Dewleta Îranê destûr neda ku Armîta li Kirmaşanê bê veşartin

Zaroka Kurd Armîta Girawend ku ji ber êşkenceya polîsên exlaqê yên dewleta Îranê 28 rojan di komayê de ma roja Şemiyê jiyana xwe jid est da. Hêzên dewletê destûr nedan ku cenazeyê Armîta li Kirmaşanê bê veşartin.

Roja 1’ê Cotmehê Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) a xelkê bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcab bide serê xwe. Li ser vê yekê hêzên dewletê êrişî Girawend kirin û di encamê de kete komayê.

Duh di saetên sibehê de jina ciwan Armîta piştî 28 rojan, li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Li gor medya Îranê, dema malbatê xwestiye cenazeyê keça xwe bigre û bibe li Kirmaşanê veşêre, hêzên dewletê rê nedane.

Her wiha hat gotin berpirsên Îtlaeta Îranê gef li malbatê xwarine ku nabe bi ti rengî li Kirmaşanê taziye û merasîm ji bo Armîta were danîn. Hêzên rejîmê ji malbatê xwestine taziye li Tehranê bê danîn û cenaze li goristana Beheştî Zera were veşartin.