HPG’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê diyar kir ku 2 gerîla li Metînayê şehîd bûne û got: “Her çiqasî ku şehadeta wan ji bo zehmet be jî, wê bibe sedem ku em têkoşînê geştir bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, ev agahî parve dan:

“Hevrêyên me Huseyîn Pîran ê lehengê Amedê û şervana YJA Starê Rûken Zîlan di êrîşa dijmin a 14’ê Cotmeha 2023’an li herêma Metîna de şehîd bûn.

Hevrêyên me Huseyîn û Rûken bi jiyan, tevlîbûna têkoşîn, helwest û îdeolojiya Apoyî ya xurt di her qadê û demê de bûne milîtanên pêşeng. Şehadeta hevreyên me her çiqasî ji bo me dijwar be jî, wê bibe sedema berfirehkirina têkoşînê. Hevrê Huseyîn ku bi pratîk, têkoşîn û helwesta xwe ya di jiyanê de pêwîstiyên dilsoziya bi şehîdan re bênavber bi cih anî. Milîtana pêşeng a PAJK’ê Rûken di têkoşîna me ya azadiyê de timî nirx afirandin û ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Em weke şopdarên hevrêyên xwe yên şehîd, sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwedîderketina li bîranîna şehîdên xwe didin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Huseyîn Pîran

Nav û Paşnav: Cahît Aktay

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navên Dayik û Bav: Salîha – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023 / Metîna

 

Nasnav: Rûken Zîlan

Nav û Paşnav: Zeynep Sevîm

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navên Dayik û Bav: Xatûn – Hacî

Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023 / Metîna

HUSEYÎN PÎRAN

Hevrêyê me Huseyîn li navenda berxwedan û serhildanê li navçeya Pîran a Amedê, di nava malbateke welatparêz a xwedî nirxên civakî de ji dayik bû. Hevrêyê me Huseyîn ji ber ku malbata wî ji kevneşopiyeke kûr a civakî dihat û nirxên wan ên exlaqî li pêş bû, bi çandê mezin bû. Ji ber vê yekê jî ji biçûkatiya xwe ve ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin. Hevrê Huseyîn li cihê ku lê jiya, xwedî welatparêziyeke dîrokî bû û hevrêyê me xist bin bandora xwe. Hevrêyê me Huseyîn ji ber vê bandorê hestiyar bû li erdnîgariya Kurdistanê ya ku lê dijiya û bi zimanê Kurdî yê ku xwe pê îfade dikir, dilsoz ma. Bi saya van hestên welatparêziyê li hemberî her cure pêkanînên şerê taybet, zext û ferzkirina dijmin li ber xwe da û teslîm nebû. Têkoşîna me ya azadiyê ya ku ji salên 1990’î û vir ve li hemû Kurdistanê belav bûye û gelê me bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz xwedî lê derketiye, hevrêyê me Huseyîn ê ji kevneşopiya welatparêziyê jî gelekî bandor kiriye. Ji bo hevrêyê me Huseyîn her tim balkêş bû ku gerîlayê Kurdistanê ji bo azadiya gelê me bi fedekariyên bêhempa şer kir. Ji ber vê yekê di temenê xwe yê biçûk de bû dildarê gerîla, tevlîbûna gerîla ji xwe re kir xewn û armanca herî mezin û bi salan ji bo pêkanîna vê xewn û armancê hewl da. Hevrêyê me Huseyîn ku di demeke ku herî zêde êrîşên dijmin li dijî Rêbertî û tevgera me pêk dihatin de, difikirî ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ji ber hin pirsgirêkan di destpêkê de nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne. Lê dema ku hevalekî wî yê zarokatiyê nû tevlî gerîla bû, li herêma Botanê di kemîna dijmin de şehîd bû, ev jî bû sedem ku hevrêyê me Huseyîn ji bo tevlîbûnê hîn bêhtir bi israr bibe.

Şehadeta zû ya hevrêyê xwe ku bi wî re plan dikir tevlî nava refên gerîla bibe, hêrsa hevrêyê me Huseyîn a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Hevrêyê me yê ku ji bo pêkanîna xeyala xwe ya zarokatiyê û hilanîna tola hevrêyê xwe yê şehîd berê xwe da çiyayên Kurdistanê, di sala 2008’an de bi tevlîbûna nava refên gerîla ve gihiştiye yek ji armancên xwe yên herî mezin.

