Rapora derbê dan, lêpirsîn li wan hat vekirin

Dozgeriyê ku di der heqê êşkenceyê de tu tişt nekir, di der heqê xebatkarê nexweşxaneyê de ku rapor da, dest bi lêpirsînê kir.

Di der heqê raporên êşkenceyê de ku çend roj berê li Colemêrgê gava girtina bi ser malan de û bi pişt re hat kirin, Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê tu tişt nekir lê di der heqê xebatkarên nexweşxaneyê de ku rapor da, dest bi lêpirsînê kir. 

Li Geverê ku navçeyeke Colemêrgê ye, çend roj berê ku bi ser malan de hat girtin, li yên hatin binçavkirin bi awayekê sîstematîk êşkence hat kirin. Dozgeriyê demildest biryara nepenîbûnê li ser dosyeyê da. Bi rapora derbê ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat girtin diyar bû ku gava girtina bi ser malan de û binçavkirinê, êşkence li kesên binçavkirî hatiye kirin. 

Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê, bang li xebatkarên nexweşxaneyê ku rapor dane, kir ku biçin îfade bidin. Ji bo di der heqê Cevahîr Agrali de ku parêzera mexdûrên îşkencedîtî ye, dest bi lêpirsînê bê kirin, destûr ji Wezareta Dadê hat xwestin. Parêzer Cevahîr Agrali diyar kir ku bang li yên gava stendina raporê pê re bûne jî hatiye kirin û got: ‘’Êşkence li miwekîlê min hat kirin. Min raporên tenduristiyê ji nexweşxaneyê girtin. Bang li yên bi min re û xebatkarên nexweşxaneyê ku rapor dan hat kirin ku biçin îfade bidin. Xuya ye ku wê di der heqê min de jî dest bi lêpirsînê bikin.’’