Şehîd Bêrîtan Hêvî li Kerkûkê hat bibîranîn

Li Kerkûkê ji aliyê RJAK’ê ve semînerek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) hat dayîn.

Li avahiya sereke ya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi amadebûna endamên Tevgera Azadî û Tevgera Ciwanên Welatparêz ji bo bîranîna fermandara efsanewî Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) semînrek hate dayîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Husên li ser şehadeta Fermandar Bêrîtan Hêvî semînerek da.

Tara Husên di semînerê de behsa têkoşîna Şehîd Bêrîtan Hêvî kir û wiha got: “Şehîd Bêrîtan di xeta têkoşînê de bû yek ji jinên pêşeng. Di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkoşîya, li berxwe da û ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir. 31 sal berê, di sala 1992’yan de xeta teslîmiyetê qebûl nekir û canê xwe di oxira azadiya jin, gelê Kurd û Kurdistanê de feda kir.”

Di dewamê de Tara Husên got: “Xeta xiyanetê heta roja me ya îro berdewam dike û ji bo gelê Kurd û destkeftiyên wê metirsiyeke mezine. Dema hêzên Kurd di nava xwe de şer dikirin, rêheval Bêrîtan weke jineke şoreşger li dijî xeta xiyanetê, li dijî dagirkeriyê û hişmendiya baviksalarî, zayendperestiyê cih û mîsyona xwe di nav Şoreşa Azadiya Kurdistanê de qahîm kir û bû fermandareke nemir, pêşeng û efsanewî. Piştî şehadeta xwe ew bû nasname û xetek ya azadî, têkoşîn û şoreşa jinên Kurd. Di heman demê de Rêber Apo Fermandar Bêrîtan ji bo jinên Kurd weke xeta têkoşînê ya zelal bi nav dike.”

Piştî semînerê sînevîzyonek li ser kesayet, jiyan û têkoşîna Fermandar Bêrîtan Hêvî hate pêşandan.