Hevrêyê me yê ku bi qasî 3 salan li herêma Qendîlê ku perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîla lê dîtiye, li vir derbarê jiyana gerîla û çiyayî de agahiyên xwe yên destpêkê girt. Hevrêyê me yê ku xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de jêhatî kiribû, êdî pê hesiya ku pêwîstiya wî bi berpirsyariyên zêdetir heye û pêşniyara çûyîna herêmên ku şer lê dijwar bû kir. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku ji bo di şerê li dijî dagirkeran de bibe şervanekî bi bandor û gerîlayekî xwedî mîsyon, pêwîst e xwe di taktîkên şerê gerîla de perwerde bike. Piştî perwerdehiya di şaxa çekên otomatîk ên navîn de derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me yê ku 3 salan li qada Zapê jî xebitî, bi taybetî li herêma Ertûşê di çalakiyên li dijî êrîşên dijmin de roleke girîng lîst. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe ya serketî perwerdehiya xwe bi cih bîne, bi vê taybetmendiya xwe di demeke kin de bû pêşeng. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Huseyîn ku aliyên wî yên kedkar, fedekar û rast derket pêş, bandorek mezin li ser hevrêyên xwe çêkir.

Hevrêyê me Huseyîn roj bi roj xwesteka xwe ya tolhildana hevalê xwe yê zarokatiyê yê li Botanê şehîd bibû, mezin kir. Hevrêyê me yê ku ji bo vê armancê bi giranî tevdigere, di sala 2014’an de derbasî herêma Botanê dibe. Hevrê Huseyîn ku pêvajoya şer a sala 2015’an li herêma Kato Jîrka destpê kir, silav kir. Ne tenê berpirsyariya dîrokî ya ku girtibû ser milê xwe bi beşdarbûna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de bi cih anî, di heman demê de hesreta xwe ya tolhildanê jî bi cih anî. Hevrêyê me bi saya tecrubeyên xwe yên şer berê xwe da qada şer û xwedî tevlîbûneke mînak bû. Hevrêyê me di sala 2017’an de careke din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li Dibistana Navendî ya Mazlûm Dogan tevlî xebatên perwerdeyê bû.

Hevrêyê me yê ku aliyê wî yê şerker û pratîk zêdetir li pêş bû, di wê baweriyê de bû ku şoreşgerî li ser yek lingê nayê meşandin, hewl da ku di aliyê bîrdozî û felsefî de kûrtir bibe. Hevrêyê me yê ku prensîba kûrbûna di îdeolojiya Rêber Apo de girt û bi vî rengî bû şervanê heqîqetê, bawer dikir ku bi kesayetiya felsefeya Rêber Apo û jiyanîkirina wê ev yek pêkan e. Hevrêyê me yê ku herî zêde li ser van esasan rawestiyaye, bi kûrahiya îdeolojîk a ku xwe gihandiye asteke ku dikare zêdetir berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Hevrêyê me yê ku bi israr xwest piştî perwerdeyê dîsa vegere perwerdeya leşkerî, di vê daxwaza xwe de bi ser ket û dîsa ket nava xebatên pratîk. Hevrêyê me yê ku di lêkolîn û qadên ku kûrbûna bîrdozî, îrade û têkoşînê hewce dike de tevdigere, di van xebatan de her kêliya xwe di nava têkoşînê de derbas kir û bi ser ket. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Huseyîn ê ku baweriya hevrêyên xwe bi dest xist, bi kesayeta xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya rast karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Metîna, Zap û Avaşînê, bi êrîşên namerdî dest bi şer kir û şehadeta lehengên hevrêyên me yên di encama van êrîşên dijmirovahî de bandoreke mezin li ser hevrêyê me Huseyîn çêkir. Hevrêyê me Huseyîn ku hevrêyekî rast bû, bi coşeke mezin a tolhildanê çû herêma Metînayê.

Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana şehîdên ku li qadên Berxwedana Zendûra û Girê Hakkarî bi fedakarî li ber xwe dane, weke hevrêyekî erk û berpirsyariya xwe bi cih anî. Li ser vê bingehê hevrêyê me Huseyîn ku di 14’ê Cotmeha 2023’an de li herêma Metînayê bi hevrêya me Rûken Zîlan re di êrîşên dijmin de şehîd bûn, heta nefesa xwe ya dawî xwedî li nirxên azadiyê derketin.

Hevrêyê me Huseyîn ê ku bi şev û roj ji bo pêkanîna xeyalên hevalên xwe dixebitî û dilê xwe bi hesreta şehîdên me mezin dikir, bi helwesta xwe ya rast, dilsoz û bi nirx li ser her hevrêyê xwe yê ku pê re xebitî, şopeke jibîrnekirî hişt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Huseyîn bigihînin serkeftinê.

RÛKEN ZÎLAN

Eşîra Didêrî ku yek ji eşîrên kûr û welatparêz ên Kurdistanê ye, ji destpêka têkoşîna me heta îro bi dilsoziyeke mezin xwedî li gerîla derketiye. Ev eşîra me ya bi qîmet bi zanebûna ku gerîla damezrênerê jiyana azad û wekhev a ku jê tê xwestin e, welatparêziya xwe bi zarokên xwe yên herî bi nirx li nav têkoşîna me zêde kir. Eşîra Didêrî ku îspat kir ku parastina zimanê welatparêziyê tê wateya dilsoziya bi ax û welatê xwe re, her wiha dema pêwîst be jî ji bo welatê xwe bêyî têkevin dudilîyê bedelên mezin didin. Bi vê taybetmendiyê li Kurdistanê bûye mînak. Hevrêya me Rûken ku di nava malbateke ji vê eşîra welatparêz û hêja de ji dayik bû, bi vê çandê mezin bû. Hevrêya me ya ku li gorî cewherê xwe mezin bû bêyî ku tevlî qirêjiya pergala kapîtalîst bibe, bi saya jiyana Koçeran a dûrî sîstemê ye, bi xwezayê re hatiye girêdan, bûye kesayetek xwezayî û bingehîn. Hevrêya me Rûken ku di encama jiyana xwe ya dijwar de jî bi kedê ve girêdayî bû, bi hişmendiya nirxên ku di encama berdêlên mezin de hatine afirandin mezin bû. Jiyana di nava civakeke ku jin li pêş bû jiya. Hevrêya me Rûken ji xwe bawer kir. Her wiha Hevrêya me ya ku di dibistanên sîstemê de nexwendiye, xwe bi qalibê xwe re sînordar nekiriye û li derdora xwe weke jineke xwedî ramana azad dihat naskirin. Hevrêya me ya ku ji ber ku cihên ku lê dijiyan nêzî qadên gerîla bû, gelek caran firsenda hevdîtînê bi gerîla re peyda bû, bi têkiliyên hevaltiyê û jiyana gerîla gelekî bandor bû. Ji salên 1990'î ve tevlîbûna derdora wê û malbata wê ya di nava refên gerîla de bandor li Hevrêya me Rûken kir. Dîsa di sala 2012’an de şehadeta gerîlayên ku nas dikir, xizmên wê û herî dawî jî xwişk û birayê wê Zîlan – Mercan Sevîm di sala 2012’an de bû sedem ku hevrêya me Rûken pirsa xwe veguhere lêgerîna têkoşînê. Zext û êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me roj bi roj zêde dibin, ferzkirina qirkirinê, şehîdbûna gerîlayên ku ji bo azadiyê bê teredut şer dikin bûne sedem ku hevrêya me Rûken bikeve nava têkoşînê. Hevrêya me ya ku da zanîn ku têkoşîna herî bi bandor û layiqî xeta şehîdan ancax bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe, di sala 2014'an de di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de ji qada Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ya ku demeke kin li qada Garzanê ma, şahidiya jiyana gerîla kir û gelekî bi bandor bû û tevlî bû. Hevrêya me Rûken ku ji hevaltiya kûr a gerîlayên ku li vir nas kir, ji rêzgirtina wan a ji hev re û helwesta wan a li ser xeta azadiyê bandor bû, bi tevahî bawer bû ku hatiye cihê rast. Hevrêya me ya ku piştre ji qada Garzanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, yekemîn perwerdeya xwe li qada Garê dît. Bi perwerdeya ku dîtî, hewl da ku dilsoziya xwe ya hestyarî ya ji bo têkoşîna azadiyê veguherîne îdeolojîk. Hevrêya me Rûken a ku di perwerdeyan de tiştên ku di derbarê dîroka jinê û dîroka Kurdistanê de hîn bûye kiriye bingehê jiyana xwe; di vê çerçoveyê de bi aliyên xwe yên kêm û nebesiyên xwe re dest bi têkoşînê kir. Hevrêya me ya ku di nava refên gerîla de zû fêrî xwendin û nivîsandinê bû, bi tena serê xwe dest bi lêkolînê kir. Wê bi xwendina pirtûk û analîzên Rêbertiya me ku çavkaniya jiyana me ye, ji nêz ve dest bi fêrbûna partiya me PKK û felsefeya azadiya jinê kir. Hevrêya me ya ku bi lêkolîn û xwendinê xwe di warê îdeolojîk de pêş xist, bi yekitiya gotin û kiryarê re yekser tiştên ku di jiyana xwe de hîn dibû bi cih anî. Hevrêya me ya ku demeke dirêj li herêma Garê ma, li vir di gelek xebatên cuda de cih girt. Bi xebata xwe ya bi disîplîn, bi kedkar û fedekar tevlîbûna xwe, bi lez û bez rêza hevrêyên xwe girt, erkên girîng hilgirt ser milên xwe û bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me ya ku ji her tiştî zêdetir pêşxistina xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de dît, ji bo vê yekê her tim di nava lêkolînê de bû. Hevrêya me ya ku taybetmendiyên kesayetiya sade, xwezayî, rast û dilsoz a ku ji ber koçerbûyînê bi felsefeya Apoyî ve girê dide, ji bo xwe bigihîne nasnameya jina azad di nava hewldaneke zêde de bû.

Hevrêya me ya ku dizanibû ku nasnameya jina azad tenê bi komkirina îdeolojîk nayê bidestxistin, di pêvajoyeke ku di dîrokê de êrîşên herî giran li dijî gelê me, jinan pêk hatin de, divê weke milîtaneke jin roleke mezintir bilîze. Hevrêya me Rûken a ku dizanibû ku azadî ancax bi têkbirina pergala qirker a serdest a mêr pêkan e, dizanibû ku ev yek bi şerkirina li çeperên berxwedanê pêkan e.

Bi vê armancê piştî ku li Akademiya Jina Azad a Şehîd Berîtan perwerde dît, bi daxwaz, israr û heyecanek mezin berê xwe da qadên ku êrîşên dijmin lê zêde bûn. Bi hişmendiya ku jina têkoşer wê bedew bibe û were hezkirin, berê xwe da qada Metîna û pêşî bi hevaltiya xwe ya kûr, bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê, bû milîtanek ku ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêya me Rûken ku li gelek cihan di warê nivîsê de dixebite; bi tevlîbûna xwe ya serkeftî di nava xebatan de layiqî baweriya hevrêyên xwe bû. Hevrêya me ya ku dema pêwîst bû li çeperên pêş û dema pêwîst di xebatên binesaziyê de cih girt, dema pêwîst bû bi tevlîbûna xebatên herî girîng û krîtîk pêdiviyên milîtaniya xwe ya yekbûyî bi cih anî. Hevrêya me Rûken bi saya kesayeta xwe her tim ji her tiştî re amade bû. Hevrêya me Rûken ku bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û nêzîkatiya xwe ya hevrêtiyê hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, her tim bi kesayeta xwe re bû navenda cazîbeyê.

Hevrêya me Rûken a ku di 14’ê Cotmeha 2023’an de li herêma Metîna di êrîşa dijmin de bi hevrêyê me Huseyîn re şehîd bû; bi dilê xwe yê paqij, bi kesayeta xwe ya rast, xwezayî û dilnizim wê her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve bê bîranîn û bibe sedema têkoşîna me.