Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin.Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”

Sazî û partiyên siyasî yên ku deklerasyon îmze kirine wiha ne:
1. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
2. Tevgera Jinên Azad (TJA)
3. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
4. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) 
5. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)
6. Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) 
7. Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUHAY-DER) ya Amedê
8. Şaxa TUHAY-DER a Edeneyê 
9. Şaxa TUHAY-DER’a Mêrsînê
10. Şaxa TUHAY-DER’a Îzmîrê 
11. Şaxa TUHAY-DER’a Stenbolê 
12. Şaxa TUHAY-DER’a Wanê 
13. Şaxa TUHAY-DER’a Êlihê
14. Şaxa TUHAY-DER’aMêrdînê 
15. Şaxa TUHAY-DER’a Şirnexê
16. MEBYA-DER a Amedê 
17. Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Bismil, Farqîn û Pasûrê 
18. MEBYA-DER a Cizîrê 
19. MEBYA-DER a Êlihê 
20. MEBYA-DER a Mêrdînê
21. MEBYA-DER a Wanê 
22. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) 
23. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê 
24. Alim-Der a Amedê 
25. komeleya Lêkolînên Zanistên Olî ya Wanê
26. Komeleya Lêkolînên Ol û Baweriyan a Meşînê (MDÎAD) 
27. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Îzmîrê 
28. Konreya Demokratîk a Îslamê
29. Kovara Destar
30. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
31. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
32. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
33. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
34. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
35. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
36.  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê
37. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
38. Komeleya Wêjekarên Kurd
39. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
40. Enstîtuya Kurdî ya Amedê
41. Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
42. Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
43. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
44. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
45. Platforma Îxrackiriyan a Amedê 
46. Meclisa Jinan a KESK’a Amedê
47. Şaxa BES’ê ya Amedê 
48. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Bismilê 
49. Şaxa BTS’ê ya Amedê 
50. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çermûgê 
51. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çinarê 
52. Şaxa DÎVES’ê ya Amedê 
53. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê
54. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Gêlê 
55. Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê 
56. Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê 
57. Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Amedê 
58. Meclisa Jinan a Egîtîm Senê 
59. Akademiya Kedê ya Amedê 
60. Şaxa Hejmar 1 a Genel Îş’ê ya Amedê 
61. Şaxa Hejmar 2 ya Genel Îş’ê ya Amedê
62. Şaxa Haber Senê ya Amedê 
63. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hênê 
64. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê
65. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Karazê 
66. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê
67. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Liceyê
68. Nûnertiya SES’ê ya Bismilê
69. Nûnertiya SES’ê ya Erxeniyê
70. Meclisa Jinan a SES’ê
71. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Farqînê
72. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Amedê 
73. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Amedê
74. Şaxa YAPI YOL SEN’ê ya Amedê
75. Şaxa BES’ê ya Êlihê
76. Şaxa BTS’ê ya Êlihê
77. Nûnertiya DÎVES’ê ya Êlihê
78. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê
79. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Qûbînê
80. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezoyê
81. Nûnertiya ESM’ê ya Êlihê
82. Nûnertiya Genel Îş’ê ya Êlihê
83. Nûnertiya HABER SEN’ê ya Êlihê
84. Şaxa PETROL ÎŞ’ê ya Êlihê
85. Şaxa SES’ê ya Êlihê 
86. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Êlihê
87. Şaxa YAPIYOL SEN’ê ya Êlihê
88. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Êlihê 
89. Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrdînê
90. Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Qoserê
91. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê
92. Şaxa BES’ê ya Mêrdînê
93. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Mêrdînê
94. ÇEVDER a Mêrdînê
95. Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê
96. Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê
97. Platforma Şaxan a KESK’a Colemêrgê
98. Şaxa Genel Îş’ê ya Colemêrgê
99. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûşê
100. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê
101.  ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê (13 şax)
102. Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê
103. Şaxa Egîtîm Senê ya Sêrtê
104. Şaxa SES’ê ya Sêrtê
105. Şaxa BTS’ê ya Sêrtê
106. Şaxa BES’ê ya Sêrtê
107. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Sêrtê
108. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê (32) sazî 
109. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê
110. Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhedê
111. Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê
112. Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçberî û Penaberan a Çukurovayê 
113. Komeleya Jinan a Rosayê
114. Komeleya Jinan a Starê
115. Komeleya Jinan a Mîmozayê
116. Komeleya Dema Jinan e
117. KASED
118. MA Music 
119. ŞanoWan
120. Jîn Art
121. Şanoya Bajêr
122. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn
123. Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê
124. Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê
125. Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê
126. Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê
127. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Stenbol)
128. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Qoser)
129. Navenda Çanda Baharê
130.  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê
131- Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